Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘PKK ji bo dagirkeriya dewleta tirk tenê hincet e’

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka Başûr e û got ku êrîş îro li ser PKK'ê be, dê sibe li ser PDK, YNK û Goran be, lewma divê her kes li ber vê dagirkeriyê rabe

Artêşa dewleta tirk a dagirker roja 23’yê nîsanê hem ji hewayê hem ji bejahiyê ve bi teknîka herî pêşketî êrîşî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Qadên Parastinê yên Medyayê kir. Ew êrîş bi dijwarî berdewam in û gerîlayên azadiyê derbên giran li artêşa dagirker dixin. Çavkaniyên ji herêmê diyar dikin ku heta niha gelek leşker hatine kuştin. Li hemberî van êrîşan bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê, gelê kurd bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dide.

Siyasetmedar û rewşenbîrê ji başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî têkildarî êrîşên dagirkeriyê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Siyasetmedar Pêncewînî destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta tirk dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye û anî ziman ku wê sibe roj êrîşî PDK, YNK û Goranê jî bike û lewma divê her kes li ber vê dagirkeriyê rabe.

‘PKK hincet e’

Pêncewînî bi bîr xist ku cara yekemîn nîne ku dewleta tirk leşkerên xwe dixe axa başûrê Kurdistanê, lê her carê jî hewldana dewleta tirk a dagirkirina başûrê Kurdistanê têk çûye û wiha got: “Ev êrîş ji bo dagirkirina dewlemendiya sererd û binerda başûrê Kurdistanê ye. PKK’ê tenê ji bo xwe dikin hincet.”

Pêncewînî de bal kişand ser hebûna leşkerên tirk a li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku her kes dizane ku ji sê paran pareke Başûr ji aliyê leşkerên tirk ên dagirker ve hatiye dagirkirin.

‘Dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin’

Di axaftina xwe de Pêncewînî nerazîbûna xwe nîşanî bêdengiya li Kurdistanê û qada navneteweyî ya li hemberî vê dagirkeriyê da û wiha domand: “Bang li hemû hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê û xelkê welatparêz ê Kurdistanê dikim ku dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin. Ev êrîş berevajî îdiayên Erdogan ne li dijî PKK’ê, li dijî tevahiya başûrê Kurdistanê ye. Ji bo bênirxkirina proseya siyasî ya başûrê Kurdistanê ye. Lewma erk û wacibê hemû hêzên başûrê Kurdistanê ye, çi desthilat çi jî muxalefet, divê nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Rewşenbîr Pêncewînî nêzîkatiya medyaya başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku du hefte ne agir li ser başûrê Kurdistanê dibare; mal, milk, bax û rezên kurdan ji aliyê dewleta tirk ve tên şewitandin, lê belê medyaya başûrê Kurdistanê vê yekê ji nedîtî ve tê.

‘Di bernameya wan de qirkirina kurdan heye’

Pêncewînî destnîşan kir ku li ber çavê dijmin kurd hemû wek hev in û îro dijberiyê li PKK’ê dikin, sibe wê dijberiyê li Partî, Yekitî û Goranê heta hin hêzên Îslamî bikin û wiha got: “Di bernameya Erdogan de nehiştina doza kurdan heye. Di bernameya AKP-MHP’ê de têkbirina kurdan heye, qirkirina kurdan heye. Ji ber vê yekê di roja Qirkirina Ermenan de ev êrîş kir. Ev peyamek bû ji bo hemû kurdan, ‘eger hûn neyê çarçoveya siyaseta me, me çi anîbe serê ermenan, em ê bînin ser ê we jî’.”

Her wiha siyasetmedar Pêncwînî têkildarî rola Iraqê û hêzên navneteweyî destnîşan kir ku Iraq agahdar e û beriya ev plana êrîşê dest pê bike Erdogan Ewropa û hemû hêz agahdar kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Roja êrîşê Erdogan telefonî Biden kir, ew jî agahdar kiriye. Rêveberiya Iraqê hawar dike ku Kurdistan beşek ji Iraqê ye, lê belê niha beşek ji Iraqê tê wêrankirin, bi bombardûmanê tê şewitandin, tê dagirkirin, lê serokatiya Iraqê li ber ranabe. Li gorî qanûnan mafê hikûmeta Iraqê ye ku erd, ezman û sînorê Iraqê biparêze. Lê belê niha beşeke mezin a vê axê hatiye dagirkirin û Iraqê dengê xwe nekiriye. Ev helwesteke gelekî neyînî ye.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar