Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

PJAK: Grevên birçîbûnê dîrok nivîsandin

PJAK’ê destek da daxwaz û çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku divê çalakgerên greva birçîbûnê zanibin ku bi çalakiya xwe dîrok nivîsandine û peyameke dîrokî didin dîktatoran

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, didomin. Çalakiya Guven îro 3 mehan temam dike û her wiha çalakiya li girtigehên bakurê Kurdistanê û Tirkiye jî di roja 52’yemîn de didome.  Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî çalakiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand  û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyan anî ziman.

PJAK’ê diyar kir ku gelê kurd bi pêşengiya jinên azad îradeya xwe nîşanî tevahiya dinyayê daye û wiha got: “Gotina ‘Berxwedan jiyan e’ ji bo çalakgerên greva birçîbûnê watedar e. Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û ya têkoşerên azadiyê watedar e. Bi saya çalakiyên greva birçîbûnê tirsa di dilê dagirker û paşverûyan de zêde bû. Têkoşîna azadiyê wê di her serdemê de bi her awayî ji aliyê gel ve bê pêşwazîkirin û xurtkirin. Têkoşîna gelê me sînor derbas kir.”

PJAK’ê di berdewama daxuyaniyê de ev peyam da çalakgeran: “Leyla Guven û têkoşerên azadiyê hemûyan dîrok nivîsandin. Bi têkoşîna we re wê tecrîd rabe û bi berxwedana xwe hûn ê peyameke dîrokî bidin dîktatoran. Gelên azadîxwaz ên li Rojhilat hêza xwe ji têkoşîna we digirin. Em ji dil piştgiriyê didin têkoşîna we. Bi girtinê nikarin roja me tarî bikin. Hûn ji bo tevahiya mirovahiyê mînakeke zindî û baş in. Têkoşîna me tenê rêyek daniye ber xwe. Ew jî serkeftin e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar