Kurdistan bi erdnîgarî, mirovahî, jiyan û bi her tiştên xwe bihuşta cîhanê ye. Ji ber vê rewşê her tim bi qirkirin û hovîtiyên herî dijwar re rû bi rû ma ye û hîn jî dimîne. Dagirkerên hov her tim bi hişmendiya jiholêrakirina gelên Kurdistanê êrîş kirine. Gelên Kurdistanê jî her tim li ber xwe dane û hebûna xwe heta serdema me parastine û hîn jî diparêzin. Di parastin û berxwedana gelên Kurdistanê de lawaziyek tune ye. Bi PKK’ê re ev hatiye lûtkeye herî jor.
Sed sal berê Kurdistan di çi astê de bû û niha hatiye çi astê? Wexta ku mirov rewşa sedsala dawî di ber çavan de derbas dike baş dibîne ku bê gelên Kurdistanê hatine çi astê. Di destpêka sedsalê de gelê kurd hatibû asta tunebûnê, lê niha ev rewşa kambax veguheriye û hatiye asta ku gelê kurd pêşengiya azadiya gelan bike. Ev pêşengî bi saya berxwedan û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derketiye holê. Pêşengiya vê jî PKK bi xwe dike. Dibe ku hin kes bibêjin ma hêzên din jî qet tiştek nekirine? Belê gelek tevger û hêzên nirxdar hene û qeda wan jî di vê de heye. Lê dema ku mirov van 30 sal ên dawî binêre ji PKK’ê pêvtir tu hêz li holê tune ye. Hin ji wan ketine pey berjewendiyên xwe, hin ji wan hewl dane ku xêr û bereketa Kurdistanê têxin bin destên malbata xwe. Tenê PKK ji bo azadiya gelên Kurdistanê li ber xwe da. Ji ber vê yekê hemû hêzên hegemon li ser serê PKK’ê bûn yek û dîsa jî nikarîbûn pêşiya PKK’ê bigirin. Ji bilî PKK’ê tu hêz ji bo azadiya gelan li ber xwe nedan û ewqasî derfetên azadiyê pêşkêşî gel nekirin. Heke îro gelê kurd li dinyayê tê nasîn û bûye hêviya azadiya hemû gelan ev yek bi saya dayîna berdêlên giranbuha û berxwedana PKK’ê ye. PKK ne tenê li hemberî hêzên hegemon li ber xwe da, berxwedana esasî û ya encamgir berxwedana li hemberî xayintî û xwefiroşiyê bû. Her çiqasî PKK gel ji êrîşan parast jî, hin kesên ji malbata Barzanî xwe firotin dagirkeran. Xwefiroş ji dagirkeran bêhtir zirarê didin Kurdistanê.
Divê baş were zanîn ku ev xwefiroş piço piço Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike. 30 sal berê bi tang, top, balafirên dewleta dagirker a tirk êrîşî PKK’ê kirin. Dawiyê li ser singa başûrê Kurdistanê bargehên wan çêkirin û Başûr radestî wan kirin. Di van salên dawî de jî tevahiya Başûr radestî dewleta faşîst a tirk kirine. Ne tenê radestî wan kirin, bi wan re zarokên Kurdistanê ya şehîd dixînin an jî bi birîndarî radestî wan dikin. Bûyera ku di 5’ê Îlonê de li Xelîfanê rû da rastiya xwefiroşiya malbata xayin radixe ber çavan. Wê rojê koma gerîla ya ji 5 kesan pêk dihat rastî êrîşê hat û 3 gerîla şehîd ketin û 2 gerîla jî birîndar bûn. Xwefiroşên PDK’ê herdu gerîlayên birîndar dîl girtin û hîn jî derbarê rewşa wan de agahî nedane. Dev ji dermankirina wan berdin hîn jî HPG ji bo derbarê rewşa wan de ji bo agahiyê bidin bang li rayedarên PDK’ê kirin. Di mijarên mirovahî de ewqasî neyarî nayê kirin. Ev jî nîşan dide ku bê çiqasî ji mirovahiyê dûr ketine. Ev mijar bi tena serê xwe rastiya xwefiroşan radixe ber çavan.
Xayintiya wan bi vê hovitiyê tenê naqede. Herî dawî zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê rakir û li şûna wê nexşeya Başûr danî. Hinceta wan jî nexşe bi temamî li wir bi cih nabe! Ma ji derewan kî miriye ku ev xwefiroş bimirin. Malxerabino! Qe nebe bi wêrekî li tiştên hûn dikin xwedî derkevin. Ma hûn ewqasî bênamûs bûne. Hîn newêrin li kirinên xwe xwedî derkevin. Mala xayinan û xwefiroşan wêran bibe.
Heta ku li hemberî van xwefiroşan bertekên tund neyên wê wisa piço piço Kurdistanê radestî dagirkeran bikin. Armanca wan a sereke ew e ku sînorên Kurdistanê bi malbata xwe sînordar bikin. Ysnê ew biçûk in dibêjin qey Kurdsitan jî biçûk e. Hîn fêm nekirine ku Kurdistan bingeha mirovahiyê ye. Bihuşta vê cîhanê ye. Xetereya herî mezin a li pêşiya Kurdistanê ev e û divê her kes êdî vê rastiyê bibîne. Ne tenê bibîne demoldest li hemberî vê dengê xwe bilind bike.
Ez her tim dibêjim heta ku em ji vê malbata xwefiroş xelas nebin em ê gelek êş û azaran bikşînin. Êdî dema em ji vê malbata xayin û xwefiroş xelas bibin hatiye û derbas bûye jî.