Partiya Vatanê piştî Şêx Seît ji bo rakirina peyker û remzên Seyît Riza serî li Walitî û Şaredariya Dêrsimê da
Partiya Vatanê, piştî ku beriya hefteyekê ji bo rakirina nav û remzên Şêx Seîd ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de bi biryara Dadgeha Îstîklalê hat darvekirin, serî li Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da, niha gaveke mîna vê gavê li Dêrsimê jî avêt. Partî, ji bo rakirina peykerê Seyîd Riza ku di sala 2010’an de hat çêkirin û li Qada Qişlayê hat çikandin û navê kolan, kuçe û qadên ku navê Seyît Riza li wan hatiye danîn, serî Walitî û Şaredariya Dêrsimê da.
Di hinceta serlêdana ku ji aliyê sekreterê partiyê Ûtkû Reyhan ve hatiye kirin de ceza girtina Seyît Riza ya ‘xayîntiya li welat’ hatiye nîşandin.
Daxwaznameya serlêdanê ji aliyê Serokê Buroya Biratiyê Arîf Dogan ve radestî Walitî û Şaredariya Dêrsimê hat kirin. DÊRSIM