Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘PKK misogeriya mirovahiyê ye’

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi bîrdozî û berxwedana xwe bûye parêzvanê hemû mirovahiyê. Ev yek di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de bi awayekî aşkera hat dîtin. Malbata sîxur  Barzanî çeteyên wan ji bo têkbirina PKK’ê bûye p»êlîstika destê dijminên kurdan. Têkildarî hevdîtinên di navbera rayedarên Iraqê û PDK’ê de û planên pêkanîna êrişên li ser başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Omer axivî.

Hisên Omer diyar kir ku ji zêdetirî 30 salan ve desthilatên Tirkiye yên li pey hev tên, beşdarbûna hêzên Iraqê û beşdarbûna hêzên herêma başûrê Kurdistanê di êrişên xwe de wek armanceke stratejîk dinirxînin.

Omer êrişên dewleta tirk ên ji sala 1992’yan ve heta sala 2008’an ên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir ku ev êriş tu sûd neda ne rejîma tirk, ne jî PDK û ne jî hikumeta navendî ya Iraqê.

Omer bal kişand ser niyetên dewleta tirk ên pêkanîna êrişeke mezin li ser Herêma Başûrê Kurdistanê û got, dibe ku hejmara leşkerên ku beşdarî vê êrîşê bibin, li gorî êrişên wê yên berê gelekî zêdetir be.

Li gorî Hisên Omer, plana Tirkiyê bi erêkirina Amerîka û NATO’yê ye û diyar kir ku eger hikumeta Iraqê û rejîma Tirk li hev bikin,  ev diyar dike ku Îran jî ji bo êrişê erê kiriye.

Omer îşaret pê kir ku dibe hêzên PDK’ê li kêleka artêşa tirk a dagirker beşdarî êrişî bibin û wiha domand: “Ev mijar ne nû ye, her tim beşdariyeke pratîkî û îstixbaratî heye ku rê li ber hêzên Tirk ên dagirker vedike da ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin.”

Omer diyar kir ku Erdogan beriya ku bimire yan jî dest ji desthilatdariyê berde dixwaze destkeftiyeke dîrokî bi dest bixe û wiha domand: “Erdogan di daxuyaniyên xwe de dibêje ku dê dest ji siyasetê berde. Ev dide nîşandan ku dixwaze destkeftiyekê bi dest bixe. Ev destkeftî jî bi rêya êrişên li ser Hêzên Parastina Gel tunekirina Kurdan e. Eger Hêzên Parastina Gel werin tunekirin, ev tê wateya ku hebûna Kurdan tê tunekirin.”

Omer destnîşan kir ku Erdogan dizane ku bêyî desteka hikumeta Iraqê û beşdarbûna hêzên kurdan anku PDK’ê, nikare armanca xwe pêk bîne û got: “Ji bo vê yekê Erdogan dixwaze hêzên PDK’ê beşdarî plana xwe bike da ku beriya bimire an jî beriya dema serokatiya wî bidawî bibe plana xwe pêk bîne. Li gorî min ev jî tiştekî ne hêsan e. Lê dawiyê, mercên navneteweyî hene, mercên û erdîngarî û hewayî jî hene, dîsa faktorên din hene dihêlin ku Hêzên Parastina Gel li pêşiya planên Tirkiye û PDK’ê bigirin.”

Li gorî şîrovekarê siyasî Hisên Omer, hêzên Iraqê beşdarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê nabin û sedema vê yekê wiha şîrove kir: “Desteka hikumeta Iraqê ya ji bo êrişên artêşa Tirk bi hevsengiyên hêzên li herêmê, bi taybet rola Îran a li Iraqê ve girêdayî . Di navbera Îran û Tirkiyeyê nakoiyên dîrokî yên stratejîk ên der barê mezhebî de hene. Hikumeta Iraqê alîgirê Îranê ye. Wekî min gotî; eger hikumeta Iraqê êrişê erê bike, ev tê wateya ku Îranê êriş erê dike û cihê xwe tê de digire.”

Omer bang li aliyên kurd ên li başûrê Kurdistanê kir ku ji planên dewleta tirk a dagirker hişyar bin û got: “Eger PKK’ê têk biçe tiştek bi navê herêma başûrê Kurdistanê namîne û rêveberên wê yên li qesran dijîn namînin, dê li Kurdistanê tu cih ji wan tune be ku xwe lê veşêrin, ji ber ku axaftinên berê û yên niha yên Erdogan ên der barê wan de tên naskirin; Erdogan wan bi xiyanetê tawanbar kiribû û ji wan re gotibû ku ew serokeşîran in ne rayedar in. Rayedarên Başûr jî baş dizanin ku Erdogan mîna ku dijminê tevahî gelê kurd dijminê wê ye  jî.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Omer girîngiya îsal ji bo gelên kurdisanî û herêmê destnîşan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îsal wê saleke pir girîng ji bo herêma Rojhilata Navîn be. Bi nêrîna min dê hinek nexşe werin guhertin, mebesta min ji vê gotinê ew e ku piştî Îsraîl Hemasê têk bibe dê dewleta Filistînê were îlankirin; ev jî xwesteka DYA û civaka navneteweyî ye. DYA’yê dê hewl bide ku pirsgirêkên din ên li herêmê komî çareser bike, dê beşekî radestî Tiriye bike, ev jî dê dehfekê bide Tirkiye ku çawa biwaze dê bike. Bi nêrîna min ev tişt dê di rojên pêş de çêbibin, mixabin dê Rojava û Başûrê Kurdistanê yek ji armancên vê planê be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar