Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK: Em li ser rêya Rêbertî û şehîdên leheng dimeşin

Komîteya Navendî ya PKK'ê têkilî Şehîdên Meha Gulanê daxuyanî da û wiha got: “Niha jî, gulana 2021'an em li ser xeta Rêbertî û şehîdên leheng dimeşin û şer dikin. Em tevger û gel bi vê şanaz û serbilind in.”

Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê têkildarî şehîdên meha gulanê daxuyaniyeke niviskî da û got ku  ji bo ku îro rast bê fêhmkirin û bi serkeftî were jiyîn, divê mirov şehadetên beriya bi 44, 48-50 salan jiyane û îro jî têne jiyîn rast û têra xwe fêhm bike.

Komîteya Navendî ya PKK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Beriya niha bi 44 salan, 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê me hevrê Şoreşgerê Mezin Hakî Karer di êrîşeke faşîst-qirker a plankirî de şehîd da. Vê rûdanê di dîroka Kurdistanê de ji bo azadiyê pêvajoyeke nû ya berxwedanê anî. Rêber Abdullah Ocalan ku şehadeta navborî rast nirxandî bi navê PKK’ê Tevgereke nû ya Azadiyê ava kir. Her berxwedana ku dihate maneya xwedîderketina li bîranîna şehîdan bi xwe re şehadetên nû anî û vê rewşê Artêşa Şehîdan danî holê. Bi vê bingehê 18’ê Gulanê di dîroka azadiya Kurdistanê de bû Roja Şehîdan, gulan jî bû Meha Şehîdan.

Niha em Tevger û gel Roja Şehîdan a 45’an û Meha Şehîdan dijîn. Beriya her tiştî di şexsê Rêber Apo û gerîlayên fedayî de, vê berxwedana bi lehengî ku li ser xeta şehîdan didome silav dikin û bawer dikin ku em ê serkeftinên mezintir bi dest bixin. Di salvegera 44’an de Şoreşgerê Mezin ên Enternasyonalîst Hevrê Hakî Karer û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe yên leheng bi hurmet û minet, hezkirin bi bîr tînin. Di sala nû ya şehîdan de em diyar dikin ku dê hîn zêdetir li bîranînên wan xwedî derkevin û armancên wan bi rengekî meztir bi ser bixin.

PKK ji serî de bû Partiya Şehîdan

18’ê Gulanê her wiha dibe salvegera 48’an a yek ji Rêberê Şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya. 30’ê Adara 1972’an komkujiya Kizildereyê, 6’ê Gulana 1972’an darvekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan û 31’ê Gulana 1972’an piştî şehadeta Sînan Cemgîl û hevalên wî, 18’ê Gulana 1973’an Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê bi îşkenceyê tê qetilkirin. Rabûneke wiha ya şoreşger ya wêrekane, li Tirkiye û Kurdistanê rê li têkoşîneke şoreşger vedike. Rêber Apo û PKK bi çirûskeke wiha, meşa azadiyê ya ku dibe nîv sedsal, didin destpêkirin. Li ser van bingehan di salvegera 48’an de Rêberê Şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya û di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşê yên Tirkiyeyê bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin.

Em pê dizanin ev çirûska pêşî ya şoreşger ku li dijî darbeya faşîst-darbeya leşkerî ya 12’ê Adarê 1971’an bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û di nîvê pêşî yê 1970’yî de li Kurdistanê qulibiye ser tevgere şoreşger û bi şehadeta Hakî Karer jî bûye meşa şehîdan. Xeleke pêşî ya vê zincîrê ku tê maneya PKK’yîbûnê, dibine hevrê Halîl Çavgûn ku 19’ê Gulana 1978’an, Abdulkadîr Çubukçu ku 1’ê Gulana 1982’an li Beyrûdê, 17’ê Gulana 1982’an li zindana Amedê Ferhat Kurtay û hevalên wî, 2’yê Gulana 1982’an li Qandîlê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ku şehîd bûne. Ev zincîra şehadetê ku bi Ramazan Kaplan, M. Emîn Aslan û Hozan Mizgîn dom kirî, digihêje heta Kasim Engîn ku 27’ê Gulana 2020’an şehîd bûyî. Ya ku meha Gulanê kirî ‘Meha Şehîdan’ ev şehîdên mezin in û îro jî li Kurdistanê di şer de şehîd dibin. Di şexsê van hevrêyan de hemû şehîdên Meha Gulanê bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin.

Bêguman ji bo ku em îro rast fêhm bikin û bi serkeftî bijîn divê mirov şehadetên beriya bi 44 salan, beriya bi 48-50 salî jiyane û niha jî dijîn rast û têra xwe fêhm bike. Divê mirov hay ji bîrewerî û ruhê van rêberên şoreşger veke ku di tarîtiya pêvajoya dîrokî ya nû de zanîne ku tevbigerin. Pir aşkera ye ku wan rê ve vekirin, wan zorî têk bir, astengî ji holê rakirin û dîrokeke mezin ku bi bezê em bikarin lê bimeşin ji me re kirin mîras. Niha em gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû hêzên şoreşger-demokratîk xwedî mîraseke wiha ne, xwe dispêrin ser vê, şer dikin û bi ser dikevin.

Artêşa Şehîdan hat afirandin…

Şehadet rastiya dozekê, jêvenegera wê, têkneçûyîna tevgerekê bi rengekî berbiçav diçespîne. Rastiya tevgera ku ber bi serfiraziyê ve dimeşe, bi esasî şehîd û nûneriya wî Rêbertî diyar dike. Ji ber vê Rêber Apo dibêje, ‘Şehîdên me bi rengê PKK’ê jiyane’. Got, ‘Şehîd PKK’yî ne’ û diyar kir PKK û PJAK ‘Partiya Şehîdan in’. Bi vê bingehê bi rengê PKK’ê Artêşa Şehîdan ku têk naçe afirand û em bi fermandariya artêşeke wiha rê ve birin. Naxwe divê em rastiya Rêbertî, partî û şehîdan rast fêhm bikin û bêkêmasî temsîla wê bikin.

Em tevgera azadiyê bûne hêzeke herêmî û cîhanî

Îro jî Gulana 2021’an li ser xeta Rêbertî û şehîdên me yên leeng em dimeşin û şer dikin. Ev me tevger û gel şanaz dike. Ji ber ku nîşan dide ku ji xeta Rêbertî û şehîdan em qut nebûne û hewl didin ku armancên wan bi cih bînin. Datîne holê ku em Tevgera Azadiyê bûne hêzeke herêmî û cîhanî. Ev jî wê hîsê bi me dide çêdike û em nêzîktirî serkeftinên mezintir in.

Di roja berdest de hişmendî û siyaseta mêtinger-qirker ku di faşîzma AKP-MHP’ê de berbiçav bûyî, hemû hêza xwe bi kar tîne û li her qadê şerekî taybet dike. Bêguman êrîşên xwe herî pir li ser Rêber Apo zêde dike û bi vê bingehê pergala îşkence û tecrîdê tim girantir dike. Herî dawî li ser Metîna, Zap û Avaşînê li ser Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkeriya qirker didomîne. Li her aliyê Kurdistanê bi hedefkirina şervanên azadiyê dixwazin hêzên me yên gerîla yên leheng serkut bikin û bi vê bingehê pêşengiya partiya me qels bikin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt li ser gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk êrîşên şerê taybet ên giran ên faşîst-qirker didomînin. Bi qelskirina Tevgera me ya Azadiyê dixwazin qirkirina kurdan bi rengekî rehet û zûtir pêk bînin. Ji hin derdoran keysperest jî ku bûne xulamên hêzên derve destekê didin wan. Li Qadên Parastinê yên Medyayê û rojavayê Kurdistanê di serî de DAIŞ’ê dixwaze hin çeteyên faşîst bi cih bike, li vir herêmeke çeteyan ava bike û gefê li mirovahiyê bixwe.

Bêguman armanca dîktatoriya faşîst qirker a AKP-MHP’ê qirkirina kurdan e û dixwaze Kurdistanê ji dîrokê rake. Em qet şikê ji vê nabin. Ji ber vê, di serî de Rêber Apo, partî û gerîla, hemû gelê kurd, tevgera jin û ciwanan, hêzên şoreşger- demokratîk em li dijî vê êrîşkariya faşîst-qirker li ser hîmê stratejiya şerê şoreşgerî ya gel li ber xwe didin. Helwesta me ya îdeolojîk, polîtîk û leşkerî berxwedan e, şer e. Li dijî êrîşên faşîst, qirker û mêtinger jixwe helwesteke din nabe. Heta niha ji bo azadiya gelê kurd û rizgariya Kurdistanê me çawa şerê berxwedanê kiribe, ji niha û pê de jî em ê şerê berxwedane yên di behsê de teqez e ku bi rengekî xurtir bikin. Çawa ku heta niha em bi ser ketibin, baweriya me temam e ku ji niha û pê de jî em ê bi ser bikevin.

Li dijî mêtingeriya qirker em bi kurdan re Kurdistanê biparêzin

Bi vê bingehê di serî de jin û ciwan me bang li hemû kurdan, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku tev li vê berxwedanê bibin û destekê bidin. Me xwest ku li dijî êrîşkariya faşîst-qirker em hemû kurd berevaniyê li Kurdsitanê bikin. Li Kurdistanê jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Em faşîzmê bi hev re hilweşînin û Tirkiyeya demokratîk ava bikin.  Di serî de em kurd û filistînî hemû gelên Rojhilata Navîn, Rojhilata Navîn  a demokratîk ava bikin.

Bêguman ev banga me derbasdar e. Nexasim banga me li gelê me yê welatparêz û gelên Tirkiyeyê ew e ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya li ber hilweşandinê li her qadê bi rengekî karîger têbikoşin. Banga me li hêzên me yên gerîla ku em berxwedana wan a pîroz silav dikin, li dijî dijmin bi rengekî karîgertir, bêhtir afirandêr, hostayî, bi plan û rêxistinî şer were kirin. Hişmendî û siyaseta faşîst qirker li ber hilweşandinê ye, ya ku wê hildiweşîne bibin em û em vê hilweşandinê zûtir bikin. Banga me li wan hêzan ku divê li ber xwe bidin lê li ber xwe nadin ew e ku hinekî wêrek û fedekar bin qet nebe xizmetê ji dijmin re nekin. Banga me li wan hêzan ku destekê didin dewleta TC’ê ku li ber çavan polîtîkaya qirkirina kurdan rê ve dibe û destekê didin dîktatoriya faşîsta a AKP-MHP’ê, qet nebe bi gotinên xwe re hinekî lihev bin û nebin hevkarê sûcê qirkirinê yên TC’ê.

Em ê li ser rêya rast meşa xwe bidomînin

Lê kî dibe bila bika, me rêya xwe diyar kiriye û li ser vê rêyê em ê bidomin. Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşîni û dawî li dagirkeriyê bînin. Em ê pêngava me Dema Azadiyê ye ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daye ber xwe li her qadê bi rengekî xurt geş bikin. Di serî de jin û ciwan em ê şerekî mezintir bikin û serkeftineke mezin bi dest bixin. Bi vê bingehê em ê bi mîsogerî armanca şehîdên xwe pêk bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar