Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PKK: Divê rêbazên ku derbê li faşîzmê dixin esas bên girtin

Komîteya Rêveber a PKK’ê der barê pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daxuyaniyeke nivîskî da. Komîteyê diyar kir ku pêngav li her çar aliyên cîhanê belav bûye û dê faşîzma AKP-MP’ê têk bibe. Komîteyê ji bo çalakiyên fedaî jî diyar kir ku ne çalakiyên şexsî divê bi çalakiyên rêxistinî derb li faşîzmê bê xistin

Komîteya Rêveber a PKK’ê, li ser rewşa dawî ya pêngava berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêngav gihaştiye asteke girîng û vê berxwedanê siyaset û zîhniyeta faşîst ji çar aliyan ve dorpêç kiriye û dê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Mirovahiyê dît ku Newroza 2631’emîn yek ji Newrozên herî bi heybet ên dîrokê ye. Di serî de gelê kurd, gelan û bindestan qadên azadiyê yên Newrozê dagirtin. Rastiya yekitî, berxwedan û serkeftinê ya Newrozê ku cejneke azadiyê ye, di pêngava me ya berxwedanê de ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ berbiçav bûye. Li dijî sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ku êdî veguheriye rêbaz û sîstemekê, bi milyonan mirovî daxwaza jiyana azad a Rêber Abdullah Ocalan kirin. Newroza 2019’an li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bû Newroza Berxwedanê ya rasteqîn. Di serî de jin û ciwan em her kesên ku Newroz li ser vê bingehê pîroz kirin silav dikin û hêvî dikin ku Newroza 2632’yemîn rê li ber serkeftinên mezintir veke.

Em; gel û tevger di Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî de ne ku ji Newrozê destpê dike ku Kawayê Hemdem Mazlum Dogan ji nû ve wate da wê û heta 28’ê Adarê Roja Lehengiyê ya Neteweyî didome ku fermandarê me yê nemir Mahsum Korkmaz afirand. Di sala 2019’an de em lehengên nû li dîroka gelê xwe ya lehengiyê zêde dikin. Pêngava me ya berxwedanê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ ya ku li dora Greva Birçîbûnê ya Mezin a bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz li zindanan, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê kirin, li ser bingeha çalakiyên girseyî li tevahiya dinyayê belav dibe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Bakur li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, li Rojava jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst destanên lehengiyê dinivîsînin. Di nava şerekî wiha dijwar de yê sala 2018’an, li qada me ya Zagrosê fermandarên HPG û YJA Starê û milîtanên hêja yên partiya me PKK’ê Bager Bîtlîs û Ronya Kars şehîd bûn. Em wan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin. Di serî de qadên Zagros, Garzan û Serhedê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin, jin û ciwanan dikin ku bi xurtî xwedî li van fermandarên hêja derkevin û li ser vê bingehê gerîla xurtir û mezintir bikin.

Serkeftina li dijî DAIŞ’ê

Gelê me yê li Rojava bi gelên bakur-rojhilatê Sûriyeyê re bi taybetî bi gelê ereb re bû yek û di encama berxwedana lehengî ya çar salan de ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi ser ket. YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li ser xeta lehengiya neteweyî şer dikin, di Newroza 2019’an de serkeftineke bi vî rengî ya dîrokî diyarî gelê me û mirovahiyê kirin. Li ser herêma dawî ya di destê DAIŞ’ê de bû ala HSD’ê hate çikandin û bi vî rengî mirovahî ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bû. Fermandariyê HSD’ê ragihand ku di şerekî wiha dîrokî yê çar salan de 11 hezar şehîd û derdora 20 hezar birîndar çêbûne. Em fermandar û şervanên HSD’ê, her wiha hêzên koalîsyonê hemûyan ên li dijî DAIŞ’ê şer kirin, di şexsê DAIŞ’ê de zîhniyet û siyaseta faşîst têk birin, Newroz bêhtir watedar kirin û di rojeke Newrozê de cejna serkeftinê diyarî gelê me û mirovahiyê kirin pîroz dikin û hêvîdar in ku şerê wan ê li dijî çetetiya faşîst dê her bidome. Em şehîdên leheng ên vê serkeftina dîrokî bi rêzdarî bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin û gelên rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî silav dikin.

Gezen, Şakar û Beçet bi bîr anîn

Pêngava berxwedanê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ku bi pêşengiya Leyla Guven di 7’ê mijdara 2018’an de li dora Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin dest pê kir û li tevahiya dinyayê belav bû, şehîdên xwe yên destpêkê da. Piştî Zulkuf Gezen ê li girtîgeha Tekîrdagê şehîd bû, Ugur Şakar ê beriya niha li Almanyayê çalakî kir û Ayten Beçet a li girtîgeha Gebzeyê dîlgirtî bû şehîd bûn. Beriya her tiştî em welatparêzê mezin Ugur Şakar û milîtana azadiya jinê hevrê Ayten Beçet bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin. Em êşa malbatên wan û gelê xwe parve dikin. Di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe û hêzên şoreşger-demokratîk hemûyan dikin ku bi rengekî rast ewladê leheng ê Dêrsimê Ugur Şakar û keça leheng a Sêrtê Ayten Beçet fêhm bikin û bi xurtî xwedî li wan derkevin.

Çalakiyên fedaî

Pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin’ li çar aliyên dinyayê belav bûye û gihîştiye asteke girîng. Ev berxwedana ku siyaset û zîhniyeta faşîst ji çar aliyan ve dorpêç kiriye, faşîzma AKP-MHP’ê têk dibe. Ji niha ve tê dîtin, bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê re ev hilweşîn wê bêhtir xuya bike. Bêguman ev berxwedana ku li ser bingeha têkbirina sîstema tecrîdê û îşkenceyê ya li Îmraliyê ji bo hilweşandina siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker tê kirin, berxwedaneke lehengiyê ye, berxwedana serkeftinê ye û berxwedana azadiyê ye. Berxwedana serkeftin û rûmeta neteweyî ye ku li ser xeta Mazluman, Kemalan, Xeyriyan, Sarayan û Zîlanan derketiye holê. Ji ber vê yekê divê xeta çalakiyê rast bê fêhmkirin, li şûna rêbazên şexsî, nêzîkatiyeke rêxistinî were nîşandan û rêbazên ku derbê li faşîzmê dixe esas bê girtin. Hin çalakî hene ku dubareya wê nabe, dema ku bê dubarekirin rê li ber bêwateyê vedike. Çalakiyên hevrê Zulkuf, Ugur û Ayten çalakiyên bi vî rengî ne. Em pê bawer û piştrast in ku di serî de li zindanan hevrêyên li her qadê wê bi vê têgihiştinê tevbigerin, ne bi rengekî şexsî lê bi rengekî rêxistinî nêzîk bibin û rêbazên çalakiyê yên ku timî li dijmin dixin û faşîzmê têk dibin esas bigirin.

Şehadeta Baran Serhat

Herî dawî, bi dilekî şewat em pê hesiyan ku hevrê û dostê me yê gelekî hêja, hevkarê me yê li nava HBDH’ê milîtanê MLKP’ê hevrê Baran Serhat di 23’yê adarê de li Rojava ji ber êrîşeke çete şehîd bûye. Beriya her tiştî em şoreşgerê mezin hevrê Baran Serhat bi rêz û hezkirinê bi bîr tînin, êşa kadro û rêveberiya MLKP’ê ya dostê me ye parve dikin. Hevrê Baran di nava sê salan de karên HBDH’ê gelekî xurt kir. Em dibêjin, dê tola hevrê Baran teqez bê hilanîn. Em bang li karker û kedkarên tirkiyeyî, jin û ciwanan dikin ku xwedî li bîranîna şoreşgerê mezin hevrê Baran derkevin û bi xurtî tev li têkoşîna şoreşa yekbûyî bibin. Aşkera ye ku hevrê Baran Şehîdê Şoreşa Tirkiyeyê ye, di heman demê de şehîdekî Kurdistanê ye, şehîdê şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn e. Li Kurdistana azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk dê xwedî li bîranîna wî bê derketin. Bi berxwedana hevgirtî ya gelan wê dawî li tecrîdê bê anîn, faşîzm bê hilweşandin, Kurdistan azad bibe û Tirkiye demokratîk bibe.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar