Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PKK ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê

Bêguman her tevgerekî ku di Rojhilata navîn de radibe, li ser mîrateyeîkî radibe. Gelek tevger avabûne ku bikaribin civakbûnê bi dest bixin û azad bijîn. Tevgerên kurdan jî di dîrokê de çi bi rêya eşîran, çi jî bi rêya kesayetan û rêxistinên navdar ên wekî Şêx Saîd, Seyîd Riza bi pêş ketine. Lê dema mirov li van tevgeran temaşe dike, her tim bi rêya îxanetên ku di nav wan de çêdibe, hatine tepisandin û ji holê hatine rakirin. Lê rastiyekî domdar e ku kurd tu carî li beramberî xeta îxanetkaran  serê xwe netewandine û berxwedanî ji bo xwe kirine bingeh.

PKK jî xwe li ser van mîrateyan bi rêxistin kir. Mirov dikare bibêje ku bi avabûna tevgera PKK’ê re gelê kurd baweriyekî mezin qezenc kir ku bê hêvîtiya berê nema jiya. Berovajî vê yekê çanda berxwedan û qehremantiyê her roj zêde dibû. Hema gelê kurd bû meseleyekî cîhanî ku rojane li ser axaftin tên kirin. Hêzên dagirker ê mîna tirk bawer dikir ku tiştek bi navê kurd û Kurdistanê li holê nemaye. Lê belê nizanîbûn ku tevgera PKK’ê ji wan şaştiyên dîrokî encamekî mezin derxistiye.

Pêvajoya ku tevgera PKK’ê derketa holê, bi navê kurd û Kurdistanê tiştek nîn bû ku li cîhanê pê kurd werin nasîn. Dema ku xwe damezirand li gorî şert û mercên wê demê bi rola rêxistinê rabû. Li ser bingeha Kurdistaneke ser bi xwe, di cîhanê de gelek pêşketinên giran bi xwe re da avakirin.

Gelek kesimên ku digotin ev rêxistin ango tevgera PKK’ê dê heya demekî li ber xwe bidin, ji demekî û şûnde wê qabîleta wan a berxwedanê nemîne. Bi serê xwe ev gotin di henasa gelê kurd de bê hêviyekî dida avakirin. Lê bi demê re dîtin ku tevgera PKK’ê naşibe tevgerê burcuwaziyên ku tenê bi pey desthilatiya xwe ve ketine. Dîtin ku PKK rêxistineke li ser bingiha azadî, wekhevî, edalet û vegerandina nasnameya civaka kurde de, ji bo wê her roj xwe di dilê mirovahiyê de bi cî kir û bandoriyekî mezin li gelê cîhanê da avakirin.

Di paradîgmeya Rêber Apo de sê lingên esasî hene, yek modernîteya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e ku Rêber Apo di şexsê PKK’ê de pêşkêşî hemû mirovahiyê kir. Lê hêzên emperyalîst ji fikrên Rêber Apo ditirsin ji bo wê ye ku tecrîda girankirî li ser Rêber Apo didin meşandin. Sedemên tevahî êrîşên hovane tirsa fikra Rêber Apo ye. Li vir pirs ew e gelo çima? Ji ber civaka kurd di serî de tevahî civakên Rojhilata Navîn û cîhanê paradîgmaya Rêber Apo dipejirînin û weke çareseriyekî li dijî pergala kapîtalîzmê dibînin. Ew jî dizanim ku kesimên sosyalîst, demokratî, xwendekar û kesên bindest ên ku mafên xwe dixwazin û berê xwe didin paradîgmaya nûjen a ku bi destê Rêber Apo hatiya afirandin. Hêzên serdest vê jî ji bo pergala xwe xeter dibînin. Ji bo wê çi ji destê wan tê li hemberî gelê kurd û tevgera wê ya azadiyê PKK’ê dikin.

Dibe ku halê hazir kesê li dijî PKK’ê şer dike dewleta tirk be, lê pêwistî heya ku baş were zanîn, yên piştgiriya dewleta tirk û pergala wê dike hêzên cuda yên mîna NATO ye. Êrîşên ku bi şêwazên taktîkî û bêexlaqî li dijî PKK’ê didine meşandin. Pêwist e ji her demê zêdetir were zanîn ku kesên li dijî vê sîstemê şer dikin û li ber xwe didin, milîtanên PKK’ê ne. Li hemberî êrîşên qirker ên faşîzan berxwedanekî bi heybet ji milên tevgera azadiya kurd PKK’ê ve tê meşandin, ev jî li cîhanê deng vedaye û ji bo dewleta tirk bûye windahiyek.

Dijminên kurdan êdî hatiya astekî wisa ku tehemûla wî li hemberî tevgera PKK’ê nemaye, lewma mecbûr bûye ku desteka xwe ji îxanetkaran ê mîna mala Barzanî bigire pêwîst e were zanîn ku hevkariya mala Barzanî bi dewleta tirk re mehkûmî binketinê bûye û tu carî dê gelê kurd vê xiyanetê ji bîr neke.

Nûçeyên Têkildar