Cenazeyê Dîlan Olgûn a HPG’î, ya di 28’ê tebaxê de, li navçeya Qaxizman a Qersê di şerekê de şehîd bû, piştî 100 rojan teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê çawan bihîst ku keça wan şehîd bûye, ji bo cenaze bigirin mînaka xwînê da bûn. Lê piştî hemû hewldanan, malbatê duh cenazeyê keça xwe girt. Malbatê duh bi şev cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Qersê girtin û di nîvê şevê de anî li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê defin kir.
Bi hinceta pandemiyê, destûr hat dayîn ku tenê ferdên malbatê tev li merasîma cenaze bibin. WAN