Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

PJAK’ê piştgirî da karmendên tenduristiyê û berxwdana jinan

Komîteya Tenduristiyê ya PJAK'ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê û wiha got: "Di heman demê de em piştgiriya xwe ji bo nerazîbûnên xebatkarên tenduristiyê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê radigihînin û daxwaz dikin ku xebatkar û karmendên tenduristiyê asta daxwazên xwe bilindtir bikin û xwedî li berxwedana hevkarên xwe yên li zîndanên rejîma Îranê derkevin û piştgiriya wan bikin û li hember kuştin û îdamkirin û zîndanîkirina jinan erkên bingehîn ên civakbûnê bi cih bînin."

Li Îranê û rojhilatê Kurdistanê çend roj in li gelek deveran karmendên tenduristiyê li dijî şertên zehmet ên kar û binpêkirinên mafan, dest bi boykot û xwepêşandanan kirin. Komîteya Tenduristiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser mijarê daxuyaniyek da, piştgiriya xwe ya ji bo boykot û nerazîbûna karmendên tendirustiyê nîşan da.

Daxuyaniya Komîteya Tendurustiyê ya PJAK’ê wiha ye:

“Em piştgiriya serhildana karmendên tenduristiyê yên li Îranê dikin.

Di sedsala bîst û yekem de çanda destdirêjî û mêrsalariyê di hemû qadên jiyanê de bi êrişkirina li ser jinan nirx û pîroziyên civakê dike armanc. Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta îro her tim jin xwediyên rastîn ên jiyanê ne. Di kesayetiya jinan de sîstema modernîteya kapîtalsît civakê dike armanc û bi siyaseta dîzaynkirinê hewl dide civaka xwe ava bike. Di her civakekê de pîvana exlaq û wîjdanê bi jinan tê temsîlkirin. Ya ku jiyanê ava dike, bi rê ve dibe û parastina exlaqa civakê dike, di esasa xwe de hebûna jinan e. Ji ber vê yekê, li hemberî zihniyeta mêrsalar jin divê xwe rêxistin bikin. Divê hemû qadên jiyanê di çarçoveya hevdengî û hevfikiriyê de xwerêxistinkirina jinan xurttir bikin. Li hember vê sîstemê, xweparastin û pêşxistina parastina cewherî esas e. Ew destdirêjiya ku li ser jinan tê meşandin, li dijî yekitî û hevgirtina rêxistinbûna jinan e; ji ber ku tirsa wan ji îradeya jinên berxwedêr heye. Mînaka berbiçav di 16’ê Îlona 2022’an de li Îranê kuştina jina Kurd “Jîna Emînî” ye ku bû qurbaniya destê zihniyeta mêrsalar. Civakê ji destpêkê ve bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê tovê zihnî yê jiyana azad çandiye. Bi vê zanista civakî dîsan vedijîne û xwe li hemû cîhanê belav dike. Bêguman ew sîstema ku pişta xwe dide zihniyeta zayendperest û dînperest hêzeke birêxistinkirî ye ku di bingeha xwe de jinan wek metirsiyeke herî mezin qebûl dike. Çunku di hemû qadên jiyanê de jinan dike armanc. Di van rojan de jî di encama zihniyeteke tecawizkar de li Hindistanê jineke doktor kuştin. Li Îranê di kesayetiya Jîna Emînî û wê jina doktor a Hindistanê de zihniyeta mêrsalar careke din rûyê xwe yê çepel nîşan da. Rojane bi hezaran jin rastî zihniyeteke wiha tên, lê karaktera jina azadîxwaz û berxwedêr tu caran serê xwe natewîne û teslîm nabe û hesab ji vê zihniyetê dipirse. Xwerêxistinkirina jinan û berxwedana jinan pêl bi pêl li hemû cîhanê belav dibe. Birûska efsûnî ya berxwedana jinan di dilê her jinekê de dibe perperîkeke azadiyê û perên xwe dike sîwanek ji bo rûmet û kerameta nirxên jiyanê. Nirxên jin û civakê bi parastina cewherî û bi destê jinan û xwedîderketina li wan nirxan misoger dibin. Wekî ku Rêberê Gelan Rêber Apo destnîşan kiribû “Sedsala bîst û yekem dê bibe sedsala jinan”, nîşaneyek ji vê rastiyê ye. Reng û netewebûna jinan tenê bi nasnameya jinan bi xwe misoger dibe. Ew jina Hindî ya ku hat kuştin, doktora civakê bû. Ew xebata ku wê ji bo xizmeta civakê dimeşand, tenê ji bo wê yekê bû ku bibe bersivek ji bo êş û kulên civakê. Bi awayekî hovane hat armanckirin.

Civakeke zanistî û azad tenê bi avakirina siyaseteke tendurist dikare çarenûsa xwe diyar bike; ji ber ku xebatkarên tenduristiyê li hember civakê berpirsyar in. Loma pêwîst e li derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst hemû dînamîk û hêzên civakê bi hev re xwedî helwesteke yekgirtî bin.

Di çarçoveya modernîteya demokratîk de jin û hemû civak jiyana azad û felsefeya pêkvejiyana demokratîk û azadiya jinan diparêzin. Nasnameya doktorbûnê nasnameyeke cîhanî ye. Modernîteya kapîtalîst dixwaze çanda destdirêjiyê wek penceşêrê di nav hemû beşên civakê de belav bike. Vê yekê jî bi taybetî li ser laşê jinan disepîne û dimeşîne. Pêwîst e serê pêşîn xebatkarên tenduristiyê ji bo civakeke tendurist li hember vê zihniyetê û vê êrişa bêexlaq bisekinin. Ji aliyê laşî û derûnî ve, hişyariya civakî dê bi têkoşîna xebatkarên tenduristiyê misoger bibe. Ji ber ku sîstemê civak di kesayetiya jinan de bi şerekî giran û mezin ê laşî û ruhî re rû bi rû kiriye. Berpirsyariya yekem û pêşengî li ser milê xebatkarên tenduristiyê ye û ji ber vê yekê ye ku sonda Hîpokrat li ser bingeha parastina tenduristî û exlaqa civakê tê xwarin.

Wek Komîteya Tenduristiyê ya PJAK’ê em bang li hemû jinan dikin ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê kom bibin û bi xwedîderketina li nasnameya jina azad xwe rêxistin bikin û civakeke bi çanda dayika xwedawend û civakeke tendurist ava bikin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû rêxistin û saziyên tenduristiyê li hember qirkirina jinan û civakê helwestê nîşan bidin û xwedî li ked û nirxên civaka xwe derkevin. Di heman demê de em piştgiriya xwe ji bo nerazîbûnên xebatkarên tenduristiyê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê radigihînin û daxwaz dikin ku xebatkar û karmendên tenduristiyê asta daxwazên xwe bilindtir bikin û xwedî li berxwedana hevkarên xwe yên li zîndanên rejîma Îranê derkevin û piştgiriya wan bikin û li hember kuştin û îdamkirin û zîndanîkirina jinan erkên bingehîn ên civakbûnê bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar