Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK ne tevgereke terorê ye û nabe jî

Piştî Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku berhevkirina 4 milyon îmze daye ber xwe, hat ragihandin û şûnde kampanya bi pêşengiya 1003 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst ji parzêmîna Ewropa, Asya, Avûstralya, Afrîkayê jî di nav de ji 30 welatan hatibû destpêkirin her diçe berfireh dibe.

Her di vê çarçoveyê de li başûrê Kurdistanê bi tevlibûna dehan siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û oldaran kampanyaya ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Înîsiyatîfa Navneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ hat ragihandin.

Di vê demê de ku êrîşên giran ên dewleta tirk a dagirker û dîsa zexteke mezin a Iraqê li ser Başûr heyî gavek wiha xwedî girîngî û wateyeke taybet e. Bi vê gavê asta têkoşîna PKK’ê û dîsa hemû hincetên ji bo êrîşê tên nîşandan tê valaderxistin.

Bi vê yekê di şexsê siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û lîderên olî de dengê civaka Başûr a li ser PKK’ê derdikeve holê. Li salonê nûnerên gelek alî û taybet civakê hebûn. Ev jî asta têkoşîna xurt a PKK’ê ya neteweyî û pirrengî destnîşan dike. Peyamên ku PKK ne rêxistineke terorê ye, tevgerek civakî û şoreşger a gelan e, xebat û xizmeteke mezin dike hat dayîn. Taybet rola PKK’ê ya di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ya li Başûr, Rojava û cîhanên hat bibîrxistin. Bang li Ewropayê hat kirin ku vê yekê ji nedîtî ve neyê.

Dîsa di nava civakê de sempatiyek taybet ji bo PKK’ê heye û PKK’ê weke tevgerek neteweyî û parêzvanên gelê kurd tê nasîn. Ji bo wê em dibînin di vê rewşê de nêzîkatiya PKK’ê ya gel û partiyên din zelaltir derdikeve holê. Ev jî dihêle ku PKK baştir bê nasîn û têkoşîna wê ya rewa xurtir bê piştgirîkirin.

Bi vê kampanyayê dê rola PKK’ê ya ji bo gelê kurd û parastina berjewendiyên gelan derkeve holê. PKK sînorê Kurdistanê derbas bike û bibe malê hemû gelan, kesayetên azadîxwaz, demokart û antîfaşîst.

Têkoşîna eneternasyonal a PKK’ê dê bibe cîhanî û dîsa wê bike ku Tirkiye di qada navneteweyî de hesabê komkujî, qetilkirin, talankirina xweza û wêrankariya cihên resen ên kevnar û taybet tevkariya hêzên terorîstî ya li Sûriye, Lîbya, Iraq û bazirganiya madeyên hişber û mafyetîk a li Tirkiyeyê kirî, bide.

Derketina PKK’ê ya ji lîsteya terorê û azadkirina Rêber Apo bibe deriyek ku kurd li cîhanê di warê dîplomasî de xurtir heqê xwe bike û hesab ji dagirkerên Kurdistanê bixwaze. Li aliyê din wê bibe sedema ku civaka tirk û gelên Tirkiyeyê ji vê ileta rejîma dîkata AKP-MHP’ê rizgar bibe. Pêşiya Tirkiyeke demokratîk û cihêreng vebe. Ne tenê di doza mafê kurd de, heman demê ji bo gelên Tirkiyeyê jî qada navneteweyî bikare baştir xwedî cih be.

Di nava mala kurdî de jî taybet li Başûr dawiya gelek rewşên xirab ên rêveberiyê, dîsa mijara têkiliyên li Bexda û êrîşên li ser sînor û valakirina gundên sînor bîne. Wê bihêle ku PDK dev ji kiryar û plangeriyên xwe yên li gel dewleta tirk bîne. Jixwe dema Tirkiyeyek demokratîk bû, êdî hewce bi hevkariyeke wiha qirêj a PDK’ê jî namîne. Ji ber ku PDK niha bi rengekî rast rast tevkujiyê li gel Tirkiyeyê dike. Ji bo wê heman demê dê bibe ku PDK ji vê yekê rizgar bibe. Heta ne PDK wê civaka Başûr ji vê rewşa kambax ku di destê desthilatê de asê maye rizgar bibe. Ji bo wê teşfîqkirina civaka Başûr a piştgirîkirina vê kampanyayê heman demê rizgariya wan û başbûna şert û mercê jiyanê yê li başûrê Kurdistanê ye.

Taybet ciwanên Başûr ku xwe gihandine rastiya PKK’ê vê yekê bigihîne her ferdê civakê û taybet ciwanan. Ji ber ku ciwan bigihêjin vê rastiyê wê bikarin guherîn û veguherînên taybet bikin. Wê bikarin ji vê rewşa welat a heyî derkevin û reva ku weke çareserî tê dîtin bi dawî bikin û têkoşîneke şoreşgerî ya kurd û kurdistanî bimeşînin. Niha ji ber ku bereya herî lewaz li Başûr ciwan in. Têkoşîna PKK’ê jî têkoşîneke ciwanî ye û ciwan destpê kiriye. Ji bo vê zemînê vê yekê heye û hemû ciwan jî xwe nava PKK’ê de dibîne û dikare rola xwe rabe. Nimûneyên ciwanên Başûr ên PKK’î weke Viyan Soran, Diyar Xerîb, Sîrwan Reûf û dîsa bi dehan ciwanên Başûr li Rojava li ber xwe dan û şehîd bûn.

Ciwanên Başûr van şehîdan ji bîr neke. Ev şehîd ne tenê ji bo PKK’ê ji bo doza gelê kurd û serfiraziyê têkoşîn kirin, canê xwe bexşandin.

Ji bo wê divê hest û daxwazên wan tim zindî bin. Ev jî erka ciwanan e.

Nûçeyên Têkildar