Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PKK hertim bûye alîgirê aştiyê

Pêşmergeyên Dêrîn yên parêzgeha Hewlêrê derbarê biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyan de diyarkirin ku divê gelê kurd di demek wiha de yekgirtî û yekdeng be û wiha gotin: “Biryara rawestandina çalakiyan ya PKK’ê helwestek mirovî û bi nirxe. PKK’ê her dem helwesta aştiyane ya gelê kurd nîşanî dewleta tirk daye.”

Piştî karesata erdhejê 2 rojan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê banga rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan kir. Li ser banga KCK’ê, Navenda Fermandariya NPG’ê biryara rawestandina çalakiyan kir ku heta dijmin êrîş neke çalakî nayên li darxistin. Tevî biryara rawestandina çalakiyan jî dewleta tirk ya dagirker bi hemû hovîtiya xwe ve, rojane bi dehan caran qadên Berxwedanê bombebaran û kîmyabaran dike.

Banga KCK’ê ya rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan bandorek mezin li ser kesayet û welatiyên Herêma Kurdistanê kir. Kesayet û welatiyên Herêma Kurdistanê biryara PKK’ê giring dibînin. Di derbarê banga KCK’ê ya rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan de Pêşmergeyên Dêrîn ên parêzgeha Hewlêrê axivîn.

‘Pêwîstiya gelê me bi alîkariya me heye’

Pêşmergeyên Dêrîn Ebdula Cêgîr qala giringiya rawestandina çalakiyan kir û wiha axivî: “Biryara rawestandina çalakiyan a PKK’ê di demek wiha de helwestek exlaqane û şoreşgerane ye. Her wiha derxistiye holê ku aştîxwazên Partiya Karkerên Kurdistanê her dem li dijî şerin, hêzeke ku li aştiyê digere ye. Divê gelê kurd di demek wiha de yekgirtî û yekdeng be. Gelê me yê li bakur û rojavayê Kurdistanê pêwîstiya wan bi alîkariyê me hene. Li gel vê jî PKK’ê her dem helwesta aştiyane ya gelê kurd nîşanî dewleta tirk daye.”

‘Armanca PKK’ê ne şere, aştiye’

Di derbarê heman mijarê de Pêşmergeyê Dêrîn Ferhad Mentik diyar kir ku biryara rawestandina çalakiyan ya PKK’ê helwestek mirovî û bi nirxe û wiha axivî: “Ne cara yekeme ku PKK biryarek wiha dide, bi carane gerîlayên Kurdistanê daxwaza rawestandina şer dikin. Ev jî derdixe holê ku armanca vê hêza Kurd ne şere, aştiye. Dewleta tirk tu carî ji bo aştiyê, pêşengtî ji niyetek wek ya PKK’ê paqij û helwestek wek ya PKK’ê re ne kiriye. Dewleta tirk hertim li dijî dayîna mafên rewa yên gelê kurd bû, ji ber wê herdem şer hilbijartiye û tu carî fikra aştiya li gel PKK’ê ne fikiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar