Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

PJAK’ê banga xwedîderketina li Silêmaniyê kir

Komîteya Têkiliyên Derve ya PJAK’ê, êrîşa dewleta tirk a dagirker li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir, û got ev êrîşeke dermirovî bû ku serweriya Iraq û herêmê binpê kir. PJAKʹê bang li her kesî kir ku xwedî helwest bin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Bajarê Silêmanî di dîroka xwe de bi nîştîmanperwerî û welatparêziyê tê nasîn û di rojên teng de li hewara gelê me yê li beşên din ên Kurdistanê rabûye. Silêmanî her tim bûye navenda hilweşandina desthilatê û dengê li dijî dagirkeriyê. Ev jî bûne sedema êrîşên dijmin û dijberên Kurdistanê li ser vî bajarî çêbin. Ji bo vê meqamê qurbaniyên giranbiha dane.

Êrîşa balafirên bêmirov a dewleta tirk a dagirker ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê, pêngavek dermirovî bû ku serweriya başûrê Kurdistanê û Iraqê binpê kir. Ne cara yekem e ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike ku bi dehan welatiyên sivîl û pêşmerge di encama van êrîşan de şehîdbûne. Ger sînorek ji bo van destdirêjiyên dewleta tirk a dagirker re neyê danîn, egera dubarebûnê heye.

Em êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar dikin û ji bo piştgiriya vî bajarê nîştîmanperwer, li benda helwesteke yekgirtî ya xelkê başûrê Kurdistanê ne. Bang li civaka navneteweyî, Iraq û başûrê Kurdistanê dikin, êdî li beramberî êrîşên bi vî awayî bê deng nemînin û dawî li dagirkeriya dewleta tirk a dagirker li ser xaka başûrê Kurdistanê û Iraqê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar