Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PKK: Em têkoşîna we bi hurmet û hezkirinê silav dikin

PKK'ê spasiya wan sendîkayên ku di civîna Tevna Têkoşîn û Piştevaniyê ya Sendîkayî ya Navneteweyî de mohra xwe danîn binê belavoka ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Komîteya Rêveber a PKK’ê got: “Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo di asta cihanî de vê dema dawiyê têne lidarxistin, bangên di vê çarçoveyê de têne kirin, em gelekî hêja dibînin. Lewma spasiya  wan sendîkayan hemûyan dikin ku di civîna Tevna Têkoşîn û Piştevaniyê ya Sendîkayî ya Navneteweyî de ku 10-11-12’ê îlonê li bajarê Sao Cosse dos Campos pêk hat, mohra xwe danîn binê belavoka piştevaniya bi gelê kurd û banga ji bo azadiya Rêber Apo.

Di serî de Tevgera Sosyalîst a Şoreşger a Brezîlyayê, ku endama Komîteya Jinûve Komkirinê ya Şoreşger e û ji vê bangê re bû wesîle, em hemû dostên ku ked dane pîroz dikin, minetdariya xwe diyar dikin.”

Di daxuyaniya PKK’ê de hate gotin: “Bi vê bangê careke din aşkere bû ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo gerdûnî bûye, her roj hîn bêhtir xwedî lê derdikevin.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Ji bo hêvî û daxwaza têkoşînê ya ku fikrên Rêber Apo û projeya wî ya şoreşgerî dide mirovahiyê bi sînor bike, tecrîda mutleq lê tê ferzkirin. Lewma jî hate destnîşankirin ku ev tecrîd teqez nayê qebûlkirin.

Ji bo bidawîkirina vê tecrîda mutleq ku cihê xwe di nava pîvanên navneteweyî, exlaq, nirx û hiqûqê de nîne, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em di nava têkoşîneke mezin a civakî de ne. Bi vê têkoşîna xwe, em piştgiriya sendîkayên karkeran ên li San Paûlo gelekî girîng dibînin ku di şexsê Rêber Apo de li ber polîtîkaya tecrîdê û bêdengkirina gelê kurd û tevahiya mirovahiyê rabûn. Em hêvîdarin ku bangên bi vî rengî yên ji bo têkoşînê zêde bibin.

Her wiha em dixwazin wan dostan pîroz bikin ku di mijara danasîna paradîgmaya Rêber Apo li gelek welatên cihanê civînan û konserên piştevaniyê lidar dixin. Herî dawî ciwanan ji bo Rêbertî çalakî lidar xistin, li bajarên Mîlano, Bresîca, Alessenderîa, Salerno, Napolî, Roma û Pîssa bi beşdariya bi sedan kesî ji bo danasîna paradîgmaya Rêber Apo semîner hatin lidarxistin, konserên Hêviyê yên bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hatin. Em ji dil ve spasiya dostên xwe dikin ên ku ev çalakî birêxistin kirin.

Paradîgmaya Rêber Apo ya gerdûnî bûye, di serî de li nava gelê me li tevahiya cihanê bi coşeke mezin û daxwaza têkoşînê tê pêşwazîkirin. Me hêviya xwe tu carî winda nekir ku heta misogerkriina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev yek wê dewam bike. Li ser vê bingehê em ji gelê xwe û dostên xwe re radigihînin ku di têkoşînê de li gel wan in û bi hurmet û hezkirinê silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar