Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîteyê di daxuyaniya xwe de qala erdheja ku navenda wê Mereş e kir û wiha got: “Em weke tevger û gel ketina nava sala 25’emîn a komploya 15’ê Sibatê ya dîrokî û ya têkoşîna li dijî komployê, di bin bandora erdheja mezin a navenda wê Mereş e de, dijîn. Karesatên wisa, êşên me hîn mezintir dikin. Li aliyekê em ji bo sivikkirina birînên ku karesata erdhejê bûye sedem, li aliyê din jî ji bo bi temamî têkbirina komploya navneteweyî di sala 25’emîn de, dibin seferber. Em encamên her du karesatan jî, di mejî û dilê xwe de bi kûrahî hîs dikin û girêdana her duyan jî bi hevdû ve çêdikin û têkoşîna xwe ya azadiyê li ser vî esasî pêş dixin. Em bawer dikin ku em ê komploya 15’ê Sibatê ku roja qirkirina kurdan û roja reş e, li ser vî esasî têk bibin û em ê bandorên hilweşîner ên karesatên xwezayî jî kêm bikin.”
Di daxuyaniya komîteyê de, bi domdarî ev tişt hatin diyarkirin: “Li ser vî esasî em êşa gelê xwe yê ji erdhejê zirar dîtiye û êşa gelên Tirkiye û Sûriyeyê car din parve dikin. Em di salvegera 24’emîn de komploya 15’ê Sibatê ya dîrokî şermezar dikin û Rêber Apo û berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya li dijî komployê, silav dikin. Em şehîdên leheng ên berxwedana fedaî ya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de yên ku li dora Rêber Apo ji agir xeleq ava kirin, hevrê Halît Oral û Aynûr Artan ku berxwedan dan destpêkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ji her kesê re ku di sala 25’emîn a têkoşîna li dijî komployê de têkoşîna azadî û demokrasiyê bi rê ve dibin, serkeftinê dixwazin. Em diyar dikin ku wê di sala 25’emîn de dîwarên qirkirin û tecrîda Îmraliyê parçe parçe bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.
24 sal in Rêbertî û têkoşîna me li dıjî êrîşên qirker li ber xwe dide
Em baş dizanin ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an hatî destpêkirin armanc dikir ku bi îmhakirina Rêber Apo û li ser vî esasî PKK’ê tasfiye bike û qirkirina kurdan temam bike. Li ser vî esasî êrîşek a hişmendî û siyaseta qirkirina kurdan bû ku xwedî armanca îmha û tasfiyeyekirinê bû. Di vê çarçoveyê de êrîşek bû ku sîstema modernîteya kapîtalîst a kureyî ku qirkirina kurdan pêşbînî dikir, DYA, Îngilistan û Îsraîl ji vê sîstemê re pêşengî kirin, plan kirin û xistin meriyetê. Di şexsê Rêber Apo de dihat xwestin ku hebûna azadiya kurd û tevgera azadiya kurd bê îmhakirin û qirkirina kurdan were temamkirin. Ji xwe tu pirsgirêk di navber Rêber Apo û van hêzan de tune bû. Tenê ji bo temamkirina qirkirina kurdan ev êrîş pêk anîn û zirarên giran dan hebûna azadiya kurd. Em hêvî dikin ku em dema dikevin sala 25’emîn a komployê de, hêzên navborî siyaseta xwe ya qirkirin û dijberiya kurdan ji nû ve berçavan derbas bikin û rêya telafîkirina zirarên ku dane gelê kurd, bijêrin.
Pir bi aşkere ye ku komploya 9’ê Cotmehê planek a îmayê ya yek rojî bû û ji aliyê Rêber Apo ve hat pûçkirin û belavî 25 sala hat kirin. Dema ku plana wan a destpêkê bi ser neket, hêzên komploya navneteweyî li pey hev planên nû ceribandin û komploya 15’ê Sibatê plan kirin û bidarvekirina Rêber Apo pêşbînî kirin. Dema ku ew jî hat pûçkirin, vê carê polîtîkaya rizandinê ya di sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de, pêşbînîkirin. Ev tam 24 sal in polîtîkayek bi vî awayî tê meşandin. Tê xwestin ku Rêber Apo di hucreyek yekkesî de nexebite û nefikire û bi pêkanîna bêpeywendiya mutlaq, bê tasfiyekirin. Ev armanca ku bi hikûmeta Ecevît bi serneket, hewl tê dayîn ku bi destê hikûmeta Tayyîp Erdogan û faşîzma AKP-MHP’ê bê serxistin. Tê xwestin ku êrîşa topyekûn a di bin tecrîda mutlaq a Îmraliyê de, belavî hemû girtîgehan, gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, jinan û ciwanan, parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat bibe û bi armanca îmhaya PKK’ê û gerîla, têk biçin. Ev tam 24 sal in, em weke Rêber Apo, Tevger û gel li dijî vê êrîşa faşîst, mêtinger û qirker a topyekûn li ber xwe didin. Ev berxwedana zehmet û dîrokî ya çarêkek a sedsalê, gelê kurd anî rewşek a zanebûn û birêxistinkirî. Têkoşîna azadiya kurd jî ji aliyê hemû gelên cîhanê, jin û ciwanan ve hat naskirin. Berxwedana mezin a gerîla û gelê kurd, Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li ser vî esasî pêş ket, ji bo hemû mirovahî û kesên çewisandî, hêviyek nû a rizgariyê ava kir.
Mîmarê berxwedanê Rêber Abdullah Ocalan e
Bêguman mîmar û afirînerê vê berxwedana mezin û dîrokî ya çaryeka sedsalê Rêber Abdullah Ocalan bû. Rêber Apo bi şoreşa zîhnî û wijdanî ya ku di têkoşîneke wiha de gihandiye paradîgmayeke nû û bi vî rengî rê li ber rizgariya hemû bindestan vekir. Jin bi paradîgmaya civaka azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk ji pergala desthilatdar û dewletparêz qut bûn û li ser esasê ferdên azad û komunên demokratîk pergaleke jiyana nû ava kirin. Bi feraseta neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ku pênase kir, rêya çareseriya hemû pirsgirêkên civakî nîşan da. Bi vî rengî rastiya Rêbertî ji asta neteweyî û herêmî wêdetir derket asta cîhanî. Rêber Apo êdî pêşengiya hemû bindestan dike û rêya rizgariyê nîşan dide; Ew dibe serokê hemû bindestan û gelan.
Bêşik hêzên me yên gerîla yên qehreman di têkoşîneke bi vî rengî de desteka herî mezin dane Rêber Apo. Berxwedana fedaî ya ku bi salan e bi dayîna deh hezaran şehîdan dide, ewlekarî û bandora Rêber Apo misoger kiriye. Bi taybetî di salên dawî de berxwedana mezin a li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş ket, berxwedana dîrokî ya ku herî dawî li qadên Zap, Avaşîn û Metîna derket pêş û nehişt faşîzma AKP-MHP’ê derbas bibe, êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê şikandin û hemû planên nû yên komployê têk birin. Bêguman desteka herî mezin a berxwedaneke bi vî rengî ya gerîla, berxwedana jinan û şoreşa azadiyê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû, da. Dîsa di pêşengiya jin û ciwanan de gelê kurd û dostên wan ên ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bênavber li ber xwe didin, berxwedanek mezin kirin. Êrîşên komploger a çaryeka sedsalê bi berxwedaneke wiha bênavber û watedar hatin pûçkirin û hemû planên komploger yek bi yek hatin têk birin.
Faşîzma AKP-MHP’ê li ber qedandinê ye
Niha jî êrîşa komploger a mijara gotinê, bi girankirina tecrîda li sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û bi zindî hiştina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tê meşandin. Hêzên komploger dixwazin zîhniyet û siyaseta qirkirina kurd li ser vê bingehê pêk bînin. Ji ber vê yekê tê dîtin ku faşîzma AKP-MHP’ê bi gelek aliyan ve tê destekkirin û ji niha ve hewl dide di vî warî de ji felaketa erdhejê sûd werbigire.
Lê vala ye! Êdî dawiya rêya komploya navneteweyî û faşîzma AKP-MHP’ê hatiye. Di eslê xwe de dawî li zihniyet û sîyeseta qirkirina kurd a sedsalî hatiye. Têkoşîna sala 25’an a li dijî komployê wê bi hêz be ku van hemûyan bi dawî bike. Ne piştgiriya NATO-Rûsya û ne jî PDK’ê wê nikaribe faşîzma AKP-MHP’ê bidomîne. Tu kes wê nikaribe jiyana zîhniyet û siyaseta faşîst-qirker dirêj bike. Ne hêza teknîkî ya ku jê re îbadet dike û ne jî hewldana sûdwergirtina ji felaketên weke erdhejê wê faşîzma AKP-MHP’ê rizgar neke.
Bi rastî, di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî û têkoşîna li dijî komployê, bi geşedanên siyasî yên gelekî girîng ên li Kurdistan û Tirkiyeyê re xuya dike. Aşkere ye ku ne tenê ‘Plana Hilweşînê’ ya 8 salan û komploya navneteweyî ya 25 salan, wê pêşketinên ku sîstema qirkirina kurdan a sed salî biguherînin jî wê rû bidin. Ji ber ku ev hemû di dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê de bûne yek û dîktatoriya faşîst a mijara gotinê ketiye ber îmhayê. Pirsgirêka hilbijartin û guhertina rêveberiyê ya li Tirkiyeyê tenê bûyereke wiha ye. Ne senaryoyên şer ên nû û ne jî rewşa awarte yên ji ber erdhejê hatine ragihandin wê têrê nekin ku pêşî li guhertineke bi vî rengî bigirin û faşîzma AKP-MHP’ê li ser desthilatdariyê bihêlin.
Têkoşîna salvegera 25’an a li dijî komployê têkoşînek wisa ye. Divê têkoşîna îsal bi salên berê re neyê tevlihevkirin. Têkoşîna salên bihurî pêşketinên pevçûn afirand, têkoşîna sala 25’an wê bibe sedema pêşketina şoreşgerî. Dem hatiye ku pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmrayê wê were tunekirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Ji niha û pê ve wê faşîzma AKP-MHP’ê bê tunekirin û rêya ‘Kurdistana Azad-Tirkiyeya Demokratîk’ vebe. Êdî wê Îmralî bi pergala tecrîd û îşkenceyê û faşîzma AKP-MHP’ê re bi hev re nejî.
Di vê rewşê de, divê hemû gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger-demokrat van taybetmendî û armancên têkoşîna 25 salan zanibin û li gorî wê li her qadê asta têkoşînê bilind bikin. Her cure berxwedaniya gerîla û gel, têkoşîna hiqûqî û siyasî, propaganda û çalakiyên hunerî divê li ser vê karekter û armancê be. Divê faşîzma AKP-MHP’ê bê tunekirin, komploya navneteweyî ya di şexsê wê de û zîhniyet û siyaseta qirker a ku di bin navê wê de ye, bi dawî bibe. Têkoşîna salvegera 25’an a li dijî komployê divê gelê me û mirovahiyê bigihîne ronahiyeke nû.
Li ser vê bingehê, em careke din komploya navneteweyî şermezar dikin, şehîdên leheng ên berxwedana li dijî komployê bi rêzdarî bibîr tînin, bang li gel û dostên xwe dikin ku taybetmendî û armancên têkoşîna salvegera 25’an a li dijî komployê rast fêhm bikin û li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îsal bikin saleke şoreşa azadiyê ya mezin!”