Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Piştî qeyûm dengê HDP’ê zêde bû

SAMER’ê têkildarî helwest û tevgerên hilbijêran ên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî anketek parve kir. Li gorî anketê, qeyûmên ku li şaredariyên bakurê Kurdistanê hatine tayînkirin tu bandor li ser tercîha hilbijêran nekiriye û ji sedî 6 jî dengê HDP’ê zêde bûye

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî dê di 31’ê adara sala 2019’an de bên lidarxistin. Bi nêzbûna hilbijartinê re partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî hêdî hêdî namzetên xwe diyar dikin û li gelek herêman jî dest bi tifaqan kirin. Der barê mijarê de şîrketên lêkolînê jî dest bi anketên hilbijartinê kirin. Der barê rojevên polîtîk, helwest û tevgerên hilbijêran û nêrîna gel a der barê qeyûman de Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) anketek parve kir.

Anket li 16 bajaran û bi tevlêbûna 2 hezar 400 hilbijêran re di navbera 2 û 6’ê mijdara sala 2018’an de rû bi rû hatiye kirin. Li gorî anketa ku SAMER’ê amade kiriye, qeyûmên ku ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve tayînî şaredariyên DBP’î kirin, li ser tercîha hilbijêran de tu bandor nekiriye. Di anketê de tê diyarkirin ku HDP’ê li gorî hilbijartina rêveberiyên herêmî ya dawî, dengê xwe ji sedî 6 zêde kiriye.

Tayînkirina qeyûman

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dengekî bilind 102 şaredarî bidestxistin.  Di heman demê de di hilbijartinên 7’ê hezîrana sala 2015’an de jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartinê derbas kir û serkeftineke mezin bi dest xist. Hikûmeta AKP’ê ku tehemûla van destkeftiyan û vîna gelê kurd nekir, di 24’ê hezîrana sala 2015’an de li dijî gelê kurd konsepta şer xist meriyetê û li dijî destkeftiyên siyasî, polîtîk û civakî êrîşeke dijwar pêk anî.

Mufetîşan nêlirêtiyên qeyûman derxistên holê

Hikûmetê, bi hinceta hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê jî rejîma Rewşa Awarte (OHAL) xist meriyetê û bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê De (KHK), qeyûm tayînî zêdetirî 93 şaredariyên DBP’ê kir. Lê qeyûmên ku hatin tayînkirin, weke karê destpêkê êrîşî destkeftiyên civaka kurd kirin û rê li ber hêrseke mezin vekirin. Hikûmeta AKP’ê ji bo mufetîş nelirêtiyên şaredariyên Kurdistanê derxin holê ew peywirdar kirin lê mufetîşan di rapora xwe de got ku qeyûm bi ser neketine, gelek îhale li gorî usûlê nehatine kirin. Ji ber nelirêtiyan herî  dawî jî qeyûmê Wêranşarê Omer Cimşît ji peywirê hat girtin û li şûna wî Omer Derecî hat peywirdarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar