Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

PJAK: Wê hewldanên reşkirinê sernekevin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bersiva daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn da û ragihand ku hewldanên reşkirina PJAK’ê yên ji aliyê kirêkiriyan ve timî binketine.

Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn tev li medya PDK’ê bû û îdia kir ku hevahengiyeke tam di navbera Pasdarên Îran û PJAK’ê de heye.

Komîteya Dîplomasiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi daxuyaniyekê bersiv da axaftin3en Lezgîn. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hewl didin di demekî wiha hestiyar de, PJAK’ê reş bikin ku li Îranê şoreşek li holê ye. Bêguman wê ev hewldanên reşkirinê têk biçin. PJAK daxuyaniya dijminkarî û belave ya Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê (Serbest Lezgîn) ya li ser bingehê tawanbarkirina PJAK’ê bi hevkariya rejîma faşîst a Îranê ya li sînor red dikîn û tu rastiya xwe nîne. Em vê hewldanê weke hewldanekî ji bo reşkirina PJAK’ê dibînin. Hewldanên wiha yên ji aliyê kirêkiriyan ve ji bo reşkirina PJAK’ê tên kirin timî şikestî ne.”

PJAK’ê daxuyaniyên wiha mehkûm kir û ragihand ku di demekî wiha hestiyar de ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berbi pêş diçe, hewlaneke ku şoreşa gelê kurd a li Îranê ji rojevê derbixin û bi bi zanabûn tûşî şikestinê bînin û wiha didome: “PJAK weke tevgera azadîxwaza gelê kurd bi her awayî hêz û şiyanê riya fedayî ya ji bo gihîştina azadiya gel hilbijartiye. Her kes dizane ku rêbaza berxwedana PJAK’ê ji rêya xayînan çiye. Heta gihîştina azadiya gelê kurd wê têkoşîna me berdewam bike.”

Komîteya Dîplomasiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) dubare daxuyaniya nerast a Cîgirê Wezîrê Pêşmerge  mehkûm dike û ji bo şoreşa gelê kurd a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke helwestekî şêlokirinê dibîne û wiha tê gotin: “Her weke berê wê ev helwesta xiyanetkarne bişkê. Bêdudilî li hemberî hemû curê peywendî û têkiliya qirêj û nehêja ya aliyê, dewletan û her desthilatek niyeta wan ya dijberî û zerergihandina gelê me hebe radiwestîn û têkoşînê dikin. Rêbaza me aşkera ye û heta gihîştina azadiya gel wê xebata me berdewam bike. Bi têkoşîna bênavber, em ê hemû planên xayînan, welatfiroşan û dijminan têk bidîn. Em her tim bi prensîbên demokrasiyê û azadiyê ve girêdayî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar