Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

PKK: Hozan Mizgîn hem bi çeka xwe û hem jî bi hunera xwe şer kir

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) û şehîdên Meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Rêhevala Mizgîn hem bi çeka xwe hem ji bi hunera xwe şer kir di roja me de jî xeta me ya çand û hunerê divê çawa be danî holê.”

Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK’ê bi boneya 32’emîn salvegera Hozan Mizgîn û 11’ê Gulanê roja Şehîdên Tevgera Çand û Hunerê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bi vî rengî ye:

“Mizgîn (Gurbet Aydin) cewhera çand û hunera kurd a Apoyî, şoreşgera ji agir a jina azad û fermadara gerîlayê nemir, dengê welatparêzîyê ya bi wate û xweşik ku dila ji kûr ve bandor dikir; sûlaveke hestan, bîrdariyeke berxwedanê, remza bedewî û nekeftîbûyînê e. Di şexsê wê de hemû şehîdên meha Gulane bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînîn.

Em di 32’emîn salvegera şehadeta rêheval Mizgîn de wê bi bîr tînîn, em dixwazin bi bîr bixin ku 11 Gulanê di heman demê de roja şehîdên tevgera çand û hunerê ye jî. Bi vê boneyê em hemû şehîdên tevgera çand û hunerê bi girêdaniyeke bê dawî û bi minetdarî bi bîr tînîn.

Di demeke ku gelê kurd bi awayekî hovane dihat qetilkirin û li Kurdistanê di mirovbûnê de israrbûn hebû de Rêber Apo berxwedana herî mezin a dîrokî da destpêkirin û nirxandina ku divê kurd jî bi heman rengî li ber xwe bidin, kir. Çand û huner gihîştiye nuqteya şoreşgerî.

Ji ber vê yekê gelê me bi tedbîrên parastina cewherî di her qadê de şerê ‘parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe’ bi serketî meşand.

Rêhevala Mizgîn hem bi çeka xwe hem ji bi hunera xwe şer kir di roja me de jî xeta me ya çand û hunerê divê çawa be danî holê. Rêheval Mizgîn her tişt li hemberî qirkirinê ji bo berxwedanîyê bigîhîne serkeftinê kir, her gava xwe li gor vê avêt. Her tim li hemberî nêzîkatîyên ezez- ezperestî helwest danî, bi nêzîkatîyên têgehên dijmin şêlû dike re tekoşîn kir. Nermbûna hestan û kûrbûyîna bêhempa ya cewhera welatparêziyê di serî de ji bo fermandarê mezin hevrê Egîd nêzîkatî ya xwe ya şehîdan nişan daye, bi bedewiyeke ruh û deng van hestên xwe daniye holê; piştî şehadeta wê kurdan navê wê li zarok xwe yên nû jidayikbûn kirin, ciwan bi dengê wê beşdarî refên gerîla bûne. Li hemberî qirkirina ku ji holê rakirina kurdan armanc dike, bêyî şerê gerîla zimanê kurdî, wêje, huner nedibû. Vê rastîyê dîtin, di serî de rêheval Mizgîn û bi hezaran şehîdan berxwedaniya wan a lehengan û bîranîn wan pêwîstiya rêzgirtinê ya jênegere. Li ser vê hîmê bang li her kesî dikin ku bi hişmendiya parastina cewherî xwedî li van nirxan derbikevin.

Rêheval Mizgîn, li hemberî pergala mêtînger jiyana alternatif û pîvanên me yên çand-huner divê çawa bibe bi pratika xwe re nîşan da. Ji sala 1981’an tevlîbûna xwe heta sala 1992’an gihîşt şehadetê milîtanî ya PKK’ê a pir alî hem bi hunera xwe hem jî bi şerê xwe di asta pêşengiyê de temsîl kir. Kesayata wê û şêwazê wê ya tevlîbûnê demxeya xwe li her kêliya tekoşîna me daye û pîvanên ku di jiyana xwe de bilindkiriye ji bo me bûne fermanekî bê nîqaş.

Rêheval Mizgîn, beriya hertiştî di nasname û keseyata xwe de bîrdoziya azadî ya jin temsil kiriye û bi saya vî yekîtiya hunermendiya gel û şervaniya gel bi ser xistiye. Erk û berpirsyariyên pêwîst ên tekoşîna me bi awayekî serkeftî meşandiye. Girêdanbûna bi rêheval Mizgîn û şehîdan, bi pêkanîna armancê wan pêkan dibe. Îro gele me û giştî mirovahî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ev yek erk û berpirsiyariyên civata çand û hunerê ji her demê bêhtir zelaltir û mezin kiriye.

Rêya serkeftinê; her xebatê xwe, her kêliyê jiyana xwe li ser bingeha pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ rêxistin kirine, bi vî hişmendî û berpirsiyariyê ve tevgerandinê derbas dibe.

Li ser vê hîmî careke din li hemberî bîranîna bi nirx a rêheval Mîzgîn bejna xwe ditewînin soz didin ku nirxên ku ew nûnertiya wê dikir, di her kêliyê de, li her derê, di şerê xwe de, di hunera xwe de, di jiyana xwe de esas bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar