Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PJAK: Dê têkoşîn bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî dewam bike

Koordînasyona PAJK'ê Viyan Soran di salvegera 17'an a şehadeta wê de bi bîr anî û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komplo û dagirkeriyê wê bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) ji ber salvegera 17’emîn a şehadeta Viyan Soran daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em pêşenga xeta azadiya jinan hevrê Viyan Soran, di 17’emîn salvegera şehadetê de û di şexsê wê de tevahî şehîdên li dijî komploya li ser Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bibîrtînin. 24 sale têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê li ser hîmê bawerî, dilsozî û xeta şehîdên fedaî tê meşandin. Bi berxwedaneke dîrokî hesap ji hêzên komploger tê pirsîn.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di 15’ Sibata 1999’an de Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Li hemberî vê komplo û bêbextiya mezin a sedsalê ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me pêkanîn bi sedan hevrêyên me bi ruhê fedaî û bi çalakiyên canbexşane bersiveke tund dan hêzên komploger. Heval Viyan Soran, bi sekneke bi biryar, bi helwest û berpirsyariya xwe ya demê di sala 2006’an de, li hemberî nûjenkirina komplo û êrîşên topyekûn yên li dijî tevgera me bi çalakiya xwe bersiv da hêzên komploger. Weke milîtaneke jin a pêşeng, fermandar û rêveberiya partiya me pêvajo û xeteriyên li ser jiyana Rêber Apo di fikir û dilê xwe de ji kûr ve hîs kir. Ji ber ku heval Viyan, di her kêliya jiyanê de bi Rêbertiyê re dijiya. Weke jineke kurd a ji başûrê Kurdistanê evîna jiyaneke azad di xeta azadiya jinan a Rêbertiyê de dît. Bi vê berpirsyariya dîrokî li dijî komplogeran sekinî û girêdaniya xwe ya bi xeta Rêbertiyê re nîşan da.

‘Viyan bi sekna xwe bû pîvana dilsozî û parastina xeta Rêber Apo’

Komploya li dijî Rêbertiya me bi tecrîdeke giran a mutleq re dewam dike. Li hemberî plangeriyên nû yên siyaseta komplo û tecrîdê tevgera azadiya jin û gelê me bi pêşengtiya gerîla şerê azadiyê didin meşandin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke dijwar pêş dixînin. Li hemberî hemû êrîşan berxwedaniyeke bêhempa bi dayîna berdêlên giran dewam dike. Têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê bi ruhê Viyanan û bi sedan hevrêyên ku bi agirê bedena xwe li dora Rêbertiya me bûn xeleka ji agir di roja îro de li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê dewam dike. Eger di roja îro de mirovahiya pêşverû û jinên cîhanê xwedî li Rêbertiya me derdikevin, ji bo azadiya wî tekoşînê didin meşandin ev bi saya nirxên şehîdên me ye. Bi saya paradîgma û xeta azadiya jinan ya Rêbertiya me ye. Hevrê Viyan Soran li ser vê xetê, bû milîtana pêşeng ya partiya me û paradîgma Rêbertiyê. Bi nêrîn, bi zeka û heskirina xwe ya jinan li ser paradîgma Rêber Apo kûr bû. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tekoşîna xwe ya azadiyê hûnand. Hevrê Viyan bi sekna xwe ya li hemberî komplogeran di dîroka têkoşîna azadiya jinan de bû pîvana dilsozî û parastina xeta Rêber Apo.

‘Xeta azadiyê ya viyan îro li her dera Kurdistanê dewam dike’

Sekna hevrê Viyan, li hemberî hevkarî û xeta xiyanetê ya PDK’ê dimeşîne, xeta berxwedanê ye. Îro ev xet di serî de li nava jinên başûrê Kurdistanê, ciwanên Başûr û tevahî Kurdistanê bûye îradeya azad. Têkoşîna kadroya pêşeng a xeta azadiya jinan a hevrê Viyan, îro li Başûr û li her derê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ dewam dike. Sekna Berfînan, Delalan û Helmetan a ku li ser xeta Viyanan berê xwe dan çiyayên azad û li dijî dagirkeriya deweleta tirk a faşîst û hevkarê wê PDK’ê, sekna bi rûmet ya gelê me yê başûrê Kurdistanê ye. Israra di nasname û hebûna azad di şexsê van gerîlayên qehreman de gihîştiye lûtkeyê.

‘Têkoşîn wê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi ruhê Viyanan dewam bike’

Li ser vî esasî wê têkoşîna jin, ciwan û gelê me ya li dijî komplo, li dijî dagirkerî û hevkariyê di sala 25’emîn ya komployê de, bi ruhê Viyanan û bi hezaran şehîdên me yên bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê misoger bibe were meşandin. Wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê em ê li dijî komployê bi helwest û dilsoziya bi hevrê Viyan re têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî bîranîna şehîdên me, em careke din bejna xwe ditewînin û soza me da ye şehîdan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê mîsoger bikin dubare dikin. Em wekî milîtanên Rêber Apo û hevrêyên Viyanan vê erkê ji bo xwe weke erkeke dîrokî û deynê şehîdên xwe dibînin ku bînin cîh.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar