Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK: 14’ê Tîrmehê serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd misoger kir!

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin daxuyaniyek da û got, “Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd misoger kiriye.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ku li ser malpera wê ya fermî hatiye weşandin wiha ye:

“Em ketine meha Tîrmehê ya nû, meha ku me rûmetên netewî bi dest xistiye. Em di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an de ne. Di serî de em afirînerê vê çalakiya dîrokî Rêber Apo silav dikin. Bi wesîleya salvegerê em hevrê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek yên ku vê lehengiya dîrokî pêk anîne û di şexsê wan de hemû şehîdên me yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Dema ku em salvegereke nû dijîn, divê em rastiya 14’ê Tîrmehê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin, bi hemû aliyan, bi awayekî rastir û kûrtir fêm bikin û têbigihêjin. Ji ber ku ev berxwedana mezin ruhê berxwedanê yê rast û xeta serketinê nîşanî me dide. Rêya jiyan û têkoşîna me ronî dike. Xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê rastbûna tevahî Berxwedana Demokratîk a Şoreşgerî ya ku em weke tevger û gel li hemberî êrîşên tinekirinê yên faşîzma AKP-MHP’ê pêk tînin, nîşanî me dide. Di têkoşîna hilweşandina feraset û siyaseta qirker û faşîst de, em hemû hêzê ji dersên vê berxwedana dewlemd a dîrokî werdigirin.

ÇAlakiya serfiraziya îdeolojîk

40 sal ji ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an derbas bû. Heke mirov bala xwe bidiyê wê bibîne ku bîranîna wê îro gelekî nû ye û bandora wê ji dema destpêkê û heta niha xurttir e. Çima?Ji ber ku helwesta ku diviyabû di wextê xwe de û di cih de bihata nîşandan, çalakiya berxwedanê bû. Ji ber ku hişmendiya kûr a înkar û îmhayê ya li ser civaka Kurd tê ferzkirin felaketeke mezin e û baweriya ku pêwîst e li ser vê bingehê di xeta fedakariyê de têkoşîna hebûn û azadiyê geş bike. Ji ber ku weke serketineke mezin a îdeolojîk a ku zîhniyet û siyaseta faşîst-qirker têk bir û hebûna Kurdan û azadiya Kurdan misoger kir, bi serketî hate pêkanîn.

Rêber Apo ji bo Berxwedana Mezin a Zindanê ku di Serfiraziya Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê gotibû ‘Ji mirinê ber bi jiyana azad ve pireke zexm hatiye avakirin.’ Her wiha bang li hemû tevger û gel kir ku bi baweriyeke mezin ji ser vê pira qayîm derbas bibin û ber bi jiyana azad ve bimeşin. Weke tevger û gel 40 sal in em di ser vê pirê re ber bi têkoşîna azadiyê ve dimeşin. Em Têkoşîna Azadiyê ya ku ev 50 sal in di bin fermandariya Mazlûman, Kemalan û Hayriyan de xwe rêxistin dikin û dimeşin.

Divê mirov bi tenê nebêje ‘Berxwedana zindanê’ yan jî ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ û derbas nebe. Girîngiyek mezin e ku mirov vê berxwedanê rast û kûr fêm bike û li ser vê bingehê hewl bide ku pêdiviyên wê pêk bîne. Em ji bîr nekin ku weke ku Rêber Apo diyar kiriye, têkoşîna zindanê bi rastî jî ew cihe ku tişta dijwar lê tê bi ser xistin. Li biryargeha dijmin a ku dibêje ‘ez serwerê her tiştî me’ derba giran û mirinê li dijmin tê xistin. Her wiha Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ne tenê derbe li dijmin xist, zîhniyet û siyaseta dagirker û qirker bi temamî têk bir û bi vî rengî serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd misoger kir.

Pêşiya têkoşîna me ronî dike

Wan ev bi çi kir? Bêguman wan bi hişmendî, bawerî, îrade û bi berpirsyarî ev yek kirin. Her çiqas kesî ferman neda wan jî, wan ferman ji Rêbertî, partî û xeta jiyana azad wergirtin. Tiştê rast dîtin, biryar dan û bêyî ku ji kesî hêvî bikin bi pêkanîna wê berpirsiyarî wergirtin. Eşkere ye ku ew bi ser ketin, ji ber ku felsefeya jiyanê û îradeya wan a ‘bi qasî ku di oxira wê de bimirin ew ji jiyanê hez dikin’ hebû. Ji ber ku xwedî bîr û baweriyeke ‘serketinê di tevgera Apoyî de dibînin’ bi ser ketin. 40 sal derbas bûn, lê rastiya ku îro jî tê bibîranîn û bi dersên xwe yên dewlemend riya jiyana me ya rojane û têkoşîna me ronî dike, vê rastiya berxwedanê ye. Derdikeve holê ku kesên ev berxwedan kirine, xwedî jiyaneke rast in. Di esasê xwe de bi eşkereyî derdikeve holê ku kesên bi rastî jî bi azadî dijîn Hayrî, Kemal, Hakî û Alî Çîçek in.

Ji ber vê yekê girîng e ku rastiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser esasê fêrbûna dersên wê yên dewlemend bi hemû aliyên xwe ve were fêmkirin û têgihiştin. Tevgera me û gelê me ev biryara dîrokî weke ‘Biryara Rûmeta Neteweyî’ bi nav kir. Diyar kir ku ev biryar û pêkanîna wê weke tevger û gel em serbilind in. Di bin êrîşên mêtinger û qirker de her cure rêxistina wê hatibû belavkirin û pelçiqandin, teslîm bûbû, asîmîle dibû û ber bi tunebûnê ve diçû. Ji vê rewşa rastiya mirovî û civakî hate derketin, bi ruh, bîr û baweriya azadiyê ve civak û kesayetiyeke nû derket holê û ev tişt wekî destpêka meşa ber bi mirovê azad û civaka demokratîk hate pênasekirin.

Piştî berxwedana mezin hemû têkoşînên li çiya, li bajar, li deştê, li zindanê li ser xeta Berxwedana Zindanê bilind bûn. Têkoşîna li ser bingeha biryardariya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate meşandin û hêz û îradeya xwe girt ku derbekê li her cure bertekan bixe û bibe tevgereke azadiyê ya herêmî û cîhanî. Ev rastiya berxwedana 14’ê Tîrmehê ye û asta pêşketin û destkeftiyên 40 salan derxistiye holê. Di wê rewşê de, ger rê û xeta rast were meşandin, tu dijmin tuneye ku neyê têkbirin, tu astengî tuneye ku neyê derbas kirin û tu serkeftin tuneye ku neyê bidestxistin.

Em dizanin ku ruh û biryardariya berxwedana 14’ê Tîrmehê di 15’ê Tebaxa 1984’an de û piştî sala 1990’an veguherî serhildanên gel û Şoreşa Azadiya Jinê û li ser vê bingehê pêşketineke mezin bi dest xist. Divê vê dîroka nêzik were lêkolîn ku berxwedana gerîla û gel bi hev re çawa pêş ket û Şoreşa Vejîna Netewî pêk hat ku çawa mêtingerî û qirkirina li Kurdistanê şikand û gelê Kurd ber bi hebûna azad ve bir.

Em baş dizanin ku dijminê ku nekarî li ber xwe bide û berxwedana me ya gerîla û gel têk bibe, ji 6’ê Gulana 1996’an û vir ve ji her demê zêdetir êrîşên xwe li dijî Rêber Apo pêk tîne û ji 9’ê Cotmeha 1998’an ve hewl dide vê di asta Komploya Navneteweyî de bidomîne. Li vir, di hawîrdoreke ku berxwedana me ya gerîla û gel li ser xetên lehengiyê pêş dikeve de, pêngavên destpêkê yên Şoreşa Azadiya Jinê tên avêtin û dijminê mêtinger û qirker ji bo pêşî li van tiştan bigire, êrîşan dibe ser Rêber Apo û em dibînin ku li dijî vê berxwedaniya fedaî ya 30’ê Hezîranê derdikeve holê.

Çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê derbeke giran li dijminê mêtinger û qirker xist, hem xeta gerîla ya serdema nû wê çawa be diyar kir, hem divê çawa xwedî li Rêber Apo bê derketin û parastin nîşan da û hem jî hêza jinên ku azad dibe nîşanî hemû dost û dijmin da û bûye helwesteke dîrokî.

Di vî warî de, bi qasî em xeta 14’ê Tîrmehê rast û tam fêm bikin, divê em xeta fedaî ya 30’ê Hezîranê jî rast û tam fêm bikin. Em dibînin ku ev xeta fedaî li ser bingeha Şoreşa Azadiya Jinê bûye ruhê azadî, hişmendî û îradeya ku li hemû cîhanê belav bûye û bandor li hemû jinên neteweyên din dike. Çima? Ji ber ku mîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan li Dêrsimê jî çalakiyek di cih û dema xwe de hatiye kirine. Îspat dike ku bi ronîkirina her cure tarîtiyê, bi zimanê ku dijmin jê fêhm dike bersivê dide zilma faşîst û qirker, zaliman ceza dike, bindestan birêxistin û zane dike ku bikaribin bi lêdana derbeyên herî giran li zaliman, vîna azadiyê bigihînin serkeftinê.

Em baş dizanin ku koletiya jinê bingehê hemû koletiyê ye, lewma azadiya jinê bingeha hemû azadiya ne û civaka azad ancax bi azadiya jinê, bi pêşengiya jina azad pêk tê. Di vî warî de gelekî watedar û tê fêmkirin ku milîtaneke jin a azadiyê li dijî êrîşa tinekirina Şoreşa Azadiyê û Rêbertiya Azadiyê helwesteke rast nîşan daye.

Ji bo vê jî rastiya Zîlan jî mîna berxwedana 14’ê Tîrmehê pêwîst e di hemû aliyên xwe de bi awayekî rast û kûr were fêmkirin û bi jiyanî bê kirin. Rastiya Zîlan bi awayekî zelal îspat kir ku kesayeta ku bi biryar be, birêxistin bike û bi armanca azadiyê ve bi xurtî girêdayî be, dikare her tiştî bike. Tenê kesayetek wiha dikare serkeftinên mezin pêk bîne û derbên giran li dijmin bixe. Dikare li baregehên dijmin çalakî pêk bîne.

Rastiya Zîlan qanûna jiyana azad e

Em ji bîr nekin ku Şoreşa me ya Azadiyê ya Netewî ku bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dest pê kir, ne tenê bi berxwedana fedaî ya Zîlan a 30’ê Hezîranê pratîkeke rast, tam û serketî bi dest xist, di heman demê de bi pêşengiya Şoreşa Azadiya Jinê û Jina Azad xeteke azadiyê ya rast û bêkêmasî bi dest xistiye û careke din serketina xwe misoger kiriye. Em bala xwe bidin Rêber Apo dema berxwedana 30’ê Hezîranê dinirxand digot, “Zîlan fermandar em jî şervanên wê ne.” Zîlan weke “Xwedawenda Azadiyê” bi nav kir. Diyar kir ku jina ku bi çanda xwedawenda mezin bibe û azad bibe, dibe pêşenga hemû şoreşên azadiyê. Rastiya Zîlan weke “qanûna jiyana azad” pênase kir.

Îro em di pozîsyona tevger û gelên ku bi ruh û xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê têdikoşin de ne. Em salvegerên nû yên van berxwedanên mezin dijîn. Beriya her tiştî divê em baş bizanibin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê û berxwedana 30’ê Hezîranê her du biryardarî, cesaret û fedakariyeke mezin îfade dikin. Ev jî bi girêdana bi jiyana azad û xeta Rêbertiyê ve hate bidestxistin. Li ser vê esasê bi rexnedayînek kûr û lêhûrbûn ev encam derdikevin holê.

Li aliyê din hem berxwedana 14 ‘ê Tîrmehê û hem jî berxwedana 30 ‘ê Hezîranê, serketineke mezin û teqez di asta ku derbeke giran û tineker li dijmin bixe, wê têk bibe û bavêje nava sergoya dîrokê de temsîl dike.

Îro serhildana gelê Kurdistanê ya ji bo Şoreşa Azadiyê û cesaret û fedakariya ku di vî warî de derxist holê, rastiya gelê fedaî ye, rastiyeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Eşkere ye ku bendewarî û fermana rastiya gel encax bi vî awayî dikare bi cih were anîn.

Berxwedana topyekun

Ji vî alî ve Berxwedana Demokratîk a Şoreşgerî berxwedana topyekûn li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dimeşîne, di vê rewşê de ne pêkan e ku faşîzm temenê xwe dirêj bike. Di rastiyê de hêz û bandora berxwedana demokratîk a antî-faşîst wê diyar bike ku faşîzm wê kengê û çawa hilweşe. Ji xwe şansê faşîzma AKP-MHP’ê tune ye ku bi hêza xwe li ser piyan bimîne.

Gelek eşkere ye ku li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di têkoşîna topyekûn a li dijî dîktatoriya AKP-MHP’ê de ji her kesî zêdetir wezîfe dikeve ser milê partiya me, gerîla, gelê me, jinan û ciwanan. Hemû hêzên Tirkiye, Sûriye û Iraqê li benda pêşengiya me ne. Eger em rast û têrker pêşengiyê bikin, hemû hêzên şoreşger û demokratîk li dora pêşengiyeke bi vî rengî ji yekîtiyê re vekirî ne. Wê demê ji her demê zêdetir divê em hîn zêdetir xwedî li wezîfeyên pêşengiyên derkevin, ji têkoşîna paşerojê tecrube derxînin, ne tenê li Kurdistanê, di nava sînorên dewletên ku Kurdistanê di bin desthilatdariya xwe digirin pêşengiyê ji tevgerên şoreşê yên demokratîk re bikin û bibin xwedî helwest.

Têkildarî têkoşîneke wiha di şert û mercên roja me ya îro de wê çawa pêş bikeve, wê Xeta Serkeftinê ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê rê nîşanî me bide. Di berxwedana topyekûn a navborî de, em ê wezîfeya pêşengiyê bi serkeftî pêk bînin, li ser xeta Kemal Pîr û Zîlanê têbikoşin û bi ser bikevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar