Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PKK-PAJK: Xwedî li rûmeta xwe derkevin

Komîteya PKK-PAJK'ê diyar kir ku li zîndana Patnosê îşkenceya li dijî girtiyên jin rewşeke hovaneye û wiha got: “Eger nerazîbûnên girseyî çênebin wê bi destê hîzbulkontra li civakê belav bikin û li dijî bêhiqûqiyê banga hestiyariyê kir.”

Komîteya PKK-PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî îşkenceya li dijî girtiyên li Girtîgeha Patnosê da. Komîteyê got: “Em polîtîkayên şerê taybet ên li girtîgehan li dijî hevrêyên me yên jin tên meşandin, di şexsê jina azad de weke êrîşeke li dijî Rêberê me û xeta civaka azad dinirxînin. Divê her kes li hemberî pêkanînên li Girtîgeha Patnosê yê li dijî hevrêyên me yên jin tê kirin xwedî helwestek cidî be.”

Daxuyaniya Komîteya PKK-PAJK’ê wiha ye:

“Zindan laboratuvara pergala serdest in. Ji ber vê yekê qada yekemîn a ku dixwazin polîtîkayên xwe yên şerê taybet lê bimeşînin zindan in. Hewl dide polîtîkayên ku tê xwestin di laboratuarê de bên ceribandin li gorî asta serkeftinê bi civakê re biguncîne. Tirsa dijmin a herî mezin a li hemberî zindanan avahiyên rêxistinkirî ne.

‘Bi rêbazên şerê taybet hewl didin berxwedana hevrêyên me bişkînin

Faşîzma AKP-MHP’ê bi belavkirina pêkhateya me ya rêxistinî ya di zindanan de û bêrêxistinkirina me dixwaze encam bigire. Bi rêbazên şerê taybet armanc dikin ku berxwedana hevrêyên me bişkînin, wan ji têkoşînê qut bikin û wan bînin rewşeke poşmaniyê. Dijminê ku dibîne diyardeya ku berxwedanê diafirîne rêxistinbûna mirovan e, dixwaze bi tunekirin û jiholêrakirina pêkhateya me ya rêxistinbûyî ya di zindanan de û lewazkirina hevrêyên me encam bigire.

Dijminê ku nikare di vê mijarê de serbikeve, vê carê hewl dide hevrêyên me yek bi yek bike hedef. Gelek hevrêyên me yên jin tevî ku cezayê wan qediyaye jî, bi pêkanîn û cezayên nû hewl tê dayîn ku wan bidin poşman kirin û bi pêkanînên tund an jî bi rêbazên nû yên cuda dixwazin di zindanan de encamê bigirin. Di vê pêvajoyê de wê faşîzma AKP-MHP’ê bixwaze hizbulkontrayan li dijî me weke tetîkkêş bi kar bîne.

‘Faşîzma AKP-MHP’ê rêbaza îşkenceya hovane ya salên 1990’î ji nû dixe dewrê

Di salên 1990’î de dewletê bi destê rêxistina hîzbulkontra gelek mirovên me bi îşkenceyên hovane qetil kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo vê rêbaza îşkenceya hovane ya salên 1990’î ji nû ve were sepandin, bi destê gardiyanên tetîkkêş li girtîgeha Patnosê li dijî hevrêyên me Nazli Barişer, Mizgîn Kayitbey û Lale Abîşer îşkenceya hovane pêk aniye. Em polîtîkayên şerê taybet ên li dijî hevrêyên me yên jin ên li zindanan, di şexsê jina azad de weke êrîşeke li dijî Rêberê me û xeta civaka azad dinirxînin. Li hemberî pêkanînên ku li Girtîgeha Patnosê li dijî hevrêyên me yên jin hatin kirin, divê her kes xwedî helwestek cidî be. Faşîzma AKP-MHP’ê pêşî xwest polîtîkayên xwe yên şerê taybet li ser hevrêyên me yên jin biceribîne. Ger li hemberî van pêkanînan nerazîbûneke girseyî ya cidî pêş nekeve, wê hewl bide vê carê van polîtîkayên şerê taybet li hemberî civakê pêş bixîne û bê rewşek ku pêşî lê neyê girtin. Rêbertiya me dibêje “Jina azadbûyî, civaka azadbûyî ye.” Lewma faşîzma AKP-MHP’ê li her derê jinan dike hedef. Ji ber vê ye ku hêzên hegemon êrîşî Rêberê me dikin.

‘Divê herkes li dijî îşkenceya li ser Rêber Apo û zîndanan hestiyarbin’

Rêbertiya me dibêje, ‘Ji ber ku jiyana mirov bi tenê dema azad be watedar e, li ku derê dibe bila bibe bê azadî jiyîn, her tim zindanek tarî ye’. Kesê ku di vê astê de ji aliyê civakî û exlaqî ve li diyardeya zindan û azadiyê binêre, çi li zindanê çi jî li derve, ji polîtîkayên şerê taybet ên dijmin bandor nabe. Em bang li gelê xwe û malbatên girtiyan dikin ku li hemberî zext û bêhiqûqiya li ser hevrêyên me yên li zîndanan tên ferzkirin, bi taybetî li dijî Rêbertiyê me hestyar bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar