Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PKK: Li pişt komkujiya Parîsê Erdogan-MÎT heye

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku rêveberiya Erdogan biryar li ser Komkujiya Parîsê da, MÎT a bi serkêşiya Hakan Fîdan jî plan kir û pêk anî. Komîteyê got, “divê rêveberiya Fransayê bi vê rastiyê zanibe."

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku li dijî dijminê fêlbaz, zexel û qirker divê mirov timî bi tedbîr be, li hemberî her cure derew, fen û xefikan hişyar û amade bin. PKK’ê bal kişand ser girîngiya rêxistinî, amadebûn û têkoşeriyê.

Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: “Ji daxuyaniya 25’ê kanûnê ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê em hîn bûn ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya dagirker-qirker hêzên xwe ji ji gelek nuqteyên rojhilat û rojavayê Zapê vekişandiye û reviya ye, ku ji 14’ê nîsanê û vir ve êrîşê dibe ser û hewl dide dagir bike. Artêşa tirk a faşîst-dagirker ku 8 mehan li hemberî berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li ser xeta fedaî derbên giran xwar, bi hezaran cenazeyên xwe jî nebir, benzîn lê kir û şewitand, tevî ku her cure çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî yên sûcên şer in bi kar anî û nekarî li hemberî gerîla bisekine, neçar ma ku bêyî li pişt xwe binere, bireve. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ku planên wê yên eciqandina gerîla û dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji destpêkê ve bi ser neket, di meha 8’an a şer de şikest û ji 25’ê mijdarê û pê ve nekarî li ber operasyonên gerîla yên şoreşgerî bisekine, dest ji dehan nuqteyan berda û çû.

Nîşaneya serketina gerîla ye

Bêguman ev rewş tê wateya serketina dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA Starê. Nîşaneya têkneçûn û serketina berxwedana gerîla ye. Piştî jihevketin û têkçûna sibata 2008’an ev rewş têkçûna duyemîn a herî mezin a artêşa tirk a qirker-faşîst e ku li Zapê bi serê wê ve hatiye. Çawa ku têkçûna li Kobanê bû destpêka bidawîbûna keriyên faşîst ên DAIŞ’ê, têkçûna li Zapê jî destpêka bidawîbûna faşîzma AKP-MHP’ê ye ku şirîkê DAIŞ’ê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li Zapê li hemberî gerîla têk çû, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî wê li hemberî siyaseta demokratîk winda bike.

Gerîla hat pîrozkirin

Li ser vê bingehê em gerîlayên Zap, Avaşîn û Metînayê silav dikin ku serketineke bi vî rengî dîrokî diyarî gelê me yê welatparêz û mirovahiya pêşverû kirin. Ji ber vê serketina dîrokî, di şexsê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG û YJA Starê û Fermandariya me de, hemû gerîlayên azadiyê pîroz dikin, hêviya dewamiya serketinê dikin. Şehîdên leheng ên vê berxwedan û serketina dîrokî bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînin. Ew rûyê pak ê gelê me û mirovahiyê ne. Wan li ser xeta azadiyê ya Apoyî jiyaneke nû ya azad afirandin û nûnertiya wê dikin. Heta ku azadiya jinan, hebûna kurd ê azad û mirovahiya azad hebe, şehîdên me yên leheng jî wê timî sembolên nemir ên mirovahiya azad bin.

Em dibînin ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku ji 25’ê mijdarê ve li hemberî çalakiyên gerîla di asteke dîrokî de têk çû, ji bo tolê hilîne êrîşî gelê me yê sivîl û jinan dike, zext û zilma li sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê zêde dike, zindanan dike qadeke îşkence û mirinê, li bakurê Kurdistanê, Tirkiye û derveyî welat di asta komkujiyê de êrîşên terorê dike. Aşkera ye ku doza girtinê ya li hemberî HDP’ê û êrîşên li dijî DBP’ê, girtina kedkarên çapemeniya azad û hunermendên welatparêz, zext, îşkence û girtina jinên ji bo azadiyê têdikoşin parçeyek ji vê êrîşê ye. Êrîşa 23’ê kanûnê ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, kuştina milîtana gelekî hêja ya partiya me endama Konseya Rêveber a KCK’ê hevrê Evîn Goyî û du welatparêzên kurd Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer, bûyereke hovane ye ku ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye kirin ku li Zapê têk çû.

Ji gelê me ditirsin

Çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê ku nikarin li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bisekinin û têk diçe, hewl dide heyfa vê yekê ji xelkê me yê sivîl û jinên ji bo azadiyê têdikoşin, hilîne. Ji ber ku li Kurdistanê nekarî encamê bi dest bixe, êrîşê dibe ser xelkê me yê li derveyî welat. Diyar e ji xelkê me yê li derveyî welat ê ku li dora berxwedan gel û gerîla ya li welêt civiya ye, ji dostên me ditirsin. Ji jinên pêşeng ên ji bo azadiyê têdikoşin gelekî ditirsin. Di nava tirseke bi vî rengî de roj bi roj bêhtir ji hev dikevin û hildiweşin.

Em gel û tevger baş zanin ku Komkujiya Parîsê ya 23’ê kanûnê dewama Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an e. Yên ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî kuştin, piştî 10 salan di 23’ê kanûna 2022’yan de jî dîsa li Parîsê hevrê Evîn Goyî û du welatparêzên kurd kuştin. Ya ku biryar û fermana vê komkujiyê da rêveberiya Tayyîp Erdogan e. Hêza ku komkujî plan kir û pêk anî, MÎT a bi serkêşiya Hakan Fîdan e. Di vir de ne girîng e bê tetîkkêş kî ye û çawa hatiye amadekirin. Ji xwe rewşa tetîkkêş jî bi heman rengî ye û nîşan dide ku gelekî baş hatiye amadekirin. Hewldanên ku dixwaze vê bûyerê bi rengekî cuda nîşan bide, hewldanên pûç e. Kurd û raya giştî ya demokmratîk wê tu carî guh nede van hewldanan. Rêveberiya heyî ya Fransayê jî divê bi vê rastiyê zanibe, sûcdarên rasteqîn aşkera bike, bi rengekî adîl darizîne û hesab ji wan bixwaze. Divê karibe ewlehiya nûnerên gelê kurd ên li Fransayê misoger bike ku van nûneran li dijî DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û gelê Fransayê jî ji vî belayî parastin. Eger Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an bi rengekî adîl hatibûya darizandin, wê Komkujiya 23’ê Kanûnê pêk nehatibûya. Wê demê eger komkujiya 23’ê Kanûnê jî bi rengekî adîl neyê darizandin wê rê li ber êrîşên nû yên komkujiyan veke. Ev yek jî wê dewlet û hikûmeta Fransayê bixe bin berpirsyariyeke giran.

Em gelê ku herikî Parîsê silav dikin

Gelê me û dostên me li hemberî komkujiya ku li Parîsê hat kirin, berê xwe da Parîsê, li dijî komkujiyê bû yek, ji dil xwedî li şehîdên xwe derket û pêwîstiya bi civaka demokratîk û mirovahiya welatparêz bi cih anî. Bi nêzîkatiya xwe ya baldar û hay ji xwe heyî, her cure hewldanên provokatîf têk bir. Em vê helwest û nêzîkatiya têgihiştî û rêxistinî ya gelê me û dostên me silav dikin. Heta ku komkujî bê ronîkirin û çeteyên komkujer ên faşîst ên li Parîsê û deverên din ên Ewropayê bi cih bûne bêne aşkerakirin, em bawer dikin ku wê çalakiyên xwe yên ji bo demokrasî û azadiyê dewam bikin.

Em şehîdên Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin, êşa malbatên wan û tevahiya gelê me parve dikin. Keça leheng û bedew a Botanê hevrê Evîn Goyî, tevahiya emrê xwe da têkoşîna azadiyê ya li ser xeta fedaî ya Apoyî. Ji dil baweriya xwe bi doza azadiyê ya jinan û gelê kurd anî, di têkoşîna azadiyê de timî li refên herî pêş bû. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst ku bûn belayê serê mirovahiyê, tev li refên herî pêş ên têkoşînê bû û tevkariyên hêja li vê têkoşînê kir. Her ku şer kir azad bû, her ku azad bû bedew bû, her ku bedew bû li nava gelê me û hevrêyan bû cihê hezkirinê. Em partî û gel; em ê vê hevrêya hêja her tim bi rêzdarî bi bîr bînin, tola wê teqez hilînin û armancên wê bi ser bixînin.

Em ê tim baldar û bi tedbîr bin

Em gel û tevger, jin û ciwan, gerîlayên jin û mêr; em ê her tim hay ji xwe hebin. Tê gotin, av radizê lê dijmin ranazê! Li dijî dijmin ê fêlbaz, zexel û qirker em ê timî hişyar û bi tedbîr bin. Li dijî her cûre derew, fêl û xefikên şerê taybet em ê hişyar bin, amade bin. Bi qasî gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, ev yek ji bo gel û dostên me yên li derveyî welat jî derbas dibe. Ji bo bîranîna şehîdên me yên Parîsê divê em timî hişyar, rêxistinî, amade û têkoşer bin. Pêwîste em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê hîn bêhtir xurt bikin.

Em şehîdên xwe yên li Parîsê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin ku di têkoşîna xwe ya azadiyê de ya ber bi serketinê ve diçe, em ê timî xwedî li bîranîna wan derkevin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe jî dikin ku li ser vê bingehê hîn bêhtir xwedî li wezîfeyên xwe derkevin, têkoşîna me ya ji bo hilweşandina faşîzmê û şikandina tecrîdê li her qadê hîn bilindtir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar