Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û got, "Darizandin û hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye. Di encamê de jî wê serketin misoger bibe."

Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek weşand, şehîdên komkujiyên Parîsê yên yekemîn û duyemîn bi bîr anî û bang kir ku herdu komkujiyên Parîsê bi her awayî bêne aşkerakirin û hesab ji kujeran bê pirsîn.

Daxuyaniya PKK’ê wiha ye: “Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd, di salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê ya Yekemîn de ne ku 9’ê Çileya 2013’yan pêk hat. Di salvegera 10’emîn a şehadeta wan de hersê jinên kurd ên şoreşger, hersê şervanên azadiyê hevrê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya ji bo bicihanîna armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan di sala 11’emîn de hîn bi xurtî dubare dikin.

Tevî ku 10 sal di ser re derbas bûne jî dewlet û rêveberiya Fransayê sûcdarên rastî hîn mehkeme nekiriye, hesab ji kujeran nepirsî ye. Bi navê edaleta mirovahiyê em vê yekê şermezar dikin. Ji ber vê yekê piştî deh salan komkujiyek bi heman rengî hat kirin, careke din sê şoreşger û welatparêzên kurd li Parîsê hatin kuştin. Em bang li hiqûqa Fransayê dikin ku van herdu komkujiyên Parîsê yên di nava 10 salan de ji aliyê heman hêzan ve hatine kirin bi her awayî aşkera bike û hesab ji kujeran bipirse.

Em bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sosyalîst, hêzên demokratîk, karker, kedkar, jin û ciwanên Parîsê û tevahiya Fransayê dikin ku bi têrkerî bi ser van herdu komkujiyên li Parîsê yên li dijî kurdan hatine kirin biçin, hîn bi xurtî piştgiriya têkoşîna azadiyê û gelê kurd bikin, ji bo ronîkirin û darizandina sûcdarên komkujiyan bi hêzeke mezin bixebitin. Bila ev bê kirin ku jin û mêr ên kurd li Fransayê neyên kuştin, ku wan jin û mêr ên kurd li dijî çetetiya DAIŞ’ê ya ku li Parîsê xwîn rijandin li refên herî pêş şer kirin û DAIŞ têk birin. Bila ev bê kirin ku bajarê komunê Parîs nebe ew bajar ku şervanên azadiyê yên kurd lê têne kuştin! Bila li Parîsê ku pêşengê jiyana komunal e, komunalvanên kurd neyên kuştin!

Şoreşa azadiya kurdan li her derê belav bû

Di nava 10 salên derbasbûyî de gelê kurd û dostên kurdan bi taybetî jî jinên kurd qet nesekinîn, xwedî li şehîdên Parîsê yên 9’ê Çileyê derketin, ji bo ronîkirina komkujiyê û darizandina kujeran bi hemû hêza xwe kar kirin. Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî ji xwe re kirin al, ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Jinan li tevahiya cîhanê belav bibe gelekî hewl dan. Niha di salvegera 10’emîn a komkujiyê de encamên vê hewldana dîrokî şênber bûye. Bi hewldanan jinan, kurdan û hêzên demokratîk komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan hat ronîkirin, kujer hatin teşhîrkirin û hesab hat xwestin. Tevî hewldanên astengkirin û îmhayê yên dewleta tirk a qirker û dijminê kurdan û rêveberiya AKP’ê ya faşîst, bi têkoşîna ku ji bo bîranîna hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hat meşandin, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û şoreşa azadiyê ya jinan hîn bêhtir bi pêş ve hat birin û li tevahiya cîhanê hat belavkirin. Bi vî rengî hêviya kujeran hat şikestin û hesabê wan hat têkbirin. Bi têkoşîna li dijî komkujiyê re hişmendî û rêxistiniya azadiyê ya kurdan û jinan xurtir bû û bi pêş ket. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêber Abdullah Ocalan, bi dirûşma bingehîn a şoreşên sedsala 21’ê.

Divê rê ji polîtîkayên faşîzmê re neyê vekirin

Rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP’ê, ku nekarî xwe li vê pêşketina dîrokî rabigire, li hemberî Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo her tim têk çû, li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Avaşîn û Metînayê ji hev ket, ji aliyekî ve li nava sînorên Komara Tirkiyeyê terora faşîst û zilm zêde kir û hewl da ya ku DAIŞ’ê nekarî li Rojava û Şengalê pêk bîne bi ser bixîne, li aliyê din jî hewl dide terorê li derve, li cîhanê belav bike û her kesî bike hevkarê qirkirina kurdan. Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn ku 23’ê kanûna 2022’yan hat kirin, li ser vê bingehê pêk hat. Di vê komkujiyê de jî 3 şoreşger û welatparêzên kurd bi êrîşa plankirî û rêxistinî ya faşîzma AKP-MHP’ê hatin kuştin. Dewlet û civaka Fransayê rû bi rû man ku ji bo kurdan û mirovahiyê pîvanên demokrasiyê bi cih bînin. Rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst hewl dide terorê li cîhanê belav bike, bi vî rengî li Tirkiyeyê di hilbijartinê de bi ser bikeve û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Her kesên ku ji xwe re dibêje ‘ez demokrat im’ divê vê rastiyê bibînin û rê nedin van planên faşîzma AKP-MHP’ê.

Em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

Em careke din şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Ji bo bîranîna hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî çawa ku di nava 10 salên derbasbûyî de me têkoşîna xwe ya azadiya jinan û gelê kurd li tevahiya cîhanê belav kir û pêşketinên dîrokî afirand, ji bo bîranîna hevrê Evîn, Mîr û Abdûrrahman jî em ê di salên bê de hem têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin hem jî li nava jinan û gelên bindest belav bikin. Têkoşîna li dijî komkujiyên Parîsê wê me bike tevgereke demokrasî û azadiyê ya cîhanê. Şehîdên me yên Parîsê wê bibe ala pêşketina şoreşa modernîteya demokratîk û belavbûna xeta azadiyê ya Apoyî li tevahiya cîhanê.

Darizandin û hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye

Fikir û şoreşa azadiya jinan wê li ser vê bingehê li cîhanê bê belavkirin û sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinan. Bala xwe bidinê, siyaset û mejiyê bi serweriya mêr di 9’ê çileya 2013’yan de bi taybetî êrîşî pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinan hevrê Sara kir. Êrîşa 23’ê kanûna 2022’yan jî li hemberî ji pêşengên têkoşîna azadiya jinan hevrê Evîn hat kirin. Aşkera tê dîtin ku sîstema dewlet û desthilatdariyê ya ku xwe dispêre mejî û siyaseta bi serweriya mêr, herî zêde ji jinan, ji têkoşîna azadiya jinan, ji hişmendî û şoreşa azadiya jinan ditirse. Ji ber vê yekê jî bi zanebûn û plankirî êrîşî şoreşgerên pêşeng ên jin dike û wan qetil dike. Lê belê tirs bi kêrî mirinê nayê. Çi dike bila bike dawiya vê siyaset û mejiyê bi serweriya mê wê ji aliyê şoreşa azadiyê ya jinan ve bê diyarkirin. Li ser vê bingehê darizandin û hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye, dawiya vê jî wê serketinê bi xwe re bîne.

Divê têkoşîn bê mezinkirin

Li ser vê bingehê di salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’yan de em şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza ji bo serxistina armancên wan dubare dikin. Em berxwedana dîrokî ya Îmrali û Zapê silav dikin, hêzên xwe yên gerîla yên leheng ji ber serketina dîrokî pîroz dikin. Em bexwedana gelê xwe ya li çar parçeyên Kurdistane û derveyî welat silav dikin, bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku hîn bêhtir li ser xeta Rêbertî û li dora berxwedana me ya gerîlayên leheng bicivin, li dijî sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê li her qadê hîn bêhtir mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar