Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

PJAK, KJAR û KODAR ji bo greva giştî bang li xelkê rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin

PJAK, KJAR û KODAR’ê bi daxuyaniyeke hevbeş ji bo greva giştî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin û diyar kirin ku raperîna heyî gihîştiye asteke ber bi çav û pêwîstî bi pêngavek di asta bilindtir de heye.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Civaka Demokratîk û Azad a rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, îro tev li greva giştî bibin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Heya îro raperîn gihîştiye astek ber bi çav û bersivek bi sûd. Lê pêwîstî bi pêngavek di astek bilindtir de heye, divê bi rêbazên cuda weke grev û nerazîbûn, guhertin werin kirin.

Em bang li jin, karker, xwendevan, xwendevanên zanîngehê, mamoste, rewşenbîr, kasibkar, çalakvanên siyasî, werzîşvan, hunermend û cotyaran dikin ku têkoşîna azadiyê bigihînin qonaxek nû û berfirehtir bikin. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi tevlibûna hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê, ji bo bidestxistina azadiyê, bûye haveyna herî mezin a şoreşa sedsala bîst û yekem a li ser bingehê azadiya jinan û gelan. Serhildana gelan niha gihîştiye astek ku destketiyên mezin bi dest xistiye û garantiya azadiyê di demek nêzîk de ye.”

Duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû xelkê rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar