Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Piştî oxirkirinê şîna Denîz Poyraz hat danîn

Şîna Denîz Poyraz a di êrîşa li dijî HDP’ê de hatibû qetilkirin, li Taxa Çîmentepe hat danîn

Denîz Poyraz a ku di 17’ê hezîranê de di êrîşa li ser avahiya HDP’ê de hatibû qetilkirin duh derdora êvarê hat definkirin. Jinan duh darbestê Denîz Poyraz li ser milê xwe anîn goristana Kaynaklar a Bûcaya navçeya Îzmirê û li wir spartin axê. Duh ji bo cenazeyê her du birayên Denîz Poyraz ên di girtîgehê de bûn jî beşdarî cenaze bûn.

Li goristanê girseyê dowîzên wekî ‘Em hemû Denîz in, em hemû HDP’yî ne’ û dirûşmên mîna ‘Hevrêya Denîz nemir e’ berz kirin. Her wiha jinan bi qurnefîlan darbestê Denîz xemilandin û li bi strana Delîla ya bi navê ‘Sê Jinên Azad’ bi hezaran kesî Denîz Poyraz oxir kirin.

Şîna Denîz hat danîn

Îro şîna Denîz Poyraz li taxa Çîmentepeyê hat danîn. Cihê şînê li pêş Nûnertiya HDP’ê ya taxê hat danîn. Di şînê de wêneyê û dowîzên ‘Em soz didin Denîz, em ê aştiyê bînin’ hatin daliqandin. Di şînê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz û bavê wê Abdullîlah Poyraz, parlamenter, hevserokên bajêr, rêveber û endamên HDP’ê sersaxiyan qebûl dikin.

Di saetên serê sibehê de gelek kes hatin şîngehê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Her wiha hat zanîn ku Dayîkên Aştiyê dê piştî nîvro serdana malbatê bikin. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar