Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pîvana pêşmergetiyê ruhê Mame Rîşe ye

Sala 1953’yan li gundê Taleban ê Çemçemalê yê Silêmaniyê zarokek bi navê Necmedîn Şukur Reûf çavên xwe li dinê vekir. Necmedîn Şukur zarokatî û nûciwaniya xwe bi cotyarî, karkerî û şivaniyê derbas kir. Lewma jî ew hê di zarokatiya xwe de ji ked û axê re aşîna bû. Salên 1960-70’yî de, li cîhanê bayê tevgerên ciwanên şoreşger digeriya, ev bayê şoreşê bandor li wî jî kir û ew di sala 1973’yan de berê xwe da Filistînê û mil da zarokên wê derê. Necmedîn Şukur, salekê li navçeya Golan a Filistînê tev li têkoşîna gel bû…

Di wan salan de dîktatoriya rejîma Baasê zilmeke neditî li xelkê başûrê Kurdistanê dikir. Necmedîn Şukur Reûf, piştî têkoşîna xwe ya salekê ya li Filistînê vegeriya Kurdistanê û li dijî rejîma Sedam bû pêşmerge. Piştî bû pêşmerge, navê Necmedîn Şukur bû Mame Rîşe. Êdî navûdengê vî pêşmergeyê leheng di nav demeke kin de li herêmê belav bû. Çalakî û têkoşîna Mame Rîşe ya li dijî dîktatoriya Sedam bi taybetî li herêma Çemçemal, Cebarî, Hemewendî, Zengene û Qerehesenê bandoreke zêde li welatiyan kir. Gel ewqas ji Mame Rîşe tesîr bûbû ku jê re digotin; Bazê Germiyanê. Mame Rîşe fermandariya lîwaya 4 a Cebarî dikir, ji ber niştimanperwerî û wêrekiya xwe di çavê xelkê herêmê de weke lehengekî efsanewî bû. Lewma jî ciwanên li herêmê dixwestin bibin pêşmerge, tim xeyal dikirin ku bi fermandariya Mame Rîşe de şer bikin.

Navûdengê vî fermandarî ne tenê li nav kurdan, her wiha di nav neyaran de jî belav bû. Rejîma Sedam ji bo pêşî li vî bayê lehengiyê bigire, berê hêzên xwe dide malbata Mame Rîşe û sala 1981’ê bavê wî Mam Şukur direvîne û şehîd dike, lê Mame Rîşe bi gotina ‘ez evîndarê Kurdistanê me’ bersiva hêzên rejîmê dide û dest ji pêşmergetiyê bernade. Rejîma Sedam ku nekarî pêşî li dilsoziya Mame Rîşe bigire, 24’ê Çileya 1985’an bi destê caşên kurd wî li gundê Qayîş Paşa yê Kerkûkê şehîd xist.

Ji rejîma Sedam heta rejîma Erdogan jîn û jiyana kurdan her şer û têkoşîna rizgariyê ye. Çawa ku kurdan di dema xwe de li dijî Sedam li ber xwe dan, îro jî bi heman awayî li dijî Erdogan li ber xwe didin. Dewleta tirk qanûna Şerq Islahatê ya sala 1925’an bi pêşengiya Erdogan di sala 2014’an de bi navê plana çokdanînê nû kir. Xalên di vê planê de cih digirin eynî mîna qanûna Şerq Islahatê ne ku dewleta tirk îro li gor wan tevdigere. Çawa ku di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de ermen, di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de jî cihû hatin qirkrin, hikûmeta niha ya dewleta tirk jî sond xwariye ku di Şerê Cîhanî yê Sêyemîn de di çarçoveya vê planê de heman tiştî bîne serê kurdan. Lewma jî gotina ‘dewleta tirk dixwaze qira kurdan hemûyan bîne’  ji yên heqîqetê dibînin re ne mûbalaxa ye.

Li dijî vî dijminê qirker, têkoşîneke bi ruh û dilêriya Mame Rîşe divêt. Lewma min girîngî pê dît ku ez hinekî jî be qala lehengiya Mame Rîşe bikim. Mame Rîşe pêşmerge bû û ji bo azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeran her têkoşiya û her şer kir. Îro bi hezaran ciwanên kurd eynî bi wêrekiya Mame Rîşe li dijî neyaran radiwestin. Rojane ciwanên kurd şehîd dibin. Li hêlekê berxwedaneke bi vî rengî tê dayîn, lê li hêleke din jî karbidestên mala Barzanî bi hevkariya dewleta tirk navê pêşmerge diherimînin. Ew hêzên taybet ku navê wan kirine ‘Pêşmergeyên Roj’ ne pêşmerge ne. Ew yekser li ser destê serbazên dewleta tirk hatine perwerdekirin. Pêşmerge xwedî dîrokeke kevnare ya berxwedanê ye. Pêşmerge Mame Rîşe û bi hezaran lehengên bênav û nîşan in. Divê malbatên pêşmergeyan û gelê kurd li dijî vê bêrûmetiyê bibin xwedî helwest û nehêlin navê pêşmerge ji hêla karbidestên mala Barzanî û dewleta tirk ve bê lewitandin.

Xewn û xeyala Mame Rîşe dîtina Kurdistaneke azad bû. Têkoşîna wî ji bo çar hêlên welêt bû. Bazê Germiyanê ji ber vê sekna xwe di dilê her kurdeke de hêlîna xwe çê kir. Navê wî li zarokan hat danîn û di helbest û stranan de bû newa. Mame Rîşe dema li dijî caşên kurd ên hevkariya Saddam dikirin re têdikoşiya bi xayînî hat şehîdkirin. Şerê wî yê li dijî dagirkeriyê û helwesta wî ya zelal a li dijî hevkariyê ji bo me kurdan pîvan e. Çawa dibe ku meriv hem ji lehengekî weke Mame Rîşe re û hem jî ji wan çekdarên ku di bin fermandariya dewleta tirk de ne bêje pêşmerge ?

Nûçeyên Têkildar