Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PKK: Desthilatdariya AKP’ê nirxên civakî tune dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê: Cenazeyê Agît Îpek tevî israra malbatê jî nehate teslîmkirin û veguherandin êşkenceyê.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê li ser şandina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek bi rêya kargoyê, daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku nirxên civakî tune dike û bi bêexlaqî û bêwijdaniyê dixwaze civakê biqedîne, teslîm bigire. Jê heye ku bi vî rengî dikare desthilatdariya xwe dirêj bike.”

Komîteyê diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê mohra xwe danîn binê hovîtiyeke nû, êriş bir ser şehîdan û mafê pîroz ê dayiktiyê ku nirxê herî mezin ê gelê Kurd e, bi vî rengî sûcekî din ê li dijî mirovahiyê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî bê exlaq û derveyî dîn, bi pêkanînên xwe yên faşîzan ku hurmetê nîşanî miriyan jî nade ku nirxê herî mezin ê mirovahiyê ye, jê heye ku bi bêqîmethiştina cenazeyên şervanên azadiyê wê gelê me bitirsîne.

Şervanê azadiyê Agît Îpek ku 23’ê Gulana 2017’an de li girê Xelasorê yê navenda Dersimê di şer de şehîd bû. Li gel israra malbata wî jî cenaze radest nekirin û veguherandin êşkenceyê. Lê belê malbatê dest ji kurê xwe berneda û di encama testa DNA’yê de neçar ma ku qebûl bikin cenaze yê Agît îpek e. Li gorî prosedura normal diviyabû Saziya Tipa Edlî bang li malbatê bikira û cenaze radestî wan bikira. Lê belê li şûna vê yekê hestiyên wî xisitn koliyekê û bi rêya PTT’ê li Edliyeya Amedê mîna eşyayekî radestî dayika wî kirin.

Em dipirsin; gelo pêkanîneke bi vî rengî ya kîndar, li dijî mirovahiyê û li dijî exlaqê di kîjan şerî de, kîjan dewletê kiriye? Di nava kîjan hiqûqê de cihê kiryareke bi vî rengî heye? Ne tenê êşkence li cenazeyên gerîla kirine, her wiha bi şandina hestiyan di nava koliyekê de bi rengekî bêsînor û bêexlaq êşkence li dayikê, li malbatê, li hezkiriyên wan, il gelê me, li civaka Tirkiyeyê û li tevahiya mirovahiyê kirine. Qîma xwe bi vê bêexlaqiyê jî neanîn û nehiştin ku kes tevlî merasîma cenaze bibe, nehiştin malbat şînê deyne, mafê wan ê sersaxiyê ji destê wan girtin. Bi zorê nehiştin ku malbat wecîbeyên olî bîne cih.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di bêexlaqiyê de sînoran nas nake, bi tunekirina nirxên civakî, bi kiryarên xwe yên bêexlaq û bêwijdan dixwaze civakê biqedîne û teslîm bigire. Jê heye ku bi vî rengî dikare dema desthilatdariya xwe dirêj bike. Komnebûna mirovan a ji ber vîrûsa koronayê ji bo xwe weke firsendekê dibîne û jê heye ku mirov wê li pêşberî vê êrişa li dijî şehîdên me bêdeng bin, lê xwe dixapîne.

Hêrsa gelê me li dijî vê bêexlaqî û bêwijdaniyê gihîştiye asta herî bilind. Ev êrişa li derveyî mirovahiyê ne tenê li dijî şervanên azadiyê her wiha li dijî gelê me û tevahiya mirovahiyê hatiye kirin. Her kesê ku xwe mirov dibîne, divê li pêşberî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng nemîne. Divê gelê me xwedî li şehîdê xwe derkeve û bi rengê herî xurt ya pêwîst bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar