Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PKK: Di têkoşîna azadî û hebûnê ya pîroz de şehîd meşaleya azadiyê ne

Komîteya Rêveber a PKK'ê anî ziman ku, heta fermandar û şervanên wek hevrê Leyla Sorxwîn hebin wê ev têkoşîn tu car têk neçe û got: “Hevrê Leyla bi sekna xwe, tevlîbûna xwe, dilsoziya bi rastiya Rêber Apo û taybetmendiya xwe ya ku zor û astengî nas nedikir, wê timî rê nîşanî me bide.”

PKK’ê ji bo Leyla Sorxwîn daxûyaniyek weşand. Daxûyanî bi vî rengî ye:

“Her roj di asta pêşengiyê de hevrêyên me tevlî karwanê şehîdan dibin. Herî dawî ewlada leheng a jin û gelê Amedê û Kurdistanê, Endama Komîteya Navendî ya partiya me PKK Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê, Fermandara Qada Botanê hevrê Leyla Sorxwîn şehîd bû. Milîtana dilxwaz a xeta fedaî ya Apoyî hevrê Leyla Sorxwîn bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin, soz didin ku têkoşîna wê ya azadiyê timî bi pêş ve bibin û bigihînin serkeftinê. Gel û jinên kurd ku milîtanên hêja û fermandarên gerîla yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabûne wê tu carî têk neçin, wê jiyaneke bi koledarî qet qebûl nekin û li ser xeta azadiyê timî serkeftinên mezin bi dest bixin. Di şexsê hevrê Leyla de şehîdên leheng ên meha gulanê û têkoşîna me ya azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.

Hevrê Leyla şervan û fermandareke wêrek û serkeftî bû

Hevrêya me Leyla Sorxwîn di temenekî ciwan de li navçeya Bismil a Amedê ji nava malbateke welatparêz tevlî nava refên PKK’ê bû. Di nava PKK’ê de her tim cihê xwe li nava refên gerîla û eniya pêş girt. Timî xwest li qadên zehmet bimîne, bi têkoşîna xwe astengî nas nekir. Şervaneke fedakar û wêrek bû, di her astê de fermandarî kir. Ji şervaniyê heta bi fermandariyê her tim bi rengekî fedakar, dilnizm û xweşbîn tevlî bû, têkiliyên xwe yên hevrêtiyê gelekî kûr û xurt bûn. Mîna avê pak bû. Ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve di felsefeya rêbertî de xwe kûr kiribû. Bi van taybetmendiyên xwe hêz û moral dida hevalên xwe. Lewma hevrêyeke welê bû ku timî dihate hezkirin û çav lê digeriya. Di têkoşîna azadiyê ya jinan de bi israr bû; di kesayetiya Apoyî de xwedî pîvan û taybetmendiyên xurt û pêşeng bû. Îdeolojiya azadiya jinan di asta herî bilind de di kesayetiya xwe de temsîl kir. Di her serdema têkoşînê de pîvanên partiyê di kesayetiya xwe de temsîl kir, ji bo bicihanîna pîvanên partiyê di asta pêşengiyê de têkoşiya. Bi têkoşîna xwe ya serkeftî ku li ser xeta serkeftinê ya Apoyî meşand cihê xwe di nava Konseya Fermandariyê ya YJA Starê û HPG’ê de girt. Bi salan di asta endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê de wezîfe kir. Ji aliyê feraset û rêbazê ve xwe li ser xeta gerîlayên modernîteya demokratîk timî kûr kir. Di rêbaza şer de xeta serkeftinê timî ji xwe re kir esas. Li ser xeta Egîd û Zîlan bû fermandar. Ji bo bicihanîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî kedeke mezin da, kete nava hewldaneke mezin. Li ser vê bingehê valahiya ku ji ber şehadeta Fermandara YJA Starê hevrê Delal Amed rû da dagire, li Botanê şer kir û şehîd bû.

Bi têkoşîna xwe ya lehengî veguherî hêzeke pêşeng

Rêber Apo got ‘PKK partiyeke jinan e’. Tevgera me ya azadiyê ya jinan bi vê nêrîn û felsefeyê bû gerîla, bû partî û sîstema jinan afirand. Bi têkoşîna xwe ya lehengî veguherî hêzeke pêşeng. Li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinan, kir ku jin azad bibe, bibe xwedî îrade. Di vê çarçoveyê de nêrîne Jineolojiyê ya Rêber Apo îro li tevahiya Kurdistanê û cihanê belav bûye. Ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û siyasî ve şoreşa azadiyê ya jinan gihîştiye asteke girîng. Hevrê Leyla Sorxwîn jî yek ji milîtanên pêşeng ên vê têkoşîn û pêşketina dîrokî bû. Ji bo şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li cihanê belav bibe bi roleke girîng rabû.

Hevrê Leyla Sorxwîn di vê pêvajoya têkoşînê ya giran de berpirsyarî, fedakarî û wêrekiya Apoyî di asta herî bilind de nîşan da. Li dijî sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li refên herî pêş beşdarî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Bi salan fermandarê ji Berxwedana Botanê ya dîrokî re kir. Mîna fermandar Delal Amed, ji Amedê tevlî têkoşînê bû, bi Botanê re bû yek, welatparêzî û berxwedêriya gel û jinên kurd gihand asta herî bilind. Lewma ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û pêşîvekirina li Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk, kedeke mezin da, bi roleke mezin rabû.

Bêgûman ev rastî û keda mezin a ji fermandarên nemir ên Botanê hevrê Leyla Sorxwîn wê tu carî neyên jibîrkirin. Hevrê Leyla bi sekna xwe, tevlîbûna xwe, dilsoziya bi rastiya Rêber Apo û taybetmendiya xwe ya ku zor û astengî nas nedikir, wê timî rê nîşanî me bide. Di serî de jin ên ciwan û ciwanên Amed û Botanê, ciwan û gelê Kurdistanê bi temamî wê vê fermandara nemir rast fêhm bikin, hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin, têkoşînê bimeşînin û serkeftinê bi dest bixin. li ser xeta Rêbertî û şehîdan wê li ber xwe bidin, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Di vê têkoşîna azadî û hebûnê ya pîroz de şehîdên me yên leheng wê timî bibin meşaleya azadiyê ku pêşiya me ronî dikin.

Li ser vê bingehê em fermandara nemir a jin û gelê Kurd hevrê Leyla Sorxwîn careke din bi rêz û minet bi bîr tînin û bang li jin û ciwanan dikin ku li ser şopa hevrê Leyla hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar