Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘PKK li dijî siyaseta faşîzan a dewleta tirk bi ser ketiye’

TEV-DEM salvegera 45`emîn a damezrandina PKK`ê pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna PKK`ê ku li hember siyasetên “faşîzane” yên dewleta tirk bi ser ketiye, berfireh û belav bûye.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê 45`emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li hemû endam û rêveberên PKK`ê, di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, gerîlayên HPG û YJA Starê, girtiyên siyasî, malbatên şehîdan û tevahî gel û pêkhateyên Kurdistanê pîroz kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye;

Rêveberiya rasteqîn bingeh û pîvanên zanistî yên avakirina şoreşa rizgariyê ya civakî, nîştimanî û demokratîk a li gorî azadîxwaziya jinê û bi derfetên kêm danîn. Ev yek piştî lêkolînên analîtîk û stratejîk ên dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan tevî komeke hevalên îdeolojîk û fikrî kirine, pêk hat.

Mîlada partiyê mîna bersiva tolhildanê û dîrokî li hember dewleta tirk a faşîst û dagirker bû. Her wiha destpêka berbangeke nû ya ber bi avakirina pêvajoya veguhertina nîştimanî ya mezin bû, ku hêvî û baweriya navbera beşên civaka Kurdistanê ji nû ve vegerand. Ev gav veguherî şoreşa rizgariya nîştimanî û Kurdistanî ya bi pêşengiya jin û ciwanan. Şoreşa ku rêya berxwedan û têkoşîna zehmet ber bi azadiyê ve ji xwe re hilbijart û ji ber bandora destanên leheniyê yên endam û rêveberên partiyê li girtîgehan û çiya û bajaran ji bo parastina nirxên çandî, polîtîk û civakî li dijî faşîst û dagirkerên Tirk raber kiriye, îradeya gelên azadîxwaz ên herêmê û cîhanê temsîl kir.

PKK ji ber komployên herêmî û navneteweyî yên li djiî felsefeya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê rû bi rûyî gelek astengî û zehmetiyan ma. Heta roja me ya îro jî dewleta tirk a faşîst şerekî xwîndar li dijî îradeya gelê Kurd li her deverê dimeşîne, rojane komkujiyan pêk tîne, hemû cureyên çekan û di nav de yên kîmyewî bi kar tîne. Ev hovîtî wekî bersiva hemleyên cîhanî yên piştevaniya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd, pîrozbahiyên gelan ên bi boneya mîlada partiyê, tê meşandin.

Têkoşîn û berxwedana PKK`ê ku li hember siyasetên faşîzane yên dewleta tirk bi ser ketiye, berfireh û belav bûye. Ev yek encama îrade û îsrara parastina rewa ya bi rêbazên berxwedanê yên hemdem e. PKK`ê di oxira piştgiriya exlaqî û wijdanî ya berxwedana gelan mîna Şengal, Mexmûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserê Kurdistanê de fedakariyên mezin nîşan da.

Em TEV-DEM, dîroka PKK`ê silav dikin û helwestên wê yên nîştimanî û mirovî pîroz dibînin. Em gelê Kurd û tevahî pêkhateyên din, hemû azadîxwaz, demokratên cîhanê ku piştgiriyê didin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, silav dikin.

Em bang li hemû hêzên nîştimanî û siyasî yên kurdistanî, erebî û cîhanî û aktîvîteyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, yên çandî û hiqûqî dikin ku tev li hemleyên piştevaniyê bibin. Ev hemle hêz û îradeya civakan ber bi yekkirina hewldanên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tesmîl dike. Her wiha garantiya yekane ya çareseriyên guncaw di vê pêvajoya zehmet a li herêmê û cîhanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar