Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK: Di sala 40’emîn a Pêngava Mezin de em ê hîn bi xurtî li ber xwe bidin

Komîteya Rêveber a PKK'ê ragihand ku di 39 salên Pêngava 15'ê Tebaxê de ji gelek gavên şoreşgerî re bû bingeh.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand, ku hingî fîşeka destpêkê li dagirkerî, mêtingerî û înkarkirina kurdan hat xistin.

Peyama Komîteya Rêveber a PKK’ê ya ji bo gelê kurd û raya giştî ya demokratîk bi vî rengî ye: “Pêngava me ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, ku xeta Apoyî bi rêxistin û bi çalak kir, biryara Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an gihand çiyê û gerîla dikeve sala 40’emîn. Em bi berxwedaneke mezin a gelê me û hêzên gerîla yên li her qadê dikevin sala 40’emîn. Bi taybetî li Zapê ku qada berxwedana dîrokî ye, gerîlayên HPG û YJA Starê di 9-10’ê tebaxê de derbên giran li çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê xistin û bi vî rengî salvegera 39’an a pêngava mezin silav kirin, her wiha nîşan dan ku sala 40’emîn a têkoşînê wê bi çi rengî be. Gerîlayên ku Girê Cûdî kirine keleheke berxwedanê ya dîrokî û girê serketinê, em vê serketina wan a 9-10’ê tebaxê pîroz dikin û berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê careke din silav dikin ku rê nadin dagirkeriya faşîst-qirker.

39 sal in em li dijî qirkirinê li ber xwe didin

Ber bi sala 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî re performansa ku hêzên me yên gerîla yên leheng nîşan didin, di têkoşîna sala 40’emîn de gelê me û dostên me hîn bêhtir bi hêvî û bi biryar dike. Li ser vê bingehê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya jin û ciwanan hîn bêhtir berfireh dike û mezin dibe. Aşkere ye ku di sala pêngavê ya 40’emîn a vê têkoşîna dîrokî de ku berê xwe li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye wê hîn xurt bibe û di rêya serketinê de bi pêş ve biçe. Di vê çarçoveyê de Cejna Gerîla û Vejînê ya 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyên partiyê, gerîlayên me yên leheng, jin û ciwanan, gelê me yê welatparêz û dostên me pîroz dikin. Şehîdên pêngava lehengiyê ya dîrokî di şexsê fermandarên me yên nemir hevrê Egîd û Zîlan de bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di sala 40’emîn a pêngavê de ji her kesên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin re serketinê dixwazin.

Weke ku tê zanîn li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê em weke gel û tevger 39 sal in li dijî mêtingerî û qirkeriya dewleta tirk bênavber li ber xwe didin. Ev berxwedana me ya mezin ku berxwedana herî bi wate ya dîrokê ye, li ser xeta azadiyê ya Apoyî û bi pêşengiya gerîla tê kirin. Rêber Apo û rastiya şehîdên leheng fermandariyê ji vê berxwedana lehengî ya 39 salan re dikin. Ev berxwedana mezin ku li ser bingeha dayina 50 hezar şehîdî pêk hat, di nava 39 salên derbasbûyî de kurd perwerde kir, mirovahî ronî kir, hişmendiya azadiyê û rêxistinî da civaka kurd, di şexsê gerîla, şehîdan û Rêber Apo de jin, mêr û kesayetên azad afirand. Li Kurdistanê dawî li her cûre rêveçûna neyînî û koletiyê anî, bû ew hêz ku jiyana azad û dîroka azadiyê da destpêkirin.

Bû bingeh ji gelek pêşketinên şoreşgerî re

Aşkere ye ku di bingeha hemû pêşketinên azadîparêziyê de yên 39 salên dawî li Kurdistanê pêk hatin, Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an û berxwedana gerîla ya bênavber a li ser vê bingehê heye. Zanyar dibêjin, fîşekên destpêkê yên di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê hatin teqandin, bi esasî li koletiya kurdan hatin xistin. Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê di sala şeşemîn de Şoreşa Vejînê ya Neteweyî û Şoreşa Azadiyê ya Jinan da destpêkirin, ji sala 15’an û pê ve jî li dijî komploya navneteweyî berxwedan bi rêxistin kir, di serî de Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû bingeh ji gelek pêşketinên şoreşgerî re. Li ser bingeha Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û guhertina paradîgmayê re rastiya Rêber Apo kiriye rêberê hemû bindestan.

Hêviyeke nû ya rizgariyê da bindestan

Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku li Kurdistanê dawî li dîroka koletiyê anî û dîroka azadiyê da destpêkirin, di salvegera 39’an de ye. Niha gelek derdor vê pêngavê hîn bi kûrahî nîqaş dikin û hewl didin fêhm bikin ku pêngav mecbûrî bû yan na, lewma çi bi xwe re anî. Aşkere ye ku eger li ser bingeha pêngaveke bi vî rengî destwerdana şoreşgerî li dîrokê nehatibûya kirin, di nava 39 salên derbasbûyî de qirkirina kurdan wê kûrtir bibûya, bi navê kurdîtiyê tiştekî cidî li holê nedima. Li Tirkiyeyê bi derew û fenan, mejiyê qirker, mêtinger, faşîst û dijminê kurdan wê serwer bibûya, serweriyeke teqez wê bimeşanda. Li ser vê bingehê wê li cîhanê jî siyaset û mejiyê qirker mêtinger, faşîst serwer bibûya.

Wê demê têkoşîna ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir ne tenê hişmendiya azadiyê, rêxistinî û çalakî da kurdan, di heman demê de di serî de Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê derew hemû kifş kir, bû ronahî û li her qadê lêgerîna li demokrasî û azadiyê da destpêkirin. Bi taybetî bi Şoreşa Azadiyê ya Jinan re ku li ser bingeha Jineolojiyê ya ku Rêber Apo pênaseya wê dike, sîstema dewletê û desthilatdariya ku xwe dispêre siyaset û mejiyê serwer ê mêr ê pênc hezar salî û kapîtalîzm ku modernîteya wê ya dawî ye bi hemû aliyan hatin lêpirsîn, hişmendî û hêza ji holê rakirina wê hat afirandin. Bi paradîgmaya civaka demokratîk, azadîparêziya jinan û ekolojîk a Rêber Apo dîrok û serdema heyî bi kûrahî ronî kir û ji bo bindestan hemûyan hêviyeke nû ya rizgariyê afirand.

‘Pêngava hêvî û biryardariyê’

Rêber Apo Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an weke ‘pêngava hêvî û biryardariyê’ pênase kir. Her kêliya têkoşîna mezin a 39 salan bi berdêlên giran, zehmetî û êşê derbas bû. Her sal li gorî salek berê hîn bi zehmetî û astengiyan derbas bû. Lê belê tevî van hemûyan jî partiya me û gelê me dest ji pêşvebirina vê têkoşîna dîrokî bernedan, zor û zehmetî nebû asteng. Di rewşeke welê de ku firsend û derfet biqasî tune bû kêm bû, fikrên Rêber Apo yên çareseriyê û li ser bingeha fedakarî û wêrekiya mirovên kurd ev têkoşîna mezin 39 salan bi rengekî serketî hat meşandin. Têkoşîna me ya sala 39’an jî berxwedêrî, biryardarî û serketina ji salên derbasbûyî xurtir, bi taybetî bi pêşengiya berxwedanên li Zap, Avaşîn û Metînayê afirand, ku li dijî çekên qedexekirî tê meşandin.

Niha em weke gel û tevger dikevin sala 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî. Aşkere ye ku rêveberiya dewleta tirk a ku meha gulanê bi hilbijartinê xwe nû kir, hewl dide êrîşên qirker, mêtinger, faşîst û dijminê kurdan zêde bike. Tirkiye hemû hêzên hundir û derve seferber dike, bi binpêkirina hemû pîvanên exlaq û hiqûqî hewl dide êrîşan dewam bike. Dixwaze bi kûrkirina tecrîd û îşkenceya Îmraliyê Rêber Apo bifetisîne. Bi hêza ji civînên Astanayê, NATO’yê û xiyaneta PDK’ê wergirtî, hewl dide êrîşan zêde bike, li ser vê bingehê gerîlayên me bieciqîne, pêşengiya partiya me tasfiye bike, parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi şerê taybet hewl dide îradeya berxwedanê ya li zindanê bişikîne, welê li jin û ciwanan bike ku nikaribin têbikoşin, siyaseta demokratîk bêbandor bike. Li ser vê bingehê dixwaze zexta faşîst, teror û mêtingeriya li ser gelên Tirkiyeyê giran bike.

Di sala 40’emîn a pêngavê de jî wê têkoşînên dîrokî were kirin

Bêguman em weke Tevger û gel, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê, weke dostên şoreşger û demokrat me li dijî van hemû êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê bi lehengî li ber xwe da û em ê di sala 40’an de jî bi tecrubeyên ku me ji salên borî stendiye em ê bi xurtî li ber xwe bidin. Berxwedana azadiyê ya Îmraliyê ku di dîrokê de mînakeke wê tune, rêya me ronî dike û pêşengtiyê ji me re dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di xeta Apoyî de her tim xwe nû dike, li hemberî her hêz û metoda êrîşên dijmin li ser xeta fedayî bi qehremanî li ber xwe dide û çawa ku di 39 salan de hikûmetên TC’yê yên faşîst û qirker di dîrokê de têk bir wê rêveberiya faşîst û qirker a Tayyip Erdogan û Tifaqa Komarê jî têk bibe û biavêje ser sergoyê dîrokê. Berxwedanên zindanan ên ku xeta serketinê ya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye jî wê têk neçin. Gelê me bi pêşengiya ciwan û jinan û dostên me yên tirk li dijî her cure êrîşên şerê taybet wê têkoşîna xwe ya li ser esasê armanca hilweşandina faşîzmê berfirehtir û afirînertir bikin. Ji her demê zêdetir gelê me û dostên me yên li derveyî welat wê di vê sala 40’î de tevkariyê li têkoşîna me ya azadiyê bikin.

Aşkere ye ku sala 40’emîn a pêngava mezin wê di heman demê de bibe qada têkoşînên mezin ên dîrokî. Dibe ku di vê sala 40’î de têkoşînek bi qasî 39 salên derbasbûyî were jiyîn. Lê dijminê faşîst-qirker çiqasî êrîşên xwe yên dijwar zêdetir bike jî em ê di 15’ê Tebaxê de li ser xeta serkeftin û serketinê xwe nû bikin û têkoşîna ku erkên xwe yên serdemê bi cih tîne, geştir bikin. Em li ser vê bingehê salvegera 39’emîn a Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxê dijîn û bi vê bîr û baweriyê dikevin sala wê ya 40’emîn.

Li ser van esasan em pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê yên li hemû qadan û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo silav dikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên welatparêz dikin ku di 15’ê Tebaxê de bi ruhê serkeftinê xwe nû bikin, faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin û berxwedana xwe ya li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 40’emîn de jî geştir bikin û serkeftina teqez bi dest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar