Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Piştî salên dirêj hatin berdan

Sedat Gorenç ê 19 salî ket girtîgehê di 43 saliya xwe de di çarçoveya darizandina li DGM’ê ne adilane bûye dê ji nûve bê darizandin hat tahliyekirin. Girtî Hasan Çabadak jî piştî 28 salan di girtîgehê de ma, serbest hat berdan

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi boneya di heyeta Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) leşkerên endam hebûne û darizandin bi adilane pêk nehatiye biryara ji nûve darizandina girtiyên berê dide. Di çarçoveya vê darizandinê de Sedat Gorenç ê 19 salî ket girtîgehê û niha 43 salî ye hat berdan. Gorenç di 19’ê adara 1995’an de li DGM’ê hatibû darizandin û cezayê girankirî yê muebetê lê birîbûn. Gorenç bi dorê li Girtîgehên Amed, Dîlok, Çewlik û Çankiri maye.

Serlêdana Gorenç 14 meh berê ji bo AYM’ê hatibû kirin. Piştî 14 mehan ev biryar hat nirxandin û biryara berdanê hat dayîn.  Gorenç ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri hat berdan ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.

28 sal şûnde hat berdan

Girtî Hasan Çabadak jî piştî 28 salan girtî ma duh serbest hat berdan. Hasan Çabadak di sala 1992’an de li Amedê hat girtin. Piştî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Hêjmar 5 a Amedê hat darizandin, bi îdîaya “Hewl daye beşek axa di bin serweriya dewletê de perçe bike” di sala 1996’an de rastî cezayê muebetê hat. Hasan Çabadak, piştî 28 salan girtî ma duh serbest hat berdan. Hasan Çaladak, li gorî biryara Îhlalê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) serî li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabû. Dadgeha Cezayên Giran a 6’emîn piştî ji nûve darizand, biryara berdana Hasan Çaladak da. Piştî biryara dadgehê ya tahliyê, Çaladak ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derket. Çabadak di derketinê de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar