Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Piştî salekê hîn nû îdianameya rojnamegerên girtî hat pejirandin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî salekê encax îdianameya ya derheqê 20 jê rojnameger bi giştî 22 kesan de amade kir. Îdaname ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.  

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 8’e hezîrana 2022’yan de polîsan bi ser malan de girt û 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes binçav kirin. Rojnameger, 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 16’ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin û Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ber bi dawiya meha berê de lêpirsîna xwe temam kir û îdianameya xwe ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand. Dadgehê, îdianameya derheqê rojnamegeran de qebûl kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar