Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK banga rizgariya ji koletiyê ye

Gerîlayên HPJ û YRK'ê yên rojhilatê Kurdistanê salvegera damezirînê ya PKK'ê pîroz kirin û wiha gotin: “27'ê Mijdarê bangawaziyeke rizgarbûna ji bindestî û koletiyê ye.”

Gerîlayên rojhilatê Kurdistanê der barê salvegera PKK’ê nerînên xwe ji Ajansa ANF re anîn ser ziman.

Gerîlayan di destpêka axaftinê xwe de salvegera 43’an a PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz kirin û der heqê rojê  fikrên xwe gotin.

Gerîlaya HPJ’ê Dilviyan: 27’ê Mijdarê ne tenê ji bo gelê kurd e, mirov dikare bêje ji bo hemû gelê cîhanê ye. Ji ber ku îro hemû cîhan Tevgera Azadiyê ji bo xwe wekî rêyeke çareseriyê dibîne.

Roja 27’ê Mijdarê mirov nikare wekî rojekî normal bibîne, ji ber ku di wê rojê de koletî bin dikeve û azadî bi ser dikeve. Di heman demê de bi Tevgera Azadiyê re gelek serkeftinên mezin hatin bidestxistin.

Bi taybet mirov dikare bibêje bi derketina PKK’ê re koletiya li ser jinan di dîrokê de nehat nivîsandin. Êdî rastiya jinan a ku dikare berxwedanî bike û bi îradeya xwe di her derê de cihê xwe bigire hat afirandin. Em gerîlayên HPJ’ê erka me ya sereke ew e têkoşîna ku bi Rêber Apo hatiye afirandin berdewam bikin û bi her kesî bidin naskirin.

27’ê Mijdarê bangawaziyek e

Gerîlayê YRK’ê Hîwa Dalaho: Di serî de mirov dikare bibêje roja 27’ê Mijdarê bangawaziyeke  rizgarbûna ji bindestî û koletiyê ye.

Bi derketina Tevgera Azadiyê û bi tekoşîna 43 salan îro mirov gelek guhertinên berbiçav dibîne. Bi têkoşîna Rêber Apo re gelê kurd bi taybet di nava cîhanê de hatin naskirin di heman demê de gelê kurd bi saya Rêber Apo rastiya dagirkeriya ku li ser Kurdistanê dihat meşandin nas kir û li beramberî wê zanabûn hat avakirin.

Her wiha hemû planên parçekirinê yên li ser gelê Îran û bi taybet rojhilatê Kurdistanê hatine pûçkirin, ji ber ku êdî ne tenê gelê kurd hemû gelên ku di nava Îran û rojhilatê Kurdistanê de dijîn gihaştin wê zanebûna ku çiqas bi hevre bijîn û yekitî ava bikin ewqas dikarin dagirkeriyê bi bin bixîn û têkoşîna azadiyê bimeşînin.

PKK tevgereke vegera cewherê ye

Gerîlayê YRK’ê Heqî Amanos: Dîrokeke dûr û dirêj a mirovahiyê heye, hetanî damezrandina PKK’ê bi şêwazeke her ku çû ji cewhera xwe dûr ket, her diçû koletî berfirehtir dibû û mirovatî dixist bin jêrdestiya xwe lê belê bi fêmkirin û şîrovekirina Rêber Apo ji nû ve pêwîstî bi têkoşînekî hat dîtin û derketinekî bi vî şêwazî di şexsê PKK’ê de çêbû.

Di dîrokê de gelek tevger derketin, xwestin beramberî koletiya ku her diçe di nava mirovatiyê de berfirehtir dibe têbikoşin lê ji ber ku beramberî wê sîstema heyî fikrandineke wan nebû û di heman demê de îdeolojiyeke ku beramberî sîstema kapîtalîzm bikaribe şer bike û li beramberî wê bikaribe derbikeve di wê astê de nirxandinek pêş neket dibe ku gelek qehremaniyên mezin jî pêş ketin lê di encam de serkeftinek nehat destxistin.

Bi derketina Rêber Apo û bi fikrê PKK’ê re dîroka mirovatiyê ya ku her ku diçû ji cewhera xwe dûr diket ji nû ve êdî hewl da vegere cewhera xwe ya destpêkê ji ber wê Rêber Apo dibêje ‘PKK tevgereke vegera cewherê ye.’

Em gerîla hêvî û hêza ku digirin ew fikr û sekna ku îro Rêber Apo di Îmraliyê de dide meşandin ew sekin û fikir xwe digihîne çiyayên Kurdistanê dibe çavkaniya hêz û moralê ku em hîn zêdetir têkoşîna xwe bilintir bikin.

Gerîlayan di dawiya nerînên xwe de dan diyarkirin ku pêwîst e jin û ciwan rastiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê nas bikin, berê xwe bidin nava refên gerîla û li beramberî dagirkeriya li ser welatê me tê meşandin têkoşîna ji bo azadiyê bidin meşandin.  ŞAHO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar