Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PKK: Dagirkirina Hewlêrê encax dikare plana dewleta tirk be

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê bi daxuyaniyeke niviskî bersiv da daxuyaniya wezareta kare derve ya tirk gotibû ‘PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe’ û wiha got: “Hewlêr paytexta başûrê Kurdistanê ye. Silêmanî jî bajarê herî mezin ê duyemîn e. Rojeveke bidestxistin Hewlêrê encex dikare bibe plana navenda şerê taybet  a TC’ê. Armanca me PKK’ê ew e ku em dagirkeriya TC’ê ya li Kurdistanê biqedînin û Kurdistanê azad bikin.”

Daxuyaniya Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê wiha ye:

“Êrîşa dagirker a TC’ê ku ji 16’ê Hezîrê ve li ser qada Heftanînê ya li nav başûrê Kurdistanê, li Qadên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin didome. Ji hêla raya giştî ya Kurdistan û cîhanê ve tê zanîn ku di pêvajoya dagirkirinê de PDK bi rengekî veşartî-dizî destek daye vê dagirkeriyê. PDK’ê bi hinceta hebûna PKK’ê û gerîlayên azadiyê êrîşên dagirkirin û îmhakirinê yên dewleta tirk ên li ser Heftanîn, Şeengal û Mexmûrê dixwaze pêş bixîne, meşrû kir û mafdar nîşan da. Sedema van hemû daxuyaniyan ew e ku vê desteka aşkera-veşarî binixumînin.

Heqê PKK’ê û gerîlayên azadiya Kurdistanê heye ku li hemû Kurdistanê be û têbikoşe. PKK ne hêzeke dagirker ku Kurdistanê dagirker dike meşrû dibîne, ne jî nas dike, têkoşîna dijî mêtingeriyê û berxwedana li dijî wê weke stratejiyeke sereke diyar kiriye.  Çawa ku heqê hemû rêxistinên din ên kurdan hebin ku li çar parçeyên Kurdistanê rêxistiniya xwe bikin, têbikoşin, ev herî pir ji bo PKK’ê derbasdar e.  Her wiha PKK, di têkoşîna azadkirina Kurdistanê de berxwedanê weke rêbazeke pir girîng dibîne. Li gel aliyên berxwedanê yên polîtîk, civakî, dîplomatîk, berxwedana leşkerî-gerîla jî yek ji rêbaza vê têkoşînê ye. Berxwedan û têkoşîna gerîla di azadkirina Kurdistanê de weke mîsogeriya sereke dibîne.

Divê berovajîkirin û reşkirin were redkirin

Li gel ku ev çend ber bi çav e jî, şaşdîtina berxwedana çekdarî û têkoşîna dijî mêtingeriyê ya PDK’ê û propagandaya ku ev ziyanê dide destkeftiyên kurd berevajîkirin e. PKK û gerîla ji bo destkeftiyên hemû Kurdistanê mîsogerî ye. Ji bo ku hevkariya xwe ya di nav peymana qelskirin û bêkêrkirina PKK’ê de veşêrin wiha dikin.  PDK’ê bi salan li dijî mêtingeriyê têkoşîna pêşmerge da.  Heke PDK îro berxwedan û têkoşîna pêşmergeyan şaş dibîne, divê vê aşkera bike. Lê na, heke têkoşîna bi salan a pêşmerge rast dibîne, îro jî divê berevajîkirina berxwedana gerîlayên azadiyê û siyaseta reşkirinê jî red bike.

Dema ku DAIŞ’ê êrîş bi ser destkeftiyên Başûr de, dema ku êrîş bi ser Şengal û Mexmûrê, yên ku bang li gerîla kirin da ku têbikoşin, îro nikarin bibêjin berxwedan û têkoşîna dijî TC’ê şaş e. Têkoşîna polîtîk û diyardeya rêveberiyê berpirsyariya ku mirov cidî be, nirxandinên xwe hev pûç nekin û domdar be, ferz dike. Li gorî demê û têkiliyên ku ketine navê, dema ku mirov gotina xwe ya duh îro red bike, wê bike ku kesên vê dikin rapirsîn.

‘PKK dixwaze Hewlêrê bi dest bixe’ ya Wezîrê Karê Derve ya TC’ya faşîst Mevlût Çavûşoglu jî, li ber berxwedana gerîla bêçarebûna wan vedibêje. Partiyeke kurdistanî PKK li hemû qadên Kurdistanê hebûna xwe didomîne. Hewlêr paytexta başûrê Kurdistanê ye. Silêmanî bajarê mezin ê duyemîn e. Hem ev bajar û hem jî gelê me yê başûrê Kurdistanê, hurmeteke mezin didine têkoşîna PKK’ê û gerîlayên leheng û sempatiya wan li gel wan heye. PKK’ê soz daye ku gelê Kurdsitanê li hemû qadan bi hemû hêza xwe biparêze û bi vê berpirsyariyê tevdigere. Ji ber vê jî, bidestxistina Hewlêrê encex dikare plana navenda şerê taybet a TC’ê be. Hedefa me ya PKK’ê ew e ku em dagirkeriya TC’ê ya li Kurdistanê hilqetînin û azad bikin . Ev lîstika dijminê kurdan TC’ê ji niha ve hatiye pûçkirin û di serî de li Hewlêr û Silêmaniyê, li hemû başûrê Kurdistanê hatiye mehkûmkirin.

Bi vê bingehê em bang li hemû partiyên siyasî yên kurd û gelê xwe dikin, li dijî dewleta faşîst a TC’ê û li dijî wan ên ku bi dijminên kurdan re hevkariya aşkera an jî veşartî dikin, bibin xwedî helwest.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar