Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘PKK destketiya bêhempa ya azadî û demokrasiyê ye’

PJAK'ê salvegera 43'yemîn a damezirandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK ji bo gelên herêmê diyarî û destketiya bêhempa ya azadî û demokrasiyê ye

Navenda Nûçeyan

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê peyama pîrozbahiyê weşand.

PJAK’ê ragihand ku PKK’ê 43 salên xebat û têkoşîna xwe ya rûmetê derbas kir û wiha got: “Berhem û destketiyên vê têkoşînê ji bo mirovahiyê, pergala konfederalîzm û neteweya demokratîk e ku li ser bingeha azadiya jinê ye.

Keramet û nirxê ehlaqî û siyasî yê PKK’ê di vê yekê de ye ku bi hêza xwe ve bi rêberiya Rêber Apo karî civaka konfederalî û neteweya demokratîk darijîne û pêşkêş bike. Xeyal û hesteke bi hezaran salan û mirovahiyê bû. Bi xweşikbûn û ronî tevahiya xelkê cîhanê şahidê bandoriya felsefeya azadî û endîşeyên nû yên Rêber Apo û PKK’ê yên li ser piraniya tevgerên sereke yên cîhanê ye. Acizbûna hegemonya kapîtalîzmê û dewletên dagirkerên Kurdistanê ya ji ber cîhanbûna vî fikir û endîşeyê ye ku nefes li proseya cîhanbûna sermayedariyê çikandiye.

Cihê şanaziyê ye ku yekane hêza cîhanî ye ku ji ber resenbûna şêwaza têkoşîna ji bo gelan, rûbirûyî yekem komploya navneteweyî ya cîhanê bû. Ji ber ku ji pêşketina wê ditirsin. Bêguman wê rojekê ev komplo li dijî fermandar û yên pêk anîne vegere. Nîşaneya wê ji niha ve diyar e. Şahid in ku tevgera azadîxwaza sosyalîst, feminîst, anarşîst û ciwanan li cihên cuda çavê wan li rêbaz û fikrê Rêber Apo ye. Sedema wê ispatkirina pratîkî û fedekariya hêzên gerîlayên vê rê ne.

Azadîxwaz û neteweyên bindest baş dibînin ku ji niha ve Rojhilata Navîn bûye navenda aloziya şerê sêyemîn ê cîhanê. Bi dehan dewletên cîhanê Kurdistan kirine navenda vî şerî. PKK û gerîla weke hêza sêyemîn eniya herî mezin a neteweyên bindest li hemberî talankaran û kujeran pêk aniye. Bi zanyarî û hestên bilind ji Tirkiyeyê, heta Îran, Sûriye û welatên din ên Rojhilata Navîn piştgiriya gelan dike ku bûye qala talankarî welatên serdest ên cîhanî û herêmî.

Di qonaxa parastina rewa û têkoşînê de zêdetir nêzî azadiyê bûne. Piştrast in ku ji bo gelan û yeki0tiya gelên kurd, ereb û fars PKK diyarî û destketiyek bêhempa ya demokrasî û azadiyê ye. Neteweyên din ên herêmê dikarin bi berxwendena rûmetê ya Kobanê, Heftanînê meşaleyên hêviyê li Hewlêr, Amed û Sineyê pê bixin. Erka jin, ciwan, karker, rewşenbîr û çalakvanên civakî weke pêşengên rê vê meşaleyê heta lûtkeya azadiyê hilgirtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar