Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PJAK: Guhertinên mezin bi têkoşînê pêkan in

PJAK'ê êrîşên li herêma Kosalanê weke hewldanek ji bo qirkirinê pênase kir û bang li gel û pêkhateyên civakê kir ku li ber êrîşan rabin. PJAK'ê got, "Guhertinên mezin wê bi têkoşînên mezin ên gelan pêk werin."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser êrîşên hêzên desthilatdariya Îranê yên li Kosalan û gelek deverên rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

PJAK êrîş şermezar kir û got: “Kosalan warê gelê kurd ê mezlûm ê têkoşîn û rizgariyê ye.”

PJAK’ê bal kişand ser êrîşên hêzên Îranê yên li Kosalan û herêma Merîwanê û got: “Oparasyonên leşkerî yên li ser herêmê û êrîşên dorfireh, dixwazin ji nû ve herêmê dagir bikin û bi armanca tunekirinê ne. Israra şer a rejîma Îranê û bi şer çareserkirin, li herêmê rê li ber hejarî û bêkariyek mezin vedike û krîzên heyî kûrtir dike.”

PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku êrîşên li Kosalan û Merîwanê rû didin, ji bo çareseriya pirsa kurd a li Îran û Rojhilata Navîn ne çareserî ye, berovajî wê tenê şer û tunekirine. PJAK’ê bibîr xist ku di demekê de ku gel bi hejarî, bêkarî, newekhevî re rû bi rû maye, serî lêdana sîstema desthilatdar a car bi çandî û car jî bi fîzîkî ya qirkirinê, tê wateya ku serî li rêyên berê dane.

Di daxuyaniyê de îşaret bi birîna daran, talankirina daristanan, avakirina qadên leşkerî li zozanan hat kirin û hat destnîşankirin, ku ev kiryarên li bejahiya Merîwanê diqewimin ji bilî qirkirinê nayê tu wateyê.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Îranê hatin şermezarkirin û  wiha hat gotin: “Hebûna gerîla ne ji bo şer, ji bo maf û parastina gel a rewa ye. Armanca me pêkanîna edalet, demokrasî û têkoşîna di vê oxirê de ye. Pir aşkere ye êrîşên qirkirinê yên sed sala bihurî yên li Îran û Rojhilata Navîn nekarî gelê me tune bike. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka kurd û gelên din ên Îranê tenê bi çareseriya rêyên mirovî, exlaqî û fikrî yên serdemê pêkan e. Têkoşîna rizgarkirina gel, jîngeh û tevahî hebûna gelê kurd karekî dîrokî ye, ku roj bi roj Îranê nêzî azadiyê dike. Li ser vê yekê em bang li gel û neteweyan, girseyên civakê, jin, ciwan, aktîvîstên hawirdorê, kedkar, rêxistinên sivîl û çîn û esnafan dikin ku li dijî van êrîşên wêrankerên gelan û hawirdorê helwesteke zelal nîşan bidin. Guhertinên mezin wê bi têkoşînên mezin ên gelan pêk werin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar