Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

PKK: Ji bo pêkanîna armancên şehîdên Kizildereyê, em têkoşînê mezin bikin!

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya Komkujiya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PKK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku ji bo pêkanîna armancên şehîdên Kizildere yên 30'ê Adarê û şehîdên şoreşê hemûyan, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê mezin bikin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Komkujiya Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em, Mahîr Çayan û 9 hevalên wî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin ku 30’ê Adara 1972’an li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê di encama êrişa hêzên leşkerî yên cûntaya faşîst a leşkerî de şehîd bûn. Em ê têkoşîna wan teqez bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad tacîdar bikin ku hesreta wan bû.

Mahîr Çayan û hevalên wî bi çalakiya xwe xwestin pêşî li darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bigirin. Ev çalakî divê weke helwesteke dîrokî bê dîtin ku têkilî û piştevaniya navbera rêxistinên şoreşger divê çawa be. Ev helwest bi taybetî di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê de bangek ji bo têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk şoreşger e.

30’ê Adara 1972’an dema ku 10 şoreşger şehîd bûn, li Fakulteya Zanyariyên Siyasî ku Mahîr Çayan lê xwendekar bû, boykota dibistanê hate kirin. Rêber Apo ku wê demê di pola destpêkê ya Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê de bû pêşengî ji vê boykotê re kir. Rêber Apo weke pêşeng û rêxistinkarê boykota ji bo şermezarkirina êrişa hêzên faşîst a li Kizildereyê hate girtin. Weke ciwanekî pola destpêkê ya Zanîngehê berpirsyariya xwe ya şoreşgerî bi biryardariyeke mezin bi cih anî. Rêber Apo ji wê rojê û vir ve di her kêliya jiyana xwe de bi berpirsyariyeke mezin a li pêşberî gelan û bindestan tevgeriya.

Mahîr Çayan di semînerekê de gotibû, ‘Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêk divê bê çareserkirin’. Vê gotinê bandor li Rêber Apo kir û kelecanî bû. Bi pêşengiya ji boykotê re berpirsyariya xwe ya ji bo xwedîderketina li şoreşgerekî bi vî rengî bi cih anî. Li Zindana Mamakê ku 7 mehan lê girtî ma, dema ku Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan hatin darvekirin, soza ku ji bo bîranîna van şoreşgeran, têkoşîna şoreşgerî xurt bike. Ji wê rojê û vir ve Rêber Apo bi têkoşîna xwe xwedî li hesreta Mahîran, Denîzan û Îbrahîman derdikeve. Têkoşîna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ku PKK pêşengiyê jê re dike, di heman demê de têkoşîna van şoreşgeran e.

Xwedîderketina li bîranîna Mahîr Çayan û 9 hevalên wî, bi hevkariya têkoşîna gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyê re dibe. Di Newroza 2022’an de gelê Kurd û hêzên şreoger ên demokratîk ên Tirkiyeyê mil bi mil daketin qadan; îradeya hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê nîşan dan. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê ev îrade û têkoşîna hevpar wê hîn xurtir bibe. Li ser vê bingehê em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku ji bo pêkanîna armancên şehîdên Kizildere yên 30’ê Adarê û şehîdên şoreşê hemûyan, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar