Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

PJAK: Azadiya gelan û Rêber Apo girêdayî heve

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 22’yemîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wiha ye: “9’ê Cotmeha 1999’an roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, ji aliyê hegemonya cîhanî û herêmî ve bi armanca komkujîkirina gelê kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bû. Rêveberiya wê hêzên serdest ên sermedarên cîhanê (NATO-Gilado) bû. Di qonaxên piştre, ango şerê sêyemîn ê cîhanê de li navenda Kurdistanê, li Rojhilata Navîn berdewam e. Lewma ji bo azadiya gelê kurd, gelên stem lêhatîn kirin ên Rojhilata Navîn, yekane rêya li dijî faşîzm û sermeyedariyê têkoşîna hevpar a gelan e ku Rêber Apo di vê rê de li Îmraliyê berxwedanek bêhempa dike.

Ji ber sedema vê komploya navneteweyî ya ji aliyê sermeyedarên cîhanê ve ku dewleta tirk a faşîst û Erdogan li herêmê nûnertiya wan dike, gelên Rojhilata Navîn ketine li ber pêla wêrankirina şerê sêyemîn ê cîhanê û ev komkujî jî ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo hemû gelên herêmê bûye gefek cidî. Rayedarên hêzên cîhanî dihizirin ku bêyî tunekirin û dîlgirtina Rêber Apo şerê Rojhilata Navîn nikarin pêk bînin. Ev yek îspata vê yekê ye ku qonaxa yekem a şerê sêyemîn ê cîhanê li dijî Rêber Apo pêk hat û piştre bi destwerdana leşkerî ya li Iraqê û Rojhilata Navîn dest pê kir ku niha li herêmê bi awayên cuda berdewam e.

Weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li gel şermezarkirina komploya navneteweyî û desthilata xwînmêj a Îranê daxwazê ji gelên Îranê û bi taybet gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê dikin ku li gel welatparêzên Ewropayê dakevin qadan. Her wiha daxwazê ji ciwan, jin, karker, çînên cuda, çalakvanên siyasî, rewşenbîr, siyasetmedar û mamostayan dikin ku rola xwe ya pêşengiyê bi cih bînin. Bibin hêviya gelan û havênê azadiya Rêber Apo. Ji ber ku tenê hêza bi bandor a li hemberî zilma sermedar û dewletên muhafazekar ên herêmê berxwedana gelane. Azadiya gelan û Rêber Apo nêzîk e. Garantiya vê azadiyê hebûna gelan a li qadan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar