Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

PKK: Ciwan û gelê kurd wê tim xwedî li Rêzan Cawîd derkevin

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji ber şehadeta damezrîner û endamê rêveberiya Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd daxuyaniyek weşand.

Komîteyê diyar kir ku ew bi êş û xemgînî pê hesiyan ku Cawîd ê li Qamişloyê mêvan bû, ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta tirk ve bi nemerdane hat şehîdxistin û got, “Rêzan Cavîd şehîdê me yê hêja yê Kurdistanê bi rêz û minet bi bîr tînin; êşa hevrê, malbat û gelê me yê Rojhilat parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên kurd û gelê kurd wê di têkoşîna azadiyê de timî xwedî li Rêzan Cawîd derkevin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Piştî ku Alîkarê Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Dêrik li başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hat şehîdxistin, endamê Koordînasyona KODAR’ê ku tevgera demokrasî û azadiyê ya rojhilatê Kurdistanê ye Rêzan Cawîd li rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hat şehîdxistin ku ev yek nîşan dide; dewleta tirk û rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê li ku dibe bila bibe dijminê kurdan hemûyan e û eger jê bê, dixwaze hemûyan bikuje. Wê demê ji bo kurdan pêwîstî û mecbûrî ye ku bibin yek, bibin xwedî dostên demokratîk, li dijî dewleta tirk a dagirker qirker û faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna hevpar bikin. Bila kes xete û hesabên şaş neke, hebe şirîkê qirkeriya dewleta tirk. Kurd divê bi yekîtiya neteweyî li dijî qirkeriya dewleta tirk têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xurt bikin.

Li ser vê bingehê em Şehîd Rêzan Cawîd careke din bi rêz û minet bi bîr tînin, di serî de ciwanên rojavayê Kurdistanê bang li tevahiya ciwanên kurd dikin ku beşdarî têkoşîna me ya azadiyê bibin û tola Rêzan Cawîd û şehîdên Kurdistanê hemûyan hilînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar