Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Piştî komkujiyê gelek ciwanên Roboskê tev li refên gerîla bûn

Ciwanê bi navê Ramazan ku ji Roboskê ye û birayê xwe di Komkujiya Roboskê de winda kir, ji bo tolhildana birayê xwe tev li refên gerîla bû. Dayika Tosun, Fadîle Tosun da zanîn ku kurê wê kesekî jîr û jêhatî bû û wiha got: “Piştî Komkujiya Roboskê gelek ciwanên me yên xizmên qurbaniyan tev li refên gerîla bûn. Dixwestin tola xizmên xwe hilînin.”

Dewleta tirk heta niha bi sedan caran li dijî gelê kurd komkujî pêk anîn. Komkujiyên di dema Serhildana Şêx Seîd, Dêrsim, Zîlan, Agirî, Sûr û Cizîrê de tenê ji van çend mînakin. Di 28’ê kanûna sala 2011’an de jî dewleta tirk Komkujiya Roboskê kir. Balafirên şer ên F-16 ên artêşa tirk li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê bombe li sivîlan barandin û 34 sivîl qetil kirin. Tevî ku bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn û kujer ji aliyê dewletê ve hatin xelatkirin. Dewleta tirk pênaseya ‘komkujî’ yê qedexe kir û di vê mijarê de gelek doz hatin vekirin. Lê tevî hemû zextan jî malbatên qurbaniyan dev ji têkoşîna xwe bernedan. Lê der barê wan de doz hatin vekirin, lêpirsîn hatin destpêkirin û hatin girtin.

Piştî komkujiyê, tevlêbûna ciwanên Roboskê li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd zêde bû. Ramazan Tosun yek ji van ciwanan e ku di dema komkujiyê de kekê wî jiyana xwe ji dest da. Dayika Tosun, Fadîle Tosun anî ziman ku kurê wê Ramazan ku li Qilebanê ji dayik bû, ji zarokatiyê ve yekî zîrek û xebatkar bû. Dayik Fadîle destnîşan kir ku kurê wê di perwerdeyê de jî gelekî serkeftî bû û wiha qala wî kir: “Kurê min gelekî zîrek û serkeftî bû, lewma bavê wî ew li dibistaneke taybet a li bajarokê Dêrgulê yê nêzî gundê me qeyd kir. Dema ku li dibistana li Dêrgulê dixwend di çêkirina wêneyan de xwe bi pêş xist. Gelek caran bi saya wêneyên ku çêkir xelat wergirt.”

Ji ber wêneyê Ahmet Kaya nerazîbûn nîşan da

Di berdewamê de jî Tosun anî ziman ku kurê wê piştî xwendina li Dêrgulê çû dibistaneke cuda ya li Rihayê û wiha domand: “Dema ku li Rihayê dixwend mamosteyên wî spartek dabûnê. Ramazan jî wêneyê Ahmet Kaya çêkiribû. Mamoste jî nerazîbûn nîşanî Ramazan dabû. Jê re gotibû ku wêneyê amade kiriye ne wêneyekî baş e. Kurê min jî got ku wî sparteka xwe bi vî wêneyî çêkiriye. Lê belê nerazîbûna mamoste li wêneyê Ahmet Kaya bû. Kurê min hewl da ji mamoste re vebêje ku kesê wêneyê wî çêkiriye sûcdar nîne, her wiha çêkirina wêne jî tiştekî nebaş nîne. Mamosteyê wî li dijî wî bi hêrs bû. Di sparteke din de jî wêneyê du çivîkan çêkiribû. Ev wêne jî bi rengan çêkiribû. Mamoste jî vê carê gotibû ku wêneyê çivîkan al e û bi ser kurê min de çûbû.”

Rojekê çû qaçaxê û êdî venegeriya

Dayika Fadîle Tosun herî dawî jî wiha got: “Kurê min ji ber van pirsgirêkên li dibistanê gelekî bi hêrs bû. Ji xwe dixwest tola kekê xwe hilîne ku li Roboskê hatibû qetilkirin. Tişta ku li kekê wî kiribûn tu carî qebûl nedikir. Vê yekê bandoreke mezin li wî kiribû. Li dijî yên ku vê êşê ji me re rewa dibîne bi hêrs bû û ev yek jî timî dianî ziman. Rojekê dema bi karwan re çû qaçaxê venegeriya. Ramazan 3 sal piştî qetilkirina kekê xwe dema diçû dibistanê tev li gerîla bû. Kurê min di 11’ê tebaxa 2018’an de şehîd bû. Rojekê me di televîzyonê de dît ku kurê min şehîd bûye. Me li gund konê sersaxiyê veda. Dewletê dor li konê me yê sersaxiyê girt. Nedihiştin ku yên dihatin sersaxiyê xwe bigihînin me. Nasnameyên wan kontrol dikirin, plaqeyên wesayîtan qeyd dikirin. Wê demê em gelekî aciz kirin. Di vê demê de ku Ramazan çû, gelek ciwan ji gund çûn. Piraniya ciwanên çûn jî xizmên wan di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan. Tenê ji malbata min 3 ciwanên me çûn. Ji malbatên din ên gund jî çûn.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar