Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

PJAK: Divê hemû kurd piştgiriyê bidin rojhilatê Kurdistanê

PJAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê kurd a li rojhilatê Kurdistanê. PJAK’ê diyar kir ku li hemberî faşîzma rejîma Îranê êdî sebra gel nemaye

PJAK’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê kir daku xwedî li têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê derbikevin. Herwiha di daxuuyaniyê hat diyarkir ku Komara Îslamî ya Îranê di bernameya xwe ya 40 salan de li dijî gel bi hezaran sûc kiriye, ji bo vê sebra gel êdî gihiştiye qonaxa dawî.

Desteya Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) der barê xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

PJAK’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser sûcên 40 salan ku rejîma Îranê li hemberî gel dike û ev tişt parve kirin: “Rejîma faşîst a Îranê xwe bi ser gel daye ferz kirin, êdî sebra gel gihiştiya wê qonaxê ku vê jiyanê red bike. Ev 40 sale bernameya Îranê bi xwe re bêkarî, gendelî, qirkirin, asîmîlasyon û herî dawî jî qeyrana aborî aniye. Di nava 40 salan de Komara Îslamî ya Îranê, hertim îdam û îşkence li xelkê ferz kiriye. Em ê hemû dê awayekî li hemberî zilm û bêrêziyê bin. Em bang li hemû azadîxwaz, mafxwaz û têkoşerên Îranê dikin ku li hemberî bêdengkirin û kuştina xelkê bêdeng nemînin. Xwedî helwest bin, dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind.”

Daxuyaniya PJAK’ê wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku piştevaniyê bi têkoşîna gelê me yê rojhilatê Kurdistanê bikin. Bila gelê me yê rojhilatê Kurdistanê jî bizane ku têkoşîna li dijî dîkdatorî û faşîzmê, ji bo gihiştina azadiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar