Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Piştperdeya hevdîtina Barzanî-Erdogan

Di 12’ê adarê de serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî

Têkildarî mijarê siyasetmedar Niyaz Hamîd diyar kir ku dewleta tirk PDK`ê weke rêbazeke şerê taybet li dijî kurdan bi kar tîne û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî berpirsên PDK`ê berê xwe didin Tirkiyeyê da ku fermanan ji Erdogan wergirin.”

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku Erdogan berpirsên PDK`ê vexwend serdanê û wiha domand: “Ji 23`yê nîsana borî ve di navbera HPG`ê û dewleta tirk de şer rû dide. Dewleta tirk ruxmî ku hemû cureyên çekên di qada navneteweyî de qedexekirî ne, li dijî hêzên gerîla bi kar anî, lê bi bin ket. Ji ber ku nikare armancên xwe pêk bîne, hewl dide bi rêya PDK, El-Nusra, çeteyên Roj û komên alîgirên wê armancên xwe pêk bîne ku rasterast wan tev li şerên li hemberî gerîla bikin. Ev lihevkirin di civîna li Munchenê de pêk hat.”

Hamîd sedema duyemîn a serdanê wiha nirxand: “Erdogan, li gel tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê û cezayên ku ji ber vê tevgerê li ser Rûsya hetina birîn, dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê wek ku çawa petrola Kurdistanê xiste bin serweriya xwe. Dewleta tirk hemû dahatên petrolê desteser dike û pareke biçûk dide PDK’ê. Dewleta tirk ji ber şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ev dem diyar kir. Dewletên Ewropayê jî li çareseriyeke alternatif a ji bo mijara gaza Rûsyayê digere. Ji ber vê yekê Erdogan dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê.”

Niyaz Hamîd anî ziman ku sedema sêyemîn ji bo razîkirina Îsraîlê bû û wiha got: “Di vê civînê de li hev kirin ku bajarê Hewlêrê bibe navenda Mossad a Îsraîlê, gelê Îranê û gelê başûrê Kurdistanê weke ajanên  Mossadê li dijî komara Îranê bi kar bînin. Ev peyman encamên wê hene ku bajarê Hewlêrê bibe navenda şerê di navbera Îsraîl û Îranê de. Ev jî dê bandorê li gelên herêmê bike. Me ev yek dît dema ku Îran baregehên veşartî yên Mossadê li Hewlêrê weke ku Îranê digot, topbaran kir.”

Pasdarên Îranê di 13`ê adarê de bi moşekan êrişî Hewlêrê kir û got, wê baregehên veşartî yên Îsraîlê kirin hedef.

Şîrovekarê siyaseta di axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsên PDK`ê fermanên xwe ji îstixbaratên Tirkiyeyê digirin, şerên li dijî kurd û destkeftiyên wan didomîne û wiha domand: “Ew kes ji kurdbûnê dûr in. Yek ji wan dema hêzên gerîla şerê dewleta tirk dikir û planên wan ên mêtîngeriyê têk dibir, PDK`ê xiyanet li gerîla dikir û kemîn ji wan re datine. Ji ber xiyaneta PDK`ê gelek gerîla şehîd bûn û heta niha cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatiye kirin.”

Hamîd diyar kir ku dewleta tirk PDK`ê erkdar kiriye ku siyaseta dijminatiyê li dijî kurdan û doza wan pêk bîne.

Niyaz Hemîd bal kişand ser êrîşa bi moşekan a li ser Hewlêrê û ev tişt anî ziman: “Piştî hilbijartinên Iraqê yên 10`ê cotmeha 2021`an guhertin çêbûn. Di serî de têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îranê de hatin qutkirin. Dewleta tirk têkiliyên xwe bi Îsraîl û Îmaratê re baş kir. Hevbendiya Îmarat, Tirkiye û Îsraîlê dixwaze hikumetekê li Iraqê ava bike ku xizmeta berjewendiyên wan bike. Lê li beramberî vê jî Îran li pêşiya avakirina vê hikumetê dibe astengî.”

Şîrovekarê siyasetê Niyaz Hamîd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Serokê Îsraîlê dixwaze navenda Mossad a Îsraîlê ava bike. Em dizanin ku komara Îranê îstixbaratên xwe li derdora Erdogan belav kiriye û tevgera wî ji nêz ve dişopîne. Haya Îranê ji vê planê heye. Ji ber wê jî êrişî nuqteyên veşartî yên Mossada Îsraîlê kir. Bi vê êrîşî Îranê xwest peyama xwe bide ku ew  derfetê nade avakirina hikumeta ku xizmeta berjewendiyên Îsraîl, Tirkiyê û Îmaratê bike û xizmeta berjewendiyên Îranê jî nake.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar