Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke hin nirxandinan kir û wiha got: “Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd ku di salvegera 24’an a komploya 15’ê Sibatê de ne ku ‘Roja qirkirina kurdan e’, felaketeke duyemîn a mezin bi serê me ve hat û em pê hejiyan. Ber bi sibeha 6’ê sibatê ve erdhejeke mezin qewimî ku bandor li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kir. Di vê erdheja mezin de ku karesata sedsalê dikare jê re bê gotin, li dehan bajar û bajarokan, li hezaran gundan xisareke gelekî mezin çêbû. Bi hezaran avahî hilweşiyan, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov birîndar bûn û vê karesatê bandor li milyonan mirovî kir. Ev yek encama roja pêncan a vê felaketê ye. Encamên felaketê ku şert û mercên giran ên zivistanê jî bandorê lê dike, gelekî girantir e.
Em êşa kesên ji erdhejê bandor bûne parve dikin
Aşkere ye ku di erdheja 6’ê sibatê de ya li Mereşê rû da, zerareke gelekî mezin li gelê kurd, gelên Tirkiye û Sûriyeyê bû. Weke gelê kurd, weke gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, windahiyên me gelekî giran e, êşa me gelekî mezin e. Em êşa her kesî parve dikin ên ku vê erdhejê bandor li wan kiriye. Bila rehma Xwedê li wan mirovan be ku di vê felaketa mezin de jiyana xwe ji dest dane. Em ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Di serî de kesên ku xizmên xwe ji dest dane sersaxiyê ji gelê me, ji gelên Tirkiyeyê û Sûriyeyê re, ji mirovahiyê re dixwazin. Em ji dil spasiya her kesî dikin ên ku ji bo kêmkirina zerara vê felaketa mezin, kêmkirina vê êşê û pêçandina birînan seferber bûne û alîkariyê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û mirovahî wê heq ji vê êşê derkevin.
Dewlet û desthilatdariya ku civakê dixapîne, dikuje
Bêguman erdhej felaketeke xwezayî ye ku li binê erdê diqewime. Rewşa ser erdê çiqasî bandorê li vê dike hîn baş nayê zanîn. Lê belê mirovahî di vê astê de baş zane ku kîjan herêm herêmên erdhejê ne. Ji xwe tê zanîn ku xeta erdheja 6’ê Sibatê li Mereşê qewimî jî herêmeke girîng a erdhejê ye. Li gel vê yekê avahîdanîn li gorî erdhejê nebûn, ji bo erdhejê tedbîrên cidî nehatin girtin û ev jî bû sedema esasî ku bûyerên di erdhejê de qewimîn, rû bidin. Bi rengekî aşkere tê dîtin ku bi dehan milyar dolarên bi salan e bi gotina ‘ji bo erdhejê ye’ ji civakê hatin komkirin, ji bo vê armancê nehatin bikaranîn, pêşkêşî alîgirên AKP-MHP’ê hatin kirin û bi vî rengî hatin xilaskirin. Lewma erdhej nakuje, wernegirtina tedbîrên pêwîst û xemsarî dikuje, dewlet û desthilatdariya ku bi fen û derewan civakê dixapîne dikuje.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê berpirsyarê esasî ye
Ji bo vê gavê em bibêjin ‘erdhej afeteke xwezayî ye’. Lê belê rêveberiya AKP-MHP’ê ya ku dibêje ‘Ez li hemberî erdhejê tedbîran werdigirim’ diyar e ku tu tedbîr negirtiye. Ya rast erdheja 6’ê Sibatê rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê raxistiye pêş çavan, maskeya li ber rûyê wan aniye xwarê. Rastiya ku aşkere bûye bi vî rengî ye: Ya yekemîn, rêveberiya AKP-MHP’ê têkildarî erdhejê tu tedbîr negirtiye, pereyê ku bi vê armancê ji gel kom kir pêşkêşî xizmên xwe kiriye. Ya duyemîn, saziyên qaşo rêveberiya AKP-MHP’ê ji bo afetên bi vî rengî bi rêxistin kiriye kêm mane, lewma têra çareserkirina hilweşînên ji ber erdhejê nekirine. Yanî rêveberiya AKP-MHP’ê piştî erdhejê alîkarî û karên rizgarkirinê bi têrkerî nemeşand û civak bi tena serê xwe hişt. Ji ber van herdu sedeman, berpirsyarê esasî yê ewqas xisar û mirinan, rêveberiya AKP-MHP’ê ye. Ya sêyemîn, rêveberiya AKP-MHP’ê bi ragihandina ‘Rewşa Awarte’ re hewl dide encamên hilbijartinê siyasî bike û li ser vê bingehê temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.
Li şûna ku li benda dewletê be, divê bi rêxistiniya civakî çarenûsa xwe diyar bikin
Bi temamî têrker nebe jî piştevaniya ku gelê me heta niha kiriye, ji bo parvekirin û kêmkirina êşan roleke girîng lîstiye. Bi taybetî piştî derbaskirina şoqa destpêkê, di asta sefeberiyê de piştevaniyeke girîng hate kirin. Rewşa Awarte ya ku faşîzma AKP-MHP’ê ragihand jî nekarî pêşî li vê yekê bigire. Lê belê divê mirov di vê der barê de jî baldar bin: Rast nîne ku civak jiyan û çarenûsa xwe di vê astê de radestî dewletan bikin. Piştî felaketê li şûna ku ji dewletê li hêviya alîkariyê be, beriya wê divê çarenûsa xwe bixe destê xwe, ya rast ev e. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê li gorî dewletbûnê tevgeriya û pereyê ku bi navê ‘ji bo erdhejê’ komkirî ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Divê rastiya dewlet û desthilatdariyê êdî ji aliyê gelan hemûyan ve rast bê fêhmkirin. Li şûna ji dewletê hêvî bike, divê civak çarenûsa xwe bi rêxistiniya xwe ya civakî diyar bike.
Tevgera me ya azadiyê ji kêliya destpêkê ve bang li gelê me, gelan û mirovahiyê kir ku piştevaniyê bikin; li ser bingeha feraseta ‘piştevaniya civakî dide jiyîn’ ji gelê me yê li derveyî welat, ji gelê me yê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwest ku piştevaniyê bi Bakur û Rojava re bikin. Bi feraseta ‘Ez ê tiştekî ji dewletê hêvî nekim’ berê şoreşgeran û hêzên welatparêz di asta seferberiyê de da karê rizgarkirinê û rakirina enqazan. Ji xwe re kir esas ku her kesên ji xwe re dibêje ez mirov im, divê derfetên xwe bi mexdûrên erdhejê re parve bikin. Ji bo êş li êşên erdhejê neyên zêdekirin, bang li hêzên şoreşger hemûyan kir ku heta êrîş li dijî wan neyê kirin, çalakiyên êrîşê nekin. Bêguman ev helwesta tevgera me dewam dike. Heta ku êşên giran ên ji ber erdhejê rû dan sivik bibin û bêne pêçandin wê ev helwesta me dewam bike.
Gelên Tirkiyeyê ê hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin
Aşkere ye ku erdheja 6’ê sibatê faşîzma AKP-MHP’ê careke din li ser sûc zevt kiriye. Diyar bûye ku baca ji gel standiye, pereyê ji bo erdhejê kom kiriye pêşkêşî alîgirên xwe kiriye û li dijî gelê kurd di şer de bi kar aniye. Niha jî dixwaze encamên erdhejê bike hinceteke şer û bi ragihandina rewşa awarte re temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Bêguman di serî de gelê kurd gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk-şoreşger wê rê nedin vê yekê û faşîzma AKP-MHP’ê di nava êşên ku bûne sedem bifetisîne. Hesabê hemû kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê wê yek bi yek bê pirsîn. Wê destûrê nede ku bi hinceta erdhejê hilbijartinê taloq bike û wê faşîzmê têk bibe.
Aşkere ye ku hem pêçandina birînên ji ber erdheja giran û şert û mercên zivistanê hem jî hewldanên ji bo sivikkirina êşên ji ber erdhejê wê demeke dirêj dewam bike. Ne tenê di pêvajoya rakirina enqazê de, di pêvajoya derbaskirina xisara giran a erdhejê de divê gelê me bi xurtî piştevaniyê bike û timî seferber be. Pariyê xwe, mala xwe, eşyayên xwe divê bi mirovên ji erdhejê zerar dîtine teqez parve bikin. Şertê gelbûyînê, şertê civakbûnê ev e. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê her tim di nava piştevaniyeke bi vî rengî de be, di nava helwesteke parvekirinê de be.
Tê gotin, ‘di her şerî de xêrek heye’, em hêvîdar in ku felaketa erdhejê jî bibe wesîle ji xêra azadiyê re. Tevgera me li hemberî encamên erdheja Wanê di nava têkoşînê de bû partî û têkoşîna azadiyê da destpêkirin, em hêvî dikin ku li hemberî encamên vê erdhejê jî wê di nava têkoşînê de serketinê bi dest bixe, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê misoger bike. Bi vî rengî em ê weke tevger û gel, êşên xwe yên giran sivik bikin. Li ser vê bingehê em careke din êşa gelê xwe yê ku zerar ji erdhejê dîtiye parve dikin, bang li her kesî dikin ku hîn bi xurtî piştevaniyê bikin, hîn bêhtir parve bikin.”