Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

PKK êdî tevgereke cîhanîşumûl e

Bi nêzbûna 27’ê Mijdarê re kelecana gelekê kurdan jî zêde dibe. Ji bo kurdan gelek wateyên kûr ên vê rojê hene. Heke mirov hewl bide bê ka ev roj ji bo kurdan çi îfade dike, vebêje herhalde ew ê mirov nikaribe ji bin vî barî rabe. Ev roj ew roj e ku gelê kurd weke Cejna Vejînê bi nav dike û pîroz dike.

Di sala 1978’an de vê rojê li gundekî Kurdistanê yê bi navê Fîsê PKK bi fermî hat damezrandin. Ji wê demê heta îro ev 40 sal in di oxira dew û doza azadiyê de şer dike. PKK’ê di nava 40 salan de gelekî ku weke kole jî nedihat dîtin, hebûna wî dihat înkarkirin, ji nû ve afirand, bi raman kir, baweriyê dayê û ev gel ku di lîteratura cîhanî de bi lanet dihat dîtin îro ro bi saya PKK’ê bû qiblegeha hêviya xelasiya ji bindestiyê.

Di mercên herî dijwar de ev tevger heke ne kêm be ne zêde ye ku mirov bibêje êdî PKK bûye tevgereke cîhanî. Jixwe ji ber vê yekê ye ku hêzên cîhanî dixwazin bandora PKK’ê ya li ser civakên xwe kêm bikin. PKK ew ruh e ku bi felsefeya xwe li rojavayê welat şoreşeke cîhanî bi pêş xist. Di eniyên şerê li dijî DAIŞ’a hov de xwîna ciwanên kurd, ereb, ermen, tirk, îngilîz, qanadayî, fransî, alman, amerîkî û ji gelek miletên din ji bo yek armancî rijiya.

Dewletên cîhanê ji ber ev xisleta PKK’ê, bîr û baweriya PKK’ê hewl didin li her devera cîhanê jê re cîhanê teng bikin. Wê rojê Serokê Komela Parêzerên Komarparêz a Almanyayê Dr. Peer Stolle behsa qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanyayê dikir. Dr. Stolle digot, mirov nikare qedexeya dewleta alman a li dijî xebat û sembolên kurdan, tenê bi tekiliya wê ya bi dewleta tirk re girê bide, bi xwe jî naxwaze sempatiya miletê alman li gel rêxistinên kurdan ên li Sûriyeyê zêde bibe.

Di esasê xwe de di bingeha qedexe û lîsteyên terorê filan û bêvan de ev tirs heye. PKK bandorê li ser xelkên cîhanê dike. Çi dewletên mezin ên hegemon çi jî netewedewletên Kurdistan di nav wan de hatiye dabeşkirin hêviyekê nadin gelan. Lê Şoreşa Rojava ku bi raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derket holê li ser bingeha rêxistinî û têkoşîna PKK’ê îro desthilatên cîhanê veduxwîne meydanê.

Wisa lê bifikirin ku di dadgeha herî bilind a Ewropayê de ango li Dîwana Edaletê biryarek derdikeve. Dîwana navborî dibêje bi van argumentên dewleta tirk û dewletên ewropî nabe ku PKK di lîsteya terorê de bimîne. Dadgeh diyar dike ku dewleta tirk li dijî kurdan şer dike û PKK jî aliyê din ê şer e ku li ber xwe dide.

Helbet eniya demokrasiyê ya enternasyonal a ku PKK’ê ava kir çiqas mezin bibe wê tirsa wan dewletan jî li dijî PKK û rêbertiya wê mezin bibe. Dibe ku êrîşên xwe, dek û dolabên xwe, komployên xwe mezin bikin. Ma ne Amerîkayê ji bo vê yekê bi ‘xelata îxbarê’ ji bo 3 pêşengên Şoreşa Kurdistanê dixwaze komploya sala 1999’an bidomîne. Lê wekî ku Nietzsche jî gotiye; “Derba min nekuje, min bi hêz dike.” Ew hêza ku behsa wê tê kirin ji bo PKK’ê di dirûşma gelên cîhanê de wiha formule dibe; “PKK gel e, gel li vir e.”

Nûçeyên Têkildar