Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

PJAK: Jehrîkirina xwendekarên jin êrîşa li ser civakê ye

PJAK'ê diyar kir ku jehrîkirina xwendekarên jin êrîşek li ser civakê ye û got, "Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin."

Ji dawiya meha mijdara 2022’yan ve li seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrîşê dibistanên xwendekarên jin tê kirin. Heta niha 4 xwendekarên jin ji ber van gazan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran xwendekar jî jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Di derbarê van êrîşan de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya PJAK’ê de hat gotin ku jehrîkirina xwendevanan tawanek li dijî jinan û ragihandina şerê desthilatê ya li dijî hemû civakê ye  û ev tişt hat gotin: “Tişta ku îro di jêr navê jehrîkirina xwendekaran de li seranserî Îranê rû dide, di rastiyê de tolhilanîna desthilatê ya ji civaka azadîxwaze.”

Di daxuaniyê de hat ragihandin ku desthilatdarî bi siyaseta ‘serketina bi tirsê’ dixwaze tevayî civakê bêdeng bike û rê li pêş şoreşa herî bi rûmet ku ew jî şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ ye bigre.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşkirina li ser xwendekarên jin êrîşeke li ser tevayî civak û malbatên xwendekaran e û ev tişt hat gotin; “Ev êrîşeke li dijî hemû kesên ku dixwazin şoreşa azadîxwazan a li seranserî Îranê pêşbixine ye. “

Di beşek dina daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji bo rûbirûbûna van êrîşan ku rejîm hewil dide bike tiştek rojane û wek asayî nîşan bide, kiryarek dijî jinan e. Divê civak û malbatên xwendevanan li benda saziyên ewlehiyê yên dewletê nemînin. Ji ber ku ew sazî bi xwe di vî sucî de beşdarin.”

PJAK’ê diyar dike ku jehrîkirina xwendekaran suc e li dijî jinan û ragihandina şerê biyolojî yê taybet ê desthilatê ye li dijî hemû civakê. Armanca van êrîşên qirêj û tirsnak bêdengkirina jinan û girêdana jinan a bi zincîrên koletiyê ye.

Di dawiyê de jî PJAK vê bangê dike; “Daxwaz ji hemû çîn û beşên civakê, malbat, çalakvanên sivîl bi taybetî jî mamoste û xwendevanan dikîn rê nedin siyaseta jin kuştinê ya rejîmê bibe sedama astengî ji pêşengtiya jinan a di serhildana jin, jiyan, azadî de re çêbe. Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar