Partiya Karkerên Kurdistan PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de bi pêşengtiya Rêber Apo li gundê Fîsê yê girêdayî Amedê K ava bû. Îro PKK 46 salên xwe tijî kir û kete sala xwe ya nû. Bi boneya salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê li çar parçê Kurdistan, derveyî welat pîrozbahî tên li dar xistin, peyam tên dayîn. Qadên gerîla jî yek ji van qadane ku bi coşeke mezin ev roj tê pêşwazîkirin. Bi vê boneyê gerîlayên ku endamên TEV ÇAND’ê de fikir û hestên xwe yên di derbarê 27’ê Mijdarê damezrandina PKKê anîn ser ziman. Beşek ji wan gerîlayên ku ji bo me axivî ne.
Edûlê Şahîn gerîlayeke jin e û di Tevçandê de kar û xebat dide meşandin. Hê dema zaroke ji ber di malbatek welatparêz de mezin dibe rastiya Kurd û Kurdistanê, dîsa rastiya dijmin nas dike. Di temenek ciwan de jî biryar dide ku tevlî nav refên gerîla bibe.
Gerîla Edûlê ji cejna 27’ê Mijdarê coş û moraleke pir mezin girtiye û dibejê, ‘27’ê Mijdarê, weke jineke Kurd ku li ser van çiyayan tekoşîn didim meşandin xwedî girîngiyek mezin e.’ Hê di zaroktî de di ferqa wateya 27’ê mijdarê de ye. Ji ber ku malbat her qala wan rojan jibo wê kiriye. Lê rasterast tevlîbûna wê ya nav şer hesteke cûdatir tê de avakiriye.
Gerîla Edulê niha li çiyayên Kurdistanê ye û êdî li ser van çiyayan 27’ê Mijdarê pîroz dike. Edûlê diyar dike, dema însan her ku dibîne fikrên Serokatî berbelavî cîhanê bûye dikeve ferqa wê ku bi tevlîbûnê çiqas riyeke rast hilbijartiye û dibêje, ‘her ku fikrê Serok Apo yên jibo jin û azadiya jin di giştî cîhanê de belav dibe mirov wateya wê ji kûr de hîs dike. Jibo vê yekê her kêliya ku em henase digrin jibo me 27’ê Mijdarê ye. Em hewl didin bi wê hestê ve jiyan bikin û şoreşê hîs bikin.’
Gerîla Edûlê tîne ser ziman ku hem agahî û silav girtina ji Rêber Apo hem jî ji hin pêşketinên heyî kelecan girtiye û di berdewamî de dibêje, ‘silava Rêber Apo tê wateya hîn zêdetir karkirin. Dema asta tekoşînê bilind dibe, mirov dibîne ku encamên xwe jî digre. Ew silav jibo me weke mizgîniyeke herî bi wate û bi nirx bû.’ Gerîlla Edûlê baldikşîne ser rêbazên tekoşînê û çi bi nivîs, çi bi çek, çi bi hûner be, şewata tekoşînê hîskirin xwedî girîngiyeke mezin e. Dibêje, ‘mirov dixwaze bibe parçeyek vê şoreşê. Pêvajoyek wisa ye ku em bi hevalên xwe yên tunelên şer, yên ku bi rojan di çeperan de şer dikin jiyan dikin û tekoşîna xwe didin meşandin.’
Ji bo rewşa gelê kurd jî endama TEV ÇAND’ê gerîla Edûlê Şahîn tîne ser ziman ku gelê Kurd di nav dorpêç û tecrîdeke pir girankirî de hewl dide li kêleka şervanên xwe be, bi Serokatiya xwe re azad jiyan bike û dibêje, ‘di vê wateyê de çalakiyên ku gelê me dikin pir bi wate û bi nirx in. Berxwedaniyeke topyekûn çêdibe. Mirov dixwaze bibe layiqê van berxwedanan. Ruxmê hemû êrîş û dagirkeriyan hem fîzîkî berxwedan dike hem jî di aliyê hizrî de, di aliyê çandî û hûnerî da hewl dide zimanê xwe, çanda xwe bide jiyankirin. Jibo vê jî çi ji destê mirov tê, çi bi çeka mirov be, çi bi qelema mirov be, çi bi kameraya mirov be mirov dixwaze bibe parçeyek vê. Herî kêm mirov dixwaze jiyana xwe watedartir jiyan bike.’
Damezrandina PKK’ê, gundê Fîsê ji pîr û kalên xwe guhdar kiriye û bi wan çîrokan mezin bûye. PKK jibo cîhanê hêviyeke mezin dibîne û dibêje niha temsîliyeta sosyalîzmê ku jibo civakê ye PKK dike. Gerîla Edûlê dibêje, ‘PKK temsîliyeta azadiya jin jî dike. Ji ber ku niha pirsgirêka jin, dîsa pirsgirêkên civakê ne tenê di nav Kurdan de di giştî cîhanê de tên jiyîn. Jibo wê jî hewldana me ne tenê jibo me ye, jibo giştî cîhanê ye.’
Gerîla Edûlê dibêje, ‘ez dixwazim li ser wê pêvajoya ku bi şehadeta Heval Hakî destpêkir û partî ji nebûnê bû hebûn fêm bikim, li ser bihizirim û hîs bikim. Ji ber niha di nav şoreşê de gelek derfet ji nebûnê hatine avakirin. Ji wê demê heta niha serkeftinên cûda hatine bi dest xistin. Bi saya hevalên şehîd ev serkeftin çêbûne. Em jî dixwazin bibin layiqê wan pêvajoyan û wî rihî bidin jiyan kirin.’
Gerîla Edûlê, ‘ew êş û şerên ku tên jiyan kirin destpêkê jin ji kûr ve hîs dike û jiyan dike. Jibo ev êş vala neçin û heyfa wan werê hilandin em ê tekoşîna xwe bidomînin.’ Herî dawî bal dikşîne tekoşîna jinan û dibêje, ‘jin bi tenê nîn in. Hemû jin dikarin şuna xwe li cem jinên PKKê bibînin.’
Agir Serhildan jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û ew jî di nav Tevçandê de xebat dide meşandin. Bi boneya 27’ê Mijdarê ku ji bo gelê Kurd wek vejîn tê pênasekirin raman û hestên xwe bi me re parve dike.Gerîlla Agir PKKê wek avakerê kesayeta nû ya Kurd dibîne û dibêje, ‘PKK di pêvajoyek wisa de derket ku faşîzm pir bi hêz bû û berxwedan jî dihatin tepisandin. Derketina PKKê gaveke pir girîng û dîrokî ye. Divê em jî dîrokê ve bigrine dest. Hewldana Rêber Apo ya jibo avakirina Kurdekî nû û kesayetekî nû û paradîgmayeke nû hewldaneke pir mezin bû. Di şert û mercên ku dijmin parçebûn xistibû nav me de û ev parçebûn di zîhnê Kurd de jî hatibû avakirin û Kurd bûbû çar parçe Rêber Apo ev çar parçe anîn gel hev. Ev karekî pir mezin e ku divê wek Kurd em girîngiyeke pir mezin bidinê û wateya wê baş fêm bikin.’
Gerîla Agir bahsa dirêjiya dîroka berxwedanê ya Kurd jî dike û dibêje, ‘çi li Rojhilat, çi li Rojava, Başûr û Bakur ferq nake, ev tekoşîn jibo hebûna me ye. Divê ev her ji despêkê ve bê fêmkirin. Li Rojhilatê Kurdistanê tecrûbeyeke me ya baş jibo şoreşan hebû lê ferqa PKKê ji wan şoreşan ew bû ku fikir û jiyaneke nû peşkeşî me kir. Ev jibo me pir balkêş bû. Beriya PKKê jî em di nav tekoşînê de bûn. Me jî dixwest sîstemeke nû avabikin lê wê bi çi rê û rêbazîba ev zelal nebû. Lê belê PKK wê hêzê da me ku em êdî dizanin divê em di pêşerojê de çi bikin, di çi riyek de biçin û armancên me çibin.’
Ji bo kesayeta nav PKKê jî vana tîne ser ziman, ‘kesayet digihîje wê astê ku xwe nas dike. Difikire û pirs dike, ez kî me û jibo çi jiyan dikim? Ev pirs pir girîng bûn ku Rêber Apo da pêşiya gelê Kurd. Kesayetek ku difikire, kesayetek ku li çavekî dîrokî li xwe meze dike, dikare li ser piyên xwe bisekine û tekoşîn dike. Ez jî di nav de ev kesayet kesayeteke ku însan hewl dide ku xwe bigihînê.’
Ev taybetmendî hiştine ku gerîla Agir PKK lêkolîn bike; PKK çiye, jibo çi avabû? Di berdewamiya axaftina xwe de gerîla Agir dibêje, ‘PKK ew hişmendiya parçecî ku dijmin di me de avakiribû bi erdê re kire yek. PKK me mecbur dikir ku em lêkolîn bikin jibo ku em wê nasbikin. Fikrekî wisa mezin me davdida ku em fêm bikin. Jibo wê jî naskirina me ya Rêber Apo di jiyana me de buyereke pir girîng bû. Dîsa cazîbeyeke mezin a pergala modernîteya demokratîk hebû jibo me. Hemû ev tiştane dihiştin ku însan xwe bigihîne vê jiyanê. Tekoşîneke 24 seat e û jibo azadiyê ye ku jibo me ji nû ve hatiye pênasekirin. Berê jibo azadiyê pênaseyek me ya cuda hebû lê niha pênaseya me hîn cudatir e, azadiyeke ku însan xwe tê de dibîne ye.”
Gerîla Agir azadî di gerîla û di tekoşîna gerîla de dîtiye û hebûna gerîla li Kurdistanê hem jibo dijminê dagirker hem jî jibo sîstema sermayedar weke derbekê pênase dike û dibêje, ‘dema însan xwe di vê tekoşînê de dibîne, dema xwe wek gerîla hîs dike, wisa dizane ku bi salane bi van tiştan re jiyan kiriye lê ne di ferqa wê de bûye. Dema tu dibî gerîla êdî tu hîs dikî ku tu li derveyî vê sîstemê jiyan dikî. Tu dikevî nav pergalek din ku jiyan cuda ye. Maneviyatên wê jiyanê cuda ne, şêwazê danûsitandinên te cuda ye, hevaltiya te cuda ye.’
Gerîla Agir dibêje, dema însan tama vê jiyanê digre wisa hîs dike ku di vê jiyanê de xwe gihandiye qonaxeke nû û ev ne jiyana berê ye û wisa berdewam dike, ‘jiyaneke bi fikir û felsefeyeke nû ye û bi şêwazekî nû hatiye avakirin. Di pergalek wisa de em her tim di nav hewldan û tekoşînê de ne. Ev jî dibe sedem ku îro em bikaribin wek gerîlayên Kurdistanê li beramber êrîşên dijmin ên herî qirêj ku bi awayekî wahşî rojane êriş dibe ser erdnîgariya Kurdistanê, dibe ser manewiyatên Kurdistanê, dibe ser zihniyeta kesayeta Kurd li ber xwe dide û bi ser keve.’
Endamê TEV ÇAND’ê gerîla Agir Serhildan dibêje, ‘serkeftin di gerîlayên Kurdistanê de hem di mile fîzîkî hem jî di milê derûnî de avabûye.’ Herî dawî gerîla Agir dibêje, ‘27’ê Mijdar jiyan dide, jiyan dixuluqîne, weke miriyekî ku zindî dibe. Kesayetek avakir ku êdî dimeşe, di rê de diçe, gav davêje û armancên xwe nasdike. Jibo vê ji 27’ê Mijdar ji bo kurdan cejneke pîroz e.’
Gerîla Delîl Demhat jî salên dûr û dirêj di ekîba Tevçandê de ye. Hem wek gerîla hem jî wek hûnermendek tekoşîna azadiya Kurdistanê dide meşandin. Demhat tîne ser ziman ku her çiqas ji ber qirkirina û bişavtina dewleta Tirk nekariye Kurdî biaxife jî, di nav PKKê de fêr bûye û jibo bi Kurdî axaftinê bi israr e.
Gerîla Delîl Demhat PKK wek partiya şehîdan pênase dike û dibêje; ‘partî nasnameya me ya azadiyê ye, nasnameya gelan e.’ Demhat tîne ser ziman ku PKK bi grubek piçûk dest pê kir, her ku çû tekoşîna xwe bilind kiriye, mezin bûye û bûye nasnameya milyonan.
Ji bo pirsa ‘gelo partî jibo we tê çi wateyê?’ dibêje; ‘PKK nasnama me ye, hebûna me nîşan dide. Ger Partî nebûna em jî tûnebûn.’ Demhat di berdewamî da qala rastiya dijmin dike ku çawa bê wîcdanî êrîş dike jibo ku gelê Kurd tûne bike û dibêje;‘gotin ev îsyana dawî ye, lê PKK bi tekoşîna xwe, bi îradeya xwe, bi biryardariya xwe nîşan da ku mîrateya xwe ji dîroka berxwedaniyê girtiye û îro jî tekoşîna xwe bêhempa dimeşîne.’
Gerîla Delîl PKK jibo gelan wek hêviyek pênase dike û dibêje bi destê gerîlayên HPG û YJA-STAR destan tên nivîsandin û mînaka vê berxwedanê li ti ciyekî dinyayê nîne. Gerilla yên ku niha li Zap û Metîna şer dikin her bi vî rihê partî û Serokatî şer dikin. Her di berdewamiya axaftina xwe de dibeje, ‘ tenê partiya me zindî maye. Vê tekoşînê xwe îspat kiriye. Her ku dagirker dixwazin PKK xilas bikin lê PKK xilas nabe.’
Yek ji endamê Tevçandê gerîla Delil Demhat dibêje; ‘em jî zarokê vî gelî ne, jibo wê jibo tekoşînê erka ku dikeve ser milê me em ê bikin.’ Kêfxweşiya xwe ya agahî girtina ji Serok Apo re jî tîne ser ziman û wisa berdewam dike; ‘Serokatî sekneke dîrokî dide meşandin. Hemû gel û gerîla jî ji vê hêz digre.’
Herî dawî Demhat tîne ser ziman ku, ‘em ê heta dawî, bi biryar vê meşaleya azadiyê bibine serkeftinê. Em ê ti car paş de gav neavêjin. Partî jibo me her tişt e. Em pir kêfxweş in ku xwediyê Serokatiyek wisa ne. Em ê teqez Rêbertiya xwe û gele xwe azad bikin.’