Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PKK-PAJK’ê şehîdên Komkujiya Zindana Amedê ya 1996’an bi bîr anî

Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê 10 şoreşgerên di komkujiya dewleta tirk a li Girtîgeha Amedê de ya sala 1996'an hatin qetilkirin û 2 şoreşgerên ji bo şermezarkirina komkujiyê bedena xwe dan ber agir, bi bîr anî û got: “Em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe, naspêrin axê.”

Di daxuyaniya komîteyê de hate ragihandin, ku mejiyê di sala 1996’an de komkujî pêk anî, niha jî li zindanan zilm û zordariyê bi rengekî giran dike û hate gotin: “Ji bo em hêjayî van hevrêyên xwe yên hêja bibin, rêya esasî xwedîderketina li berxwedana Rêber Apo û ya li zindanan e, xurtkirina vê berxwedanê ye. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê welatparêz, raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û zilma li zindanan bikevin nava liv û tevgerê, berxwedanê mezin bikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di ser hovîtiya 24’ê îlonê re ya ku dijmin li zindana Amedê kir sal derbas bûn, lê weke hevrêyan me kiryarên li dijî 10 hevalên xwe ji bîr nekir. Lewma em dibêjin; 24’ê îlonê di dilê girtiyan hemûyan û hevrêyên wan de germ e, sotîner e. Ji ber vê yekê em ji Rêberê xwe re dibêjin, ‘Em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe, naspêrin axê’.

Hikumeta faşîst a Ana-Yol ku sala 1996’an bû desthilatdar, li her qadê li hemberî Rêberê me û têkoşînê me êrîşên berfireh kir. Qada zindanê jî para xwe ji van êrîşan wergirt û di 24’ê îlona 1996’an de li Zindana Amedê 10 hevrêyên me bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Zanîbûn ku ji bilî îradeya wan tiştekî din ê şoreşgerên li zindanan nîne ku karibin xwe pê biparêzin, lewma jî êrîşeke bi vî rengî ya hovane li hemberî wan hate kirin. Bi hesinan, bi çoyên ji hesin bedena hevrêyên me hatin parçekirin û bi rengekî komî hatin qetilkirin. Vê komkujiyê rûyê li dijî mirovahiyê yê rêxistiniya dewleta taşîst a tirk careke din şênberî raxist pêş çavan. Berxwedana hevrêyên me ya li dijî vê hovîtiyê jî di wê astê de bû ku bi tîpên zêrîn li dîroka şoreşên cihanê bê nivîsandin. Hevrêyên me li dijî hêza herî barbar a dîroka cihanê bi hişmendî, bawerî û îrade nirxên mirovahiyê di asteke bilind de temsîl kirin.

Ji ber vê yekê jî 24’ê îlonê dîrokeke me ya berxwedanê ya bi rûmet e ku divê her tim bê nirxandin û bîranîn.

Zindan ji bo tevgera me keleha berxwedanê ye, lê ji bo dewleta tirk a faşîst jî qadeke welê ye ku dixwaze şoreşgeran bi her awayî teslîm bigire, bitepisîne, bi îşkenceyê îradeya wan bişikîne û teslîm bigire. Polîtîkaya dijmin a sala 1996’an a li ser zindanê ew bû ku ji bo şoreşger xiyanetê li rûmet û nasnameya xwe bikin, bikin îtirafkar. Yek ji deverên ku ev polîtîka bi rengekî bêeman lê hate ferzkirin, zindana Amedê bû. Di vê demê de zindana Amedê bû yek ji cihên lêpirsîn û îşkenceyê yên dijmin. Li vê derê hate xwestin ku îradeya şoreşgeran bê şikandin, ji doza wan bêne vegerandin û teslîm bêne wergirtin. Şoreşgerên ku gava destpêkê avêtin vê derê bi gotina ‘Ev der Diyarbakir e, naşibe cihekî din’ hatin pêşwazîkirin. Bi vê yekê dixwestin ku tirsê bixin nava dilê mirovan û îradeya wan bişikînin. Halbûkî ew der ji bo me zindana Amedê bû û nedişibiya cihekî din. Zindana Amedê keleha berxwedanê ya tevgera me bû. Ew der cihê berxwedanê yê pêşengên tevgera me Mazlûman, Ferhatan, Kemal Pîran, Sakîne Cansizan bû. Ew der cihê berxwedana bi rûmet a milîtanên PKK-PAJK’ê bû ku îradeya xurt lê hate afirandin. Ew der warê Mehmet Aslan, Ridvan Bûlût, Nîmet Çakmak, Cemal Çan, Ahmet Çelîk, Kadîr Demîr, Edîp Dîrekçî, Sabrî Gumuş, Erkan Perîşan û Hakki Tekînan bû ku di 24’ê îlona 1996’an de ji bilî îrade, armanc û baweriya wan tiştekî din tune bû ku karibin xwe pê biparêzin û bi lehengî li ber xwe dan.

Di vê demê de ji bo şermezarkirina vê hovîtiya ku li zindana Amedê li 10 hevrêyên me hate kirin şermezar bikin, li Girtîgeha Bayrampaşayê hevalên me Vedat Aydemîr û Hamdûllah Şenguren heman rojê heman saetê mîna ku soz û peyman dabin hev, xwe kirin goga ji agir û tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Bi vî rengî hejmara hevrêyên me yên li dijî hovîtiya 24’ê îlonê di berxwedanê de şehîd bûn, bû 12 kes.

Bi wesîleya salvegerê, em hevalên xwe yên şehîd bûne hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku armancên wan ên nîvcomayî bi cih bînin û tola wan hilînin. Heman mejiyê faşîst niha jî li zindanan zilm û zordariyê her roj dike. Ji bo em hêjayî van hevrêyên xwe yên hêja bibin, rêya esasî xwedîderketina li berxwedana Rêber Apo û berxwedana li zindanan e, xurtkirina vê berxwedanê ye. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê welatparêz, raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û zilma li zindanan bikevin nava liv û tevgerê, berxwedanê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar