Navenda Nûçeyan |
Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî cenazeyên şehîdan, li malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û ji bo xwedîderketina li cenazeyên şehîdan bang kir.
Daxuyaniya Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê wiha ye:
“Têkoşîna azadiyê ya ku li Kurdistanê tê dayîn û bi berdêlên gelek nirxberz xwe gihand vê serdemê, îro jî di qonaxên giran û dîrokî de derbas dibe. Di her qonaxê de bi hezaran şehîd hatin dayîn. Lê derbên mezin li pergala dagirker hatin xistin, di serî de dewleta tirk û rejîma wê ya faşîst a AKP-MHP´ê ber bi tunebûnê ve xirikand. Di vê pêvajoyê de her cangoriyeke ku daxwaz dikir li welatekî azad bijîn bi giyana xwe ji jiyaneke bi rûmet re bû îmkan. Ya herî girîng jî bi her şehadetê xercê pêkhatina gelekî ku tune dihat hesibandin ji nû ve hat stran. Ango gelê kurd ê ku hebûna wî dibû mijara nîqaşên rewakirina pergala dagirker û qirker bi têkoşîna di pêşengtiya PKK’ê de tê dayîn, ket ber rêya heyîneke azad, hebûna xwe ji tevahî cîhanê re peyîtand. Hewldan û komployên li hember kurdeke azad hatibûn rêsandin vala hatin derxistin. Ji me re rêgehek avakirin ku em ber bi îro ve bimeşin, em îro bikaribin li ser navê kurdbûyîn û mirovahiya demokratîk biaxivin. Li Garê, Avaşîn, Zap û Metînayê ruhê Apoyî ku tu carî têk naçe dibe xeleka zindî ya vê heqîqetê. Ji destpêkê ve têkoşîna PKK´ê bi xwedîderketina li xeta şehîdan karî xwe mezin bike, pergala îmha û tunekirinê ya li gelê kurd tê ferzkirin parçe bike, mêtingeriya modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn biderizîne. Ya rast, kengî xwedîderketineke xurt li nirxên şehîdan afirandine pêkhatibe me kariye encamên mezin bidest bixin. Dema em hinekê ji rastiya şehîdan dûrketine di van deman de dijminî kariye bi hêsanî bikeve dil û mêjiyê me û me birizîne. Ango kes an jî civaka şehîdên xwe bi bîr neyne, li hember mîrateya wan xwediyê helwesteke daîmî nebe nikare xwe ji tunebûnê, ji rizînê, ji bêrûmetiyê biparêze.
Îro Kurdistan ji aliyekî ve bûye navenda Şerê Sêyemîn a Cîhanê, ji aliyê din ve jî bûye malhizir û navenda pêşxistina rizgariyeke demokratîk û avakirina jiyaneke azad. Va ye ev hemû bi saya keç û xortên bawerî li Kurdistaneke azad anîne pêşketin. Xelek bi xelek şehîdên ku gihiştin hev haveyna welatekî azad afirandin. Ne tenê civaka kurd, civaka ereb, tirkmen, sûryan, ermen û beşên din ên li Kurdistanê dijîn gihandin hev, tevlê vê haveynê kirin. Ji lewra şehîdên Kurdistanê, goristanên me bûn armanca êrîşên herî berfireh û kirêt. Îro êrîşên herî berfireh li hember şehîdgehan, li hember pîrozweriyên me pêk tên. Li Efrînê cenazeyan derdixin, li Amedê kêlên mezaran diêkînin, li Xerzanê cenazeyên şehîdên nemir direvînin dibin cihên nediyar. An jî dibin dixin cihên wisa di bîra civakî de birînên nayên dermankirin, vebikin.
Xwedîderketina li şehîdan israra di mirovbûyînê de ye
Şehîd li hember her cure xulamtî û nokeriyê helwesta welatparêziyê ne. Rêgezên jiyana rast û heyîna birûmet in. Pênaseya helwesta li hember nokerî û xulamtiya ji dijmin re li hember dagirkerî û bêexlaqiya dewleta tirk bi çeteyên xwe îro di serî de li Efrînê pêş dixe bertek nîşandayîne. Li Kurdistanê kes û komên li dijî pêkanînên hovane yên dewleta tirk ên li şehîdgeha Efrînê xwedî helwest bin ne dikarin bibêjin em mirov in ne jî ger kurd be dikare bibêje ez kurd im. Pêwîst e li her derê li dijî vî dijminê faşîst û xulamên wan helwestên xurt bên raberkirin. Li Kurdistanê kesê vê hovîtiya li Efrînê şermezar neke divê nikaribe nefesê bistîne. Kes, partî yan jî komên vê bêexlaqiyê şermezar nekin divê weke hevkarê dewleta dagirker a tirk bên dîtin, ji wan re silav jî neyê dayîn.
Bîranîn tenê weke kêliyeke demê pêk nayê, bîranîn di wateya pêkhatina rastiya civakî de ye. Ango însan bi qasî bi bîr dibe însan e. Mirov an jî civaka bîra xwe winda bike jixwe ew êdî ne bi xwe ye. Ji lewra dema tê gotin hewceye em ji bîranînên şehîdan re bibin bersiv tê gotin ku pêwîst e em rast tevlê jiyanê bibin, li hember jiyanê berpirsyariyê ragirin, ango bibin însan. Di vir de lazim e rastiya şehadetê bi kûrahî were nirxandin. Ev şertê yekemîn ê jiyaneke bi wate û birûmet e. Li Kurdistanê ev şertê yekemîn ê însanbûyînê ye. Ma dema şehîdên me ji gorên xwe bên derxistin, li ser mezarên wan bazara heywanan bê vekirin û em bêdeng bimînin em ê bikaribin bibêjin em însan in? Çawa ku ji destpêkê ve civakan hemû pîroziyên xwe xistine bergeha nemirên xwe, îro jî em divê hê zêdetir vê ratiyê hîs bikin. Di her kêliyê de li hember şehîdên xwe di nav lêpirsînekê de bin. Herkesê ku dibêje ez însan im û ez girêdayî nirxên civaka xwe me pêwîst e beriya her tiştî li hember nêzîkatiyên li goristan û cenazeyên şehîdên me tên raberkirin xwedî helwest be.
Dewleta tirk li hemberî nirxên têkoşînê bêexlaqiya herî mezin dike
Di nîv sedsalê de li Kurdistanê lehengtî û şehadetên pir mezin qewimîn. PKK´ê ev weke heqîqeteke kêlî bi kêlî li Kurdiastanê tê jiyîn bi pêşxist. Ji ber ku li Kurdistanê şehadet heqîqeteke wiha raber dike îro êrîşên dewleta dagirker a tirk ev qasê li ser goristanan, cenazeyên hevalên me pêk tên. Bêguman ev ji bo dewleta tirk ne pêkanîneke nû ye. Bi taybetî di sed salên dawî de dewleta tirk xwestiye hemû pêşengên têkoşînê ji civakê bide windakirin. Yên duh mezarê Şêx Seîd tunekirin, nehiştin ku di bîra civakê de bibe bîrdariyeke hafizaya civakê zindî digire îro jî li hember nirxên têkoşîna azadiyê hovîtiya herî mezin dikin. Di hemû ol û baweriyan de, di hemû kevneşopiyên civakî de li hember miriyan rêzgirtin heye. Ango di dîrokê de tu carî ev qasê bêhûrmetî, bêexlaqî li hember nirxên civakê, li hember pîroziyên civakê pêş neketine. Dîroka dewleta dagirker a tirk, bi taybetî dîroka rejîma faşîst a AKP-MHP´ê di vê babetê de mînakeke tekane ye. Di civakan de dema yek li hember miriyên ku pîroziyên wê civakê ne bê hûrmetiyê dikin demildest helwest nîşan didin. Bi tu awayî nayê qebûlkirin heqaret, bêrêzî li hember van nirxan bê kirin. Gotineke xirab dibe sedeme pevçûn, şer, serhildanên mezin. Baş e çawa dibe îro li Kurdistanê rejîma faşîst, çeteyên AKP-MHP´ê dikarin ev qasê êrîşên derexlaqî li hember pîroziyên me pêş bixin? Em vê pirsê çiqasê li xwe dikin? Gelo dijminê faşîst ji vê bêdengiya heyî hêzê nagire? Bêguman her bêdengî dibe sedem ku rejîma faşîst a dijminê hemû nirxên mirovahiyê ye êrîşên hê bêexlaqtir û hovane pêk bîne.
Her kêliya ku ji berxwedanê dûr tê derbaskirin gefên li ser Kurdistanê zêde dibin. Her kêliya bê berxwedan, bêyî jiyandina rastiya şehîdan derbas dibe ji dijminê kurdên azad re dibe hêz. Di vê çarçoveyê de êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên li Kurdistanê têne kirin armanceke xwe hene. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze li her derê îradeya gelê kurd bişkîne, bielîmîne bênirxiyê. Ji Rojava heta Başûr dagir bike. Lewra dagirkeriya xwe kûrtir û berfirehtir kiriye. Dixwaze tevahî xaka Kurdistanê dagir, şoreşa neteweya demokratîk ku li Rojava (Bakur û Rojhilatê Suriyeyê) şênber bûye tune bike. Ji bo vê jî di asta navdewletî de têkiliyan pêş dixe, piştgiriyê dibîne. Hêzên serdest ên cîhanê li hember qirkirina kurdan, dagirkirina Kurdistanê bêdeng in. Li hember kiryarên der mirovî yên li nirxên kurdan tên kirin bêdeng in. DYE, dewletên Ewropa, Rûsya bi firotina çekan, pêşxistina çekan ji dewleta faşîst a Tirkiyeyê re qirkirina kurdan rewa dikin. Bi vê dixwazên li hember xeyalên bi hezarî şehîdan kelemen ava bikin. Ev jî dide nîşandan ku Kurdistan encax bi berxwedana kurdistaniyan dikare rizgar bibe. Pêkaniya wê jî bi fêmkirina rastiya şehîdan ve girêdayî ye.
Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li Rêber Apo ye
Rêber Apo hîmê PKK’ê li ser jiyandina şehîdan ava kiriye. PKK di cewherê xwe de bersivdayîna bîranîna şehîdan e. Di wateyeke din de tevayî pêşketinên li Kurdistanê û derketina PKK’ê bi saya şehîdên me hatine afirandin. Şehîd heqîqeta xwe di rastiya Rêber Abdulah Ocalan de digihîni îfadeyê. Asta girêdayîna bi Rêber Apo re asta girêdayîna bi xeta şehîdan re diyar dike. Ji lewra pêwîst e di her kêliyê de rastiya ‘PKK Partiya Şehîdan e’ di dil û mejî de zindî be. Her roja têkoşîna azadiya Kurdistanê bi vê heqîqetê îfadeyê dibîne. Bihustek axa Kurdistanê nemaye ku lê şehîd nehatine dayîn. Vê rastiyê herî zêde malbatên me yên şehîdan dizanin. Ji lewra herî zêde yên li bîranîn û xeyalên şehîdan xwedî derbikevin, yên xeta Rêber Apo û nirxên têkoşînê biparêzin gelê me yê welatparêz e. Ji ber ku em hemû bi saya şehîdan dibin kurdistanî û xwe digihînin asta welatparêziyê. Ev rastî divê yek çirkeyê jî neyê jibîrkirin. Yên ku ji dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girspî re bûn palpişt û îro jî gerîla dorpêç dikin, axa başûrê Kurdistanê difiroşin divê bi helwesta were raberkirin nikaribin gavekê li ser axa Kurdistanê biavêjin.
Parastina Şehîdgehan parastina rûmet û namûsê ye
Divê baş bê zanîn ku em bi saya şehîdên bi armanca Kurdistaneke azad derketibûn rê îro dikarin doza jiyaneke azad bikin. Li Efrîn, Serêkanî, Girêspî, Başûr, Bakur, Avaşîn, Zap û Metînayê îro keç û xortên vî welatî yên herî bijare ji bo gelê kurd, gelê din ên li Kurdistanê dijîn azad bijîn canên xwe li hember balafir, gazên kîmyewî yên dewleta tirk dikin mertal. Lazim e di serî de her kurdek ku dilê wê/î bi daxwaza Kurdistaneke azad lê dide, her kesên ku alîgirên azadî û demokrasiyê ne li mîrateya şehîdan xwedî derbikevin, li hember her cure dagirkerî û qirkirinê xeta berxwedanê kûr bikin. Xeleka nemirên welateke azad berfirehtir bûye. Nasnameya van şehîdan tenê kurd nîn in. Di vê rêkeftina pîroz de ji gelê me yê ereb, asûrî, ermen gelên din ên li Kurdistanê dijîn jî hene. Şoreşa Rojava dahatûya van gelan e. Dewleta faşîst a tirk û serokê wê Erdogan dixwazin vê dahatûya demokratîk a gelan tarî bikin. Îro bi ruhê ‘li hember faşîzm, dagirkerî û tecrîdê dem dema azadiyê ye’ ji heft saliyê heta heftê saliyê divê li ser xeta van şehîdan berxwedan esas bê girtin, li hember dagirkerî û faşîzma Erdogan yek gav jî paş de neyê avêtin. Lazim e çeteyên ku îro li Efrîn, Amed, Xerzan û her cihê nirxên me lê ne êrîşê dikin, li cenaze û şehîdgehan bêhûrmetiyê dikin û kurdên ji wan re xulamtiyê dikin tirs û xofa keç û xortên ku îman li azadiyê anîne ji nû ve bijîn. Divê bê zanîn ku dewleta dagirker a tirk bi vî awayî dixwaze me fêrî jiyaneke bêrûmet bike, me bênirx bihêle. Ji lewra roj roja xwedî derketina rûmetê ye, roj roja xwedîderketina xeta şehîdan e. Ger her welatiyeke kurdistanî li gorî vê rastiyê tevbigere em ê bikaribin kêmekê behsa jiyaneke binamûs bikin. Divê gelê me yê welatparêz di serî de, hemû aliyên demokratîk û azadîxwaz li hember vê bêexlaqiya dewleta faşîst a tirk, noker û xulamên wan dakevin qadan. Divê seranserê Kurdistanê li hember van kiryarên rejîma faşîst qirker a AKP-MHP´ê veguhere qadên serhildanê. Ger em îro li şehîdên xwe xwedî dernekevin em ê sibeya xwe, rûmeta xwe winda bikin. Ji lewra li serî rojavayê Kurdistanê pêwîst e pergala dagirker bê ruxandin, jiyan ji noker û xulamên dagirkeran re bê tarîkirin. Bi şîara ‘em rûmeta xwe diparêzin’ li hember bêexlaqiya dewleta tirk her cure çalakî bên pêşxistin.”