Navenda Nûçeyan |
Şewata li qada Deriyê Cebraîl a li derdora Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ji ber bombardûmana ji baregeha leşkerî rû da, mezin dibe.
Bi rêya cerdevanên ji Qilabanê û bajarokê Şenobayê, li heman herêmê dar hatin birîn.
Şewat dewam dike û di heman demê de li qada Deriyê Mazî yê li Çiyayê Cûdî kalekoleke nû tê çêkirin. Her wiha ji bo berfirehkirina qadên dagirkirî ‘rêya ewlekariyê’ jî tê çêkirin û gelek dar hatine birîn.
Şewata li Pîranê
Her wiha artêşa tirk a dagirker, piştî operasyona leşkerî ya li bejahiya Pirejmanê ya Pîrana Amedê, di 1’ê hezîranê de agir berda daristana li quntarê çiyayê Gorseyê.
Neh roj in şewat dewam dike û gihiştiye gundên Bahçekapi û Çevrecîk ên navçeya Aricakê ya Xarpêrtê.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên xwecihî ve hatin ragihandin, şewat ber bi gundê Pirejmanê ve belav dibe û gefê li gelek gundan dixwe.