Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...
Perşembe - 12 Aralık 2024

Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

PKK hêzeke dînamîk a girîng e

PKK weke hêzeke polîtîk, li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li qadên din xwedî hevgirtinên girîng e. PKK’ê piştî salên 1980’î herêma herî germ û dijwar a Rojhilata Navîn ji xwe re weke baregeh hilbijart û ev bi xisletên wê yên şoreşger re têkildar in. Ji bo ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe rola vê qadê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rola ji bo Ewrûpayê timî di asta taktîk de hat hiştin. Ev helwesteke rast bû û di heman demê de cewherê hevgirtina tevgerên rizgariya neteweyî yên dînamekeke girîng a serdemê bûn, pêk dianî. Di çarçoveya Sûriye, Libnan, Filistîn û Îsraîlê de pêşxistina têkiliyên rizgarîxwaziyê yên neteweyî tê wê maneyê ku têkilî bi rastiya herî germ, zindî û berfireh a dinyayê re tê danîn. Li derdora bîst salan di çarçoveya van têkiliyan bi xwe de bûyerên pêk hatin, ne bi tenê nasnameya Kurd û tevgera azadiyê li nava herêmê da naskirin; li nava dinyayê jî da naskirin û ew gihand statuyeke stratejîk. Jixwe têkiliyên behsa wan tê kirin îro jî cewherê xwe diparêzin. Ji ber bûyerên PKK’ê rê li ber wan vekir, Îsraîlê bi bloka li dijberî hevgirtiyê xwe Tirkiyeyê berê xwe da polîtîkayên dostaniyê.

Têkiliyên îro yên Tirk-Sûriyeyê-Libnan-Filistînê ji bo Îsraîlê ji tehlûkeya PKK’ê mezintir rê li ber encamên giran vekiriye. Ev jî îspat dike ka PKK çiqasî hêzeke dînamîk a girîng e. Herçiqasî di rewşeke dijber de bin jî têkiliyên di navbera van hêzan hemûyan de li gorî tehlîla dawî ber bi bayê dînamîzma PKK’ê dikevin û dînamîzma PKK’ê rê dide ber wan. Heman dînamîzm di têkiliyên Tirk-Îran û têkiliyên sêalî û dualî yên Tirk-Iraq-DYA’yê de jî bi heman rolê radibe. Eger dînamîzma PKK’ê nebûya, têkiliyê di vî alî de wê bi vî awayî pêk nehatibûna. Têkiliyên em behsa wan dikin, bi saya tevgera dîplomatîk a li dora PKK’ê tê ristin çêdibin. Cewherê sosyalîst, demokratîk û şoreşger ê PKK’ê têkiliyên bi vî rengî yên desthilatdariyê ber bi blokbûnên bi vî awayî ve dahf dide.

Heman xusûs ji bo têkiliyên Komara Tirkiyeyê bi Ewropayê re di cih de ne. Eger Komara Tirkiyeyê îro bi Yekîtiya Ewropayê re gihiştibe muzakereyên hevpartiyê, ev bûyerên di çarçoveya pirsgirêka Kurd û PKK’ê de ne. Di serî de Almanya, nêzîkatiyên welatên Ewropayê ji bo PKK’ê ew bûn ku pêşî nerm nêzîk bibin û mîna li Dev-Yol û rêxistinên din ên xwedî potansiyela şoreşgerî kirin, xwestin bigirin nava xwe û bi rêbazên hêza nerm asîmîle bikin. Ev şêweyên têkiliyê demeke dirêj dewam kirin. Lê ji ber ku em ji ya xwe nehatin xwarê ango em li Rojhilata Navîn şoreşger man, vê kir ku welatên behsa wan tê kirin rêbaza xwe biguherin. Pêşî hikûmetên welatan yek bi yek, paşê li ser navê Yekîtiya Ewropayê PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û rêbaza lidervehiştinê şopandin. Armanca herdu polîtîkayan astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî şoreşger, demokratîk û sosyalîst bû. Li şûna vê, ‘azadî û mafên ferdî’ yên bi mafên mirovan hatibûn bisînorkirin hatin ferzkirin. Mîna ku mafên ferdî yên bêyî mafên civakî û kolektîf pêkan bin, bûn xwedî helwesteke durû.

Dema bi Komara Tirkiyeyê re bazar dikirin, dixwestin herdu aliyan ango hem PKK’ê û hem jî Komara Tirkiyeyê bi vê rêbazê bi xwe ve girê bidin. Li pey têkiliyên hegemonîk bûn. Ji çareseriyên demokratîk û civakî reviyan. Li gorî vê rêbazê, hewl dan ku bi kesayet û rêxistinên naveroka wan a şoreşgerî, demokratîk û sosyalîst pûç kiribûn, piştî tesfiyekirina PKK’ê weke hêmanên xwe yên polîtîk di nava Kurdan û Tirkiyeyê de bi cih bikin. Weke hêzên mîsyonê rolên diyar amade kirin. Tevahiya sîh salan (bi Gladîo’ya NATO’yê re) ji vê bernameya tesfiyeyê li benda serketinê man, ji ber ku ji bo vê sermayeyeke mezin razandibûn. Çawa ku li gelemperiya dinyayê dibe, piştî dijşoreşa Tirkiye û Kurdistanê xwestin di nûkirinê de rola pêşeng bidin wan. Bi israr PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û ev ne ji bo destekdana Komara Tirkiyeyê bû, ev ji bo berjewendiyên wan bi xwe bû.

Ev planê Kurd-PKK ku Yekîtiya Ewropayê bi hostetiyeke mezin amade kir û xist pratîkê, ji pîlanê tesfiyekirina Tirk-Qibrisê gelekî girîngtir e, lê bêhtir kûr û bi dizî hatiye meşandin. Bi Komara Tirkiyeyê re bazarên girîng hatine kirin û hînê jî têne kirin. Ji aliyê têkiliyên Kurd û Tirk ve bi qasî Peymana Sykes-Picotê girîng e. Komara Tirkiyeyê li rêyên çareseriyê yên bêyî PKK’ê û Kurdan digere, qaşo demokrasî û mafên mirovan ên yekalî ferz dike, û ev encamên van hevdîtinên bi dizî û xasûkî ne. Ji ber ku PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye nebûn, ev hevdîtin veguherîn têkiliyên rûtîn û pûç ên mîna têkiliyên Îsraîl-Filistînê. Mîna lîstikên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li ser Kurdan (Sosyalîstên Tirk û Ummetgirên Îslamî jî di navê de) careke din ceribandin. Piştî ku berjewendiyên xwe misoger kirin, ne bi tenê çavên xwe li pêvajoya qirkirina Kurdan girtin; li ser navê modernîzma laîk heta dawiyê destek dan faşîzma Tirkê Spî. Dekûdolab û lîstikên bi heman rengî li ser Rûm, Ermenî û Suryaniyan jî hatin lîstin û tevgerên tesfiyekirinê meşandin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera

Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahiya hêzên demokratîk û sosyalîst de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû. Destek da tevahiya operasyonên eskerî yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ango çalakiya herî berfireh a Gladîo tevahiya NATO’yê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî. Tirkiyeyê bera ser Sûriyê da. Jixwe Îsraîl jî bi xwe hêza amadekar a vê polîtîkayê bû û bi hostetî ew pêk dianî. Di vê çarçoveyê de Sûriyeyê demeke dirêj li hemberî tevgerên tesfiyekirinê li ber xwe da. Lê di dawiya dawî de ew jî Rûsya jî li gorî berjewendiyên dewleta netewe bi sîstema serdest re li ser hin peymanên bi dizî li hev kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pir zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tesfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.

PKK’ê tevî tesfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li

gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne û li ser bingehê serketina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst rawest e. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye.

Nûçeyên Têkildar